Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Opozîsyona Sûriyê dest ji Xûtayê berda û rêberê Ceyş el-Îslam ji herêmê derket

AFP

Leşkerekî Sûrî ji hêzên hikûmetê li gel jineke ku li mala xwe digere diaxive, mala wê dikeve taxeke wêranbûyî li bajarokê Zemalkayê, yê berê li jêr kontrola opozîyonê bû, li Xûtaya Rojhilatî, roja 11ê Nîsana 2018an. [Yûsiv Kerweşan/AFP]

Leşkerekî Sûrî ji hêzên hikûmetê li gel jineke ku li mala xwe digere diaxive, mala wê dikeve taxeke wêranbûyî li bajarokê Zemalkayê, yê berê li jêr kontrola opozîyonê bû, li Xûtaya Rojhilatî, roja 11ê Nîsana 2018an. [Yûsiv Kerweşan/AFP]

Çekdarên dijberiyê li Xûtaya Rojhilatî ya Sûriyê çekên xwe yên giran radest kirin û rêberê wan herêm terikand, rêxistineke çavdêrîkirinê îro Pêncşemê (12ê Nîsanê) got, û wî da zanîn ku ev yek bidawîhatina yek ji xwîndarîtirîn cengan e di şerê heft-salî yê Sûriyê de.

Ala Sûriyê li ser mizgefta navendî ya Dûmayê hatiye bilindkirin,bajarê ku tê angeştin ku êrîşeke kîmawî lê pêk hat û bû sedema gefên destêwerdaneke serbazî ji aliyê welatên rojavayî ve.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bijareyên xwe dîrase dikirin û Serokwezîra Brîtanî Seresa May bang bo civîneke awarte ya encumena wezîran kir îro Pêncşemê, artêşa Sûriyê jî xwe ji lêdanên asmanî yên Rojavayî re amade dike, pereyên xwe vedişêrin û avahiyên serekî vala dikin.

Ceyş el-Îslam, a ku bajarokê serekî yê Xûtaya Rojhilatî bi salan kontrol kir, tifaqeke bi serpereştiya Rûsyayê ya ku li gorî wê komên din bo bakurê Sûriyê hatib veguhestin qebûl nekir.

Zilamekî Sûrî ku ji Dûmaya herêma Xûtaya Rojhilatî hatiye derxistin xwe li ser çiwalan rehet dike li bajarê Babê li bakurê Sûriyê dema ku ew li benda dîtina penagehekê ye roja 12ê Nîsana 2018an. [Nezîr Xetîb/AFP]

Zilamekî Sûrî ku ji Dûmaya herêma Xûtaya Rojhilatî hatiye derxistin xwe li ser çiwalan rehet dike li bajarê Babê li bakurê Sûriyê dema ku ew li benda dîtina penagehekê ye roja 12ê Nîsana 2018an. [Nezîr Xetîb/AFP]

Polîsên Sûrî li derbasgeha kampa Wafidîn gihiştina basên ku çekdarên Ceyş el-Îslam û endamên malbatên wan ên ji bajarokê Dûmayê yê Xûtaya Rojhialtî hatine derxistin hildigrin çaverê dikin, roja 12ê Nîsana 2018an. [Yûsiv Kerweşan/AFP]

Polîsên Sûrî li derbasgeha kampa Wafidîn gihiştina basên ku çekdarên Ceyş el-Îslam û endamên malbatên wan ên ji bajarokê Dûmayê yê Xûtaya Rojhialtî hatine derxistin hildigrin çaverê dikin, roja 12ê Nîsana 2018an. [Yûsiv Kerweşan/AFP]

Serokê siyasî yê komê ji AFP re got ku êrîşa kîmawî ya rejîmê ew neçarkirin ku ew mercên Rûsyayê qebûl bikin û asêgeha xwe ya berê vala bikin.

"Di rastî de, êrîşa kîmawî bû sedem ku em qebûl bikin," ku ji Dûmayê vekişin, Yasir Delwan got.

Ew cara yekem bû ku Ceyş el-Îslam dibêje tifaqek li dor Dûmayê hatiye kirin. Rêkeftin hat ragihandin roja Yekşemê ji aliyê hikûmeta Sûriyê û hevalbenda wê Rûsya ve.

Hîna hêzên rejîma Sûriyê Dûma kontrol nekiriye, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, lê çekdaran çekên xwe yên giran radest kirin.

"Çekdarên Ceyş el-Îslam çekên xwe yên giran radestî hêzên serbazî yên Rûsyayê kirin li bajarokê Dûmayê duh Çarşemê," Rewangehê got.

Rêberê wan yê bilind Îsam Buweydanî bi karwaneke ku ji hezaran çekdar û malbatên wan pêk hat ji Xûtayê derket.

"Tevahiya serokatiyê neçûye. Derketin berdewam e," Delwan got.

Al bilind e

Şêniyên Dûmayê gotin ku ala niştîmanî ya Sûriyê, ya sor, sipî û reş û bi du stêrên kesk roja Çarşemê hat bilindkirin li ser mizgefta serekî, mizgefta ku weke ofîsa encumena bajarok, a ku opozîsyonê damezrandibû, dihat bikaranîn.

Şêniyan got lê pevçûnekê serî hilda, û gulekirinê dest pê kir û al hat daxistin.

Şêniyan got ku polîsên serbazî yên Rûsî, yên ku li bajarok cih girtin di çarçoveya rêkeftinê de, rêkeftina ku dê rê bide hinek çekdaran ku çekên xwe deynin û li Dûmayê bimînin, piştî buyerê ji bajarok çûn.

Di heman demê pêkanîna lêdanên asmanî, lidarxistina danûstandinê navjîkariyê û serpereştîkirina operasyonên mirovî, Rûsya lîstikvanê yekem bû di êrîşê de, ya ku canê 1,700 sivîlan çinî.

Li gorî hêzên Rûsî, zêdetir ji 160,000 kes ji Xûtaya Rojhilatî hatin derxistin ji destpêka êrîşa li ser bajarok a ku roja 18ê Sibatê dest pê kir.

Tê pêşbînîkirin ku rejîm û hêzên alîgirên wê berê xwe bidin deverên başûrî yên Şamê, yên ku hema bibêje sivîl di wan de najîn û hîna li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) in.

Kesên vegeryayî Xûtayê nema nas dikin

Kaos û tevlîhevî li kolanên Dûmayê serdest in, sivîl bi tenê agahiyên gelekî kêm li dor pêşketinên siyayî yên vê dawiyê dizanin.

Gelek şêniyan xwe amade dikirin ji siwariya basên dawîn de, yên ku dê ji herêmê berê xwe bidin bakurê Sûriyê.

"Heştê bas dê werin derxistin îroj. Heftdeh ji wan li xala kombûyînê amade ne, li benda beşê mayî ji karwanê ne," jêderekî leşkerî yê Sûrî got bi mercên nasnama wî neyê eşkerekirin.

Berpirsiyar got ku çekdarên opozîsyonê tankên xwe şewitandin, yên ku divê wan radest bikin berî çûyînê.

Hejmarek ji sivîlan bi weryayî dest bi vegera bo Xûtaya Rojhilatî kirine, lê wan dît ku taxên wan hatine hêrtin.

Bi çavên xwe, Um Mihemed refek ji malan li Zemalkayê seh kirin, di hewldanekê de bo dîtina hedarê li bajarokê bi giranî hatiye wêrankirin.

"Min hîna mala xwe nedîtiye, Tax hemû hatiye guhertin û min hemû nîşanên serekî winda kirine," jina 50-salî got, ya ku Zemalka di 2012an de terikand piştî ku wê du dehsalan li wir jiyan kir.

"Mala min nêzî dibistana amadeyî ye li ser cadeya al-Qabunê, lê ez ne dibistanê dibînim ne jî cadeyê."

Rêz bi rêz blokên avahiyan ketine, rê bi mezelan û hesinên xwarbûyî hatine girtin. Gelek ji avahiyên mayî jî bê ban, balkon û dîwar mane.

Dema em di Arbinê re derbas bûn, bajarokekî din yê wêranbûyî yê Xûtayê ye, keçeke nûhatî serî hilda ji nav maleke kavilbûyî.

"Keça min ne biste ye bi dîtina erebeyan, lewra ew jê re pir namo ye," Ebû Ezîza, 34 salî, got dema ku keça wî ya heşt-salî dinihêrî.

Beriya êrîşa li ser Xûtayê, herêm li jêr dorpêçeke dijwar bû ku pênc-salan dijêr kir û hişt ku peydakirina xwarinê, derman û pêdiviyên bingehîn ên din estem bibe.

"Ne bi tenê erebe -- keça min sêvan nas nake. Wê bo cara yekem beriya du rojan mozek dît û hemû xwar tev qaşûlê wê," Ebû Ezîza got.

"Wê nedizanî ku divê qaşûlên mozê jê bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500