Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Operasyonên ewlekarî digrine ser baregehên DAIŞê li Diyalayê

Xalid Ta´î

Hêzên Îraqî baregeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Diyalayê kifş dikin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî baregeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Diyalayê kifş dikin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî baregehên veşartî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran kirine baregehên ku rêxistinê li deverên dûr li parêzgeha Diyalayê ava kiribûn, Fermandarîya Operesyonên Diyalayê îro Înê (6ê Nîsanê) got.

Ji roja Duşemê ve, hêzên fermandarîyê, li gel hêzin ji artêşa Îraqî, polîs û hêzên asmanî operesyoneke berfereh cîbicî kirin da ku li deverên navbera navçeya Qara Taba û Gola Hemrînê li bakur û rojhilatê Diyalayê bigerin, fermandar ferîq Mizhir Ezawî got.

Wan gelek baregehên çekdaran ên li deverên dûr kifş kirin, baregehên ku bi awayekî baş hatibûn veşartin da ku ji alîyê çavdêrî û çavdêrîya asmanî ve neyên kifşkirin, wî ji Diyaruna re got.

"Me heşt veşartgeh û sê penagehên bi erdê yên ku di rê tunelan bi hev ve girêdayî bûn ên ji alîyê terorîstan ve dihatin bikaranîn wêran kirine," wî got.

Hêzên Îraqî "çar qeyik, çar navggîn û sê motorên ku terorîstan li wan baregehan hiştibûn çewitandin, depoyên cebirxaneyan teqandin û dabînkirinên xwarinê, jeneratorên kerebayê û sê konên ji veşartinê re dihatin bakaranîn wêran kirin", Ezawî got.

Bermayîyên DAIŞê dibine komin piçûk

Di heman demê de, hêza istixbaratî ya girêdayî fermandarîya polîsê Diyalayê operasyoneke taybet di kûrahîya devera Wadî Salabê cîbicî kir, li bakur û rojhilatê Baqûbayê.

Hêzê "baregehên terorîstan ên din jî wêran kirin, baregehên ku sê veşartgehên mezin dihewandin, du kemberên teqîner teqandin û çar motor û siwênkareke enerjîya rokê ya piçûn şewitandin", Ezawî got.

Du çekdar ên ku di dema êrîşê de di veşartgehê de hazir bûn hatin kuştin, wî anî ziman.

Ev operesyon armanc dikin ku "hemû deverên nenişînkirî li parêzgeha Diyalayê ji bermayîyên endamên terorîst paqij bikin", wî got, wî not kir ku niştecîyên xwecihî di rêya dabînkirina agahîyên deqîq alîkarîyê bi hêzên Îraqî re dikin.

"DAIŞ li parêzgehê nemaye û ti hebûna wê nine ji bilî weke komên piçûk, her komek ne bêtir ji sê yan çar tekekesan pêk tê," wî got.

Ev kom gelekî kêm in û operesyonên şopandina wan her û her berdewam in, wî anî ziman.

"Me encamin baş bi dest xistin û me ne hişt dijmin careke xwe bide hev û xwe organîz bike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500