Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hewldanên rakirina mayînan li Mûsilê pêş dikevin

Xalid Ta´î

 Karmendên polîsê Îraqî bi hev re kar dikin daku teqînên bidestçêkirî yên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" li Qeyarayê, li başûrê Mûsilê, hatine çandin ji hev bixin. [Wême ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

 Karmendên polîsê Îraqî bi hev re kar dikin daku teqînên bidestçêkirî yên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" li Qeyarayê, li başûrê Mûsilê, hatine çandin ji hev bixin. [Wême ji Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî heta aniha nêzîkî 30,000 mayîn û teqînên bidestçêkirî yên "Dewleta Îslamî" li Mûsilê li şûn xwe hiştine rakirin, hewldanên paqijkirina bajar û parêzgehê berdewam in.

Hewldanên hikûmetê heta asteke mezin, lê ne bi temamî, xeter ji ser nişteciyan rakir, ji ber deverên fereh li beşê rojavayî ji bajar hîn bi teqemenîyan lewitî ne, berpisyrarên Îraqî gotin.

Destpêkê DAIŞê mayîn çandin daku nehêle hêzên Îraqî bigihin deverên wê kontrol dikirin û paşê wê ew çandin dema ew ji wan deveran vekişîya daku ziyanan bigihîne hêzên rigarkirinê û nehêle niştecî vegerin.

"Wan teqemenî li her deverê çandine"

Hejmara mayînên ku DAIŞê li Mûsilê çandin "nayê texmînkirin", endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xelef Hedîdî ji Diyaruna re got.

Zarok di dibistana seretayî de li rojhilatê Mûsilê radihêjin posterên wan agedar dike ku xeternak e eger ew destên xwe bidin teqînên bidestçêkirî yên ku "Dewleta Îslamî" li şûn xwe hiştine . [Wêne ji Birêveberîya Rakrina Mayînan hatiye wergirtin]

Zarok di dibistana seretayî de li rojhilatê Mûsilê radihêjin posterên wan agedar dike ku xeternak e eger ew destên xwe bidin teqînên bidestçêkirî yên ku "Dewleta Îslamî" li şûn xwe hiştine . [Wêne ji Birêveberîya Rakrina Mayînan hatiye wergirtin]

"Wan teqemenî li her deverê çandin, ji stûnê kehrebayê heta rekberên malê û heta pêlîstokên zarokan," wî got.

"Tiştê ji hikûmetê tê dike daku vê gefê çareser bike," wî got, wî not kir ku tîma rakirina mayînan û niştecîyên vedigerin rastî ziyanan tên.

Divê pirsgirêk bi awayekî xurt were çareserkirin, wwî got, "di rêya heşdkirina hemû hewldanan û dest bi kampanyayeke paqijkirinê ya berfereh bikin" bi alîkarîya hevkarên Îraqê yên navdewletî.

Di nav de divê pêdivîyên bêtir pişketî werin dabînkirin da ku teqemenîyan kifş bikin û ji hev bixin, wî got û divê pêngava rahênanê were dabînkirin daku gelek tîmên rakirina mayînan werin belavkirin.

Tîm bi pêngaveke lezgîn tevgerê dikin

Rakirina bombeyan ji Mûsilê bi pêngaveke lezgîn bi pêş ve diçe, Muemer Selahedîn Ebdul Selam, birêveberê Birêveberiya Wezareta Tendirustîyê û jîngehê ya Herêma Bakurî bo Rakirina Mayînan got.

Em bi asteke bilind ji hevahengîyê bi endamên yekîneya ji teqemenîyan xilas bibin ya girêdayî polîs û yekîneya andezyarîya serbazî kar dikin, Ajansa NY ya girêdayî Mayînan û gelek rêxistinên navedewletî û yên xwecihî," wî ji Diyaruna re got.

Hewldanên hevbeş heta anih aniha 17,000 mayîn û bombe ji hemû beşên Mûsilê rakirine, wî got, "lê rêbera devera lewitî li parêzgeha Nînewayê [dora 115 kîlomitrên çargoşî ye] hîn mezin e".

"zehmet e em hejmara mayîn ûbombeyên mayî tekez bikin ji ber gelek ji wan, bi taybet li rojavayê Mûsilê, li bin molozên avahîyên hilweşîyayî hatine veşartin," wî got.

Tîm rojane rastî cureyên cuda ji teqemenîyan tên, wî got, hin ji wan heta redeyekê sade ne lê hin din bi awayekî pîşedar hatine dîzaynkirin.

Tevî ku ew veşartî ne, gelek bombe ji alîyê DAIŞê ve hatin çandin di torine bi hev ve girêdayî hatibûn danîn, tîmên rakirinê ew weke "davkên mirinê" işaret kirin, wî got.

"Endamên DAIŞê gelek caran bombe bi teqemenîyên dijwar mîna C-4 mişt kirine, xelekên kevçûkên erebeyan mîx û heta materyalên kîmawî dadigirtin," wî got

Plana rakirina mayînan

"Îlankirina Mûsil û hemû deverên din ên rizgarkirî weke deverin vala ji teqemenîyan armanceke stratîjîye," Îsa Feyad, yê ku Birêveberîya Niştimanî bo Rakirina Mayînan bi rê ve dibe, got.

"Heta ji me te tê em kar dikin da ku em vê berhengarîyê têk bibin, ya ku yekser bandorê li jîyana xelkê dike," wî ji Diyaruna re got.

"Me planeke kar a xîretwar pêş xist bi beşdarbûna aktorên navdewletî û xwecihî ya ku dê dirêj bide heta sala 2021ê", wî anî ser ziman.

Ev plan giranîyê dide "qayimkirin û pêşxistina karînên me di warê rakirina mayîn, bombe û cebirxaneyên neteqiyayî û em şarezayîya gelemperî derbarê xetera wan de bilind bikin", Feyad got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500