Nûçeyên Iraqê
Civak

Pentagon: "Tiştek nehatiye guhertin" di misyona Amerîkayê de li Sûriyê

Diyaruna û AFP

Wêneya ku 2ê Nîsanê hatiye girtin bingeheke serbazî ya Amerîkî li Asaliyayê nîşan dide, ku dikeve navbera bajarê Helebê û bajarokê Mibicê. Dora 350 endamên hevpeymaniya navdewletî, di nav de hêzên Amerîkayê, li deverê cih digrin. [Delil Souleiman/AFP]

Wêneya ku 2ê Nîsanê hatiye girtin bingeheke serbazî ya Amerîkî li Asaliyayê nîşan dide, ku dikeve navbera bajarê Helebê û bajarokê Mibicê. Dora 350 endamên hevpeymaniya navdewletî, di nav de hêzên Amerîkayê, li deverê cih digrin. [Delil Souleiman/AFP]

Misyona serbazî ya Amerîka li Sûriyê nehatiye guhertin û dê hêz li wir bimînin, Pentagon roja Pêncşemê (5ê Nîsanê) ragihand, çend rojan piştî Serok Donald Tramp got ku ew dixwaze hêzên Amerîkayê vekişîne.

"Hebûna me li Sûriyê 'Dewleta Îslamî' DAIŞ), şikenand" berdevkê Pentagonê, Dana White got. "Ew misyon nehatiye guhertin."

Sêşemê, Tramp eşkere kir ku dora 2,000 hêzên Amerîkayê yên ku di şerê li dijî DAIŞê de cih girtine dê di demeke nêz de vegerin welat.

Koşka Sipî roja Çarşemê got ku misyona serbazî ya Amerîkayê li Sûriyê "nêzî dawîhatinê dibe" lê diyar kir ku tu dem ji vekişînê re nehatiye destnîşankirin.

"Misyona serbazî ya nehiştina DAIŞê li Sûriyê bi lez nêzî dawîhatinê dibe, û hema bibêje DAIŞ bi temamî hatiye wêrankirin," daxuyaniyeke Koşka Sipî got.

"Amerîka û hevparên me hîna pêbendin bi nehiştina hebûna piçûk a DAIŞê li Sûriyê, hêzên me heta aniha hebûna wan bi dawî nekiriye."

"Em dê şêwirên xwe bi hevkarên xwe û hevalbendên xwe re bidomînin derbarê planên siberojê. Em bawer dikin ku welatên herêmê û cîhanê, ligel NY, dê kar bo aştiyê û piştrastbûn ji bidawîhatina DAIŞê kar bikin."

Poletîka leşkerî '' weke xwe maye''

Pêncşemê, Birêveberê Giştî yên Pentagonê, ferîq Kenes MaKenzî got ku poletîka leşkerî wekî xwe maye.

"Em herdem di wê baweriyê de ne ku dema em bigihin dawiya erkê xwe li dijî DAIŞê li Sûriyê, em dê hebûna li wir li gorî pêwîst biguherin, lewra di rastî de tiştek nehatiye guhertin," wî got.

Hevpeymaniya navdewletî armancên DAIŞê li Sûriyê û Îraqê bi êrîşên asmanî kirin hedef ji 30ê Adarê heta bi 5ê Nîsanê, daxuyaniyeke hevpeymaniyê îro Înê got.

Êrîşa asmanî ya herî dawî li Sûriyê roja Yekşemê (1ê Nîsanê) bû, dema ku hêzên hevpeymaniyê êrîşeke asmanî pêk anîn ku ji lêdanên li dijî sê armancên DAIŞê li nêzî Elbû Kemal pêk hat, daxuyaniyê got.

Êrîşa asmanî yekîniyeke taktîkî ya DAIŞê kire armanc û navgîneke DAIŞê rûxand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500