Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Serokê NY bang bo encamdana lêkolîneke serbest derbarê êrîşa Dûmayê li Sûriyê kir

AFP

Zarokek li bajarê Dûmayê li herêma Xûtaya Rojhilatî, ya ku dikeve derveyî Şamê û li jêr kontrola opozîsyonê ye, av bi ser de tê valakirin piştî ku ew rastî tiştekî hate ku tê texmînkirin gazeke jehrîn, [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Zarokek li bajarê Dûmayê li herêma Xûtaya Rojhilatî, ya ku dikeve derveyî Şamê û li jêr kontrola opozîsyonê ye, av bi ser de tê valakirin piştî ku ew rastî tiştekî hate ku tê texmînkirin gazeke jehrîn, [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Sekreterê Giştî yê NY îro Sêşemê (10ê Nîsanê) bang kir ku rê ji lêkolînerên navdewletî re were dayîn ku ew bê rêgir lêkolînan bikin li dor êrîşa kîmawî li Sûriyê ya tê angaştinkirin, AFP ragihand.

Kesên xelkê ewle dikin û nûjdarên Dûmayê dibêjin ku herî kêm 48 kes mirine piştî êrîşekê li ser molgeha dawîn a opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî, ku guman heye gazên jehrîn tê de hatibin bikaranîn.

"Her bikaranîneke çekên kîmawî ya piştrastkirî, ji aliyê çi aliyê kirîzê û li jêr çi mercan, karekî qirêj e û binpêkirineke zelal e ji yasaya navdewletî re," Sekreterê Giştî Antonyo Guteres di daxuyaniyekê de got.

"Xeterdariya angaştinên dawî merc dike ku lêkolîneke giştgîr were encamdan û bi bikaranîna ezmûndariyên pîşeyî, bêalî û serbixwe," wî got.

Guteres careke din piştgiriya xwe ya tam ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) û misyona wê ya şopansdina rastiyan tekez kir û got "divê mafê rêdayîna bi temamî, bêyî danîna tu bertengkirinan û bendan di rêya performkirina çalakiyên wê de", Guteres got jî.

OPCW Sêşemê got ku ew dê tîmekê bişîne Dûmayê bo lêkolîkirina êrîşa bi gazê ya tê angaştinkirin.

Îlankirin hat piştî hikûmeta Sûriyê komîteya cîhanî ya çavdêrîkirina vexwend ku serdana Dûmayê bike, li gorî raportên medyaya hikûmetê.

Li ser zimanê çavkaniyekê di Wezareta Derve de, ajansa nûçeyan a SANA, ku ya hikûmetê ye, got ku Sûriyê amade bû bo hevahengîkirina li gel tîmeke şopandina rastiyan.

"Wezaretê vexwendineke fermî bo OPCW şand bo tîmekê ji misyona xwe a şopandina rastiyan bişîne û angaştinên têkildarî bikaranîna çekên kîmawî lêkolîn bike," SANA got.

Serokê Amerîkayê Donald Tramp Sêşemê amadekarî dikir bo kiryarke leşkerî ya gengaz li dijî rejîma Sûriyê, piştî sozxwarin bi bersivkirineke "bi hêz" bo dawîn êrîşa kîmawî ya kirêt di şerê navxweyî yê Sûriyê de.

Encumena Ewlekariyê dê li ser komîteyê dengdanê bike

Tê pêşbînîkirin ku Encuma Ewlekarî ya NY dê dengdanê bike Sêşemê li ser proje biryareke Amerîkayê ya girêdayî pêkanîna komîteyekê bo lêkolînkirina êrîşên bi çekên kîmawî li Sûriyê, lê belê dixuye ku ew rêkar rastî vîtoyeke Rûsî tê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov got ku ew dê pêşinyara "lêkolîneke rastgo û şefaf" di angaştinan de bike, bi beşdariya OPCW, di civîna Encumena Ewlekarî de.

Reşnîvsa piroje biryarê bi hewceyî neh dengan e di encumena 15-endam de û tu vîto ji aliyê endamên mayinde ve -- Brîtanya, Çîn, Frans, Rûsya û Amerîkayê -- neyên bilindkirin .

Rûsya mafê xwe yê vîto 11 caran bikar anîya di encumenê de bo rêgirtin li ber çalakiyên ku hevalbenda wê Sûriyê dikin armanc.

Amerîka pêşinyar dike ku komîteyeke nû bê pêkanîn bo heyama salekê bo li gel OPCW kar bike bo destnîşankirin aliyên berpirsiyar ji êrîşên kîmawî.

Fransa û Amerîka saz bersiveke bihêz didin

Fransa dê bersiva rejîma Serokê Sûriyê Beşar Esed bide eger belgeyan derxist ku ew li pişt êrîşa bi gaza klorîn a dawîn e, peyvdarê hikûmetê Benyamîn Grîvû Sêşemê got.

"Eger xîza sor hatibe derbaskirin, dê bersiv hebe," wî ji radyoya Europe 1 re got, wî da zanîn jî ku agahiyên hewalgirî yên ku Serok Emanwêl Makronû Serokê Amerîkayê Donald Tramp bi hev re parve kirine "ji aliyê tyorî ve bikarhatina çekên kîmawî piştrast dikin".

Di pêwendiyeke telefonî de êvara Duşemê, herdu serokan dubare êrîşa kîmawî nîqaş kir.

Yekîtiya Ewropî got "belge didin zanîn ku rejîmê êrîşeke kîmawî ya din bikar aniye".

Wezîrê Derve yê Birîtanî, Boris Jonson Duşemê bang bo "bersivdayîneke bihêz û yekalîker a navdewletî kir" li hember êrîşê.

Dema li gel hemberê xwe yê Fransî Jean-Yves Le Dryan bi rêya telîfonê re diaxivî, Jonson "tekezî kir li ser pêwîstiya mezin a bi lêkolînkirina tiştê li Dûmayê qewimî û misogerkirina bersiveke navdewletî ya bihêz", Ofîsa Karûbarên Derve di daxuyaniyekê de got.

OPCW Duşemê got ku wê "analîzên seretayî yên raportên li dor angaştinên bikarhatina çekên kîmawî" amade kirine.

Rêvebirê wê Ehmed Uzumcu got ku agahiyên berferehtir hatine komkirin "bo diyar bikin gelo çekên kîmawî hatine bikaranîn yan nehatine bikaranîn".

Şermezarkirineke herêmî

Serokê Turkî Recep Teyip Erdogan îro Sêşemê soz da ku ew kesên li pişt kuştina kesên sivîl li Xûtaya Rojhilatî dê "nirxê wê yekê giranbuha" bidin.

"Ez naletê li wan kesên ku ev komkujî cîbicî kirin dikim. kî be yê ew yek kiriye, amadekar dê werin muhasebekirin û bêguman ew dê nirx giranbuha bidin," Erdogan di civîneke partîya xwe de li parlemanê got.

Urdin roja Duşemê êrîş şermezar kir, wê bang bo peygerîneke navdewletî ya lezgîn kir.

Berdevkê hikûmetê Mihemed Mûmanî got ku Urdin piştgirîya" nêta Rêxistina Qedxekirina Çekên Kîmawî dike ku peygerîneke tevgir derbarê vê êrîşê çêke û helwesteke cuncan ji ciavaka navdewletî debarê tawanbar bigirin xwe".

Erebistana Seûdî şêwirê bi hevalbendên xwe re dike derbarê çawa bersiva van êrîşên kîmawî yên tê angaştin bikin, wezîrê derve yê mîrnişînê îro Sêşemê got.

"Helwesta me ew e ku ew kesên berpirsyar derbarê bikaranîna çekên kîmawî divê werin muhaebekirin û werin dadkirin," Adil Jubêr ji rojnamevanan re got li Parîsê di serdaneke mîr Mihemed bin Selman de.

Behrênê roja Duşemê ev êrîşa tê angaştin weke "êrîşeke kirêt" şermezar kir û teqez kir ku "hewcedarî heye ku hewldanan bi lez bikin da ku sivîlan li hemû beşên Sûrîyayê biparêzin".

Li Dohayê, wezareta derve ya Qeterê got ku ew bi "kûrahî ji ber vê tawanê şok bû".

"Bêcizakirina tawanbarê şer li Sûrîyayê gelek stemkarî encam da û bandora hewldanên cîbicîkirina dadwerîyê bo qurbanîyan kêm kir," wê anî ziman.

Berpirsyarek li wezareta derve ya Kiwêtî got ku hejmara kuştîyan li Dûmayê "êşdar e" û wî bang kir ku kiryareke lezgîn ji alîyê civaka navdewletî ve were kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500