Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Komeke sivîl a nû serpereştiya agirbesta li Idlibê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Tehrîr el-Şam in di çaxên pevçûnan de li hember Eniya Rizgarkirina Sûriyê li gundewarê Idlibê. Komeke sivîlan a nû hatiye sazkirin roja Pêncşemê (5ê Nîsanê) karî navbênkariyê di navbera herdu aliyan de bike. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarên Tehrîr el-Şam in di çaxên pevçûnan de li hember Eniya Rizgarkirina Sûriyê li gundewarê Idlibê. Komeke sivîlan a nû hatiye sazkirin roja Pêncşemê (5ê Nîsanê) karî navbênkariyê di navbera herdu aliyan de bike. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Rewşa li Idlibê û gundewarê Helebê aramtir e bi gihiştina her du hevbendiyê hevrik bi rêkeftineke agirbestê roja Pêncşemê (5ê Nîsanê), çalakvanekî xwecihî got.

Rêkeftin di navbera Tehrîr el-Şamû Eniya Rizgarkirina Sûriyê ya ku nû hatiye sazkirin bi navbênkariya komeke sivîl bi navê Yekîtiya Însiyatîvên Gelêrî hatiye encamdayîn, çalakvanê xwecihî, Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev kom hejmarek ji oldaran, kesayetên diyar, mamoste, doktor û xebatkarên medyayê yên ji herêma Idlibê li xwe digre.

Komê navbênkarî di navbera herdu aliyan de kirin "ji ber sivîlan baca herî giran a şer da", Esaf got, ligel gelek kuştiyan û birîndaran û wendahiyên madî yên mezin ji encama topbarankirinê.

Ev navgîneke serbazî ye ku di şerên nû da hatiye rûxandin, şerê li hember Eniya Rizgarkirina Sûriyê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ev navgîneke serbazî ye ku di şerên nû da hatiye rûxandin, şerê li hember Eniya Rizgarkirina Sûriyê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Wî got ku herdu aliyan deverên sivîlan topbaran kirin di dema pevçûnan de.

Esaf got ku ligorî endamên Yekîtiya Însiyatîvên Gelêrî, "vê rêkeftinê bayixdayîneke mezintir qezenc kir ji aliyê herdu aliyan ve bêtir ji rêkeftinên berê".

Tehrîr el-Şam sibeha Pêncşemê agirbest qebûl kir , lê Eniya Rizgarkirina Sûriyê herî kêm rojekê berê ew pejirandibû.

Dijberiya gelêrî zêde dibe

Esaf got ku qebûlkirina Tehrîr el-Şam ji însiyatîvê re tê di demekê de ku dijberiya gelêrî ji hevbendiyê re li Idlibê, gundewarê Idlibê û gundewarê Helebê berferehtir dibe.

Gelek bajarokan û gundan li van deveran daxwaz ji çekdarên Tehrîr el-Şam kirin ku bi temamî ji bajarokên wan biçin û wan ji ber wendahiyên madî û mirovî yên ji encama pevçûn û şerên li dar qerebû bikin.

Esaf got ku derengmayîna Tehrîr el-Şam ji pejrandina agirbestê re divegere hewla wê ya êrîşkirina li ser bajarokên stratejî Mikalbis û Daret Ezayê.

Lê êrîş bibinket û hevbendî tûşî wendahiyên girand bû.

"Endamên Yekîtiya Însiyatîvên gelêrê gotin ku piştrast bûn ku dê herdu rojên hatî pêşketinekê bibînin di gotubêjên di navbera herdu aliyan li dor bidawîkirina temamî ya şer û pevçûnan," Esaf got.

Wî got ku hevdem Tehrîr el-Şam berdewam e di binçavkirina dijberên xwe de li herêmê.

Wî got ku di rojên dawî de, hevbendî nav û wêneyên kesan belav dikepiştî ew ji Xûtaya Rojhilatî bo herêma Idlibê hatin veguhestin weke beşekî ji însiyatîvên şerseknandinê.

Wî got ku piraniya van kesan bi resen xelkên Xûtaya Rojhilatî ne û bi kîndariya xwe ji Tehrîr el-Şam tên naskirin û beriya aniha di rêzên komên dijberên wê şer kirine, nexasim şerê Xûtayê yê beriya du salan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500