Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên hevbeş bermahîyên DAIŞê ji biyabana Enbarê têk dibe

Xalid Ta´î

Hêzên pasvanîya sînorê Îraqî didin dû endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê di vê wêneya ku di 15ê Adarê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Pasvanîya Sînor hatiye wergirtin]

Hêzên pasvanîya sînorê Îraqî didin dû endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê di vê wêneya ku di 15ê Adarê de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Pasvanîya Sînor hatiye wergirtin]

Hewldanên berdewam ji alîyê hêzên Îraqî û yên hevpeymanîyê da ku bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji biyabana fereh ya parêzgeha Enbarê têk bibin heta asteke mezin gef li ser vê herêmê kêm kirin, berpirsyarên xwecihî gotin.

Van operasyonan rê li ber bermayên DAIŞê girt ku nema karibin xwe veşêrin û careke din xwe bidin hev û nema dihêlin ku ew bi azadî tevgerê bikin, qaimmeqamê navçeya Rutbayê Îmad Mişel îro Sêşemê (3ê Nîsanê) ji Diyaruna re got.

"Biyaban, bi taybet biyabana li derdora Rutbayê, di rewşeke baştir ji berê de ye, ji alîyê ewlekarî ve," wî got.

Gefa li ser Rutbayê ji deverên biyabanî yên derdorê heta asteke mezin kêm bûye bi saya operesyonên serbazî yên ku komên çekdarên DAIŞê yên mayî li wê derê dikin armanc.

Leşkerên Iraqî şahrêya navdewletî ya Îraq, Urdin û Sûrîyayê bi hev ve girê dide di vê wêneyê de misoger dikin. [Wêne ji Lîwayê Komando ya Fermandarîya Pasvanîya Sînor hatiye wergirtin]

Leşkerên Iraqî şahrêya navdewletî ya Îraq, Urdin û Sûrîyayê bi hev ve girê dide di vê wêneyê de misoger dikin. [Wêne ji Lîwayê Komando ya Fermandarîya Pasvanîya Sînor hatiye wergirtin]

Tevgera bermahîyên DAIŞê hat pûçkirin bi saya kampanyayên lêkolîn û çavdêrîya asmanî ya berdewam ji alîyê balefirên hevpeymanîyê û yên artêşa Iraqî, Mişel got.

Balefirên hevpeymanîyê hefteya borî li serkirdeyê DAIŞê yê berz Smaîl Mihemed Ebûd Qadî Îsawî da, yê herwiha weke Ebû Hişam tê naskirin, dema wî siwareya xwe li nêzî Debaayê li biyabana derdora Rutbayê diajot, wî got.

Ebû Hişam di gelek êrîşên li ser Bexda û parêzgehên başûrî de beşdar bû, wî got û ew serkirdeyekî sereke li ya jê re dihat gotin parêzgeha başûrî ya DAIŞê bû.

Roja Duşemê, balefirên şer ên artêşa Iraqî li du kemyonên bi çek û teqemenîyan barkirî da , kemyonên li ser rêya gundê Deramayê li Rutbayê bûn, Fermandarîya Operesyonên Hevbeş ragihand.

Di nîvê meha Adarî de, du navgîn hatin bombebarankirin dema ew diçûn biyabanê li alîyê Rutbayê, 10 kesên di wan navgînan de hatin kuştin, Mişel got.

Bazirganîyê bi Urdinê re dest pê kir

Hewldanê ewlekarî dê berdewam bin, Mişel teqez kir, wî bang kir çêkirina hêzên asmanî ji endamin taybet ên ku dê bidin dû bermahîyên DAIŞê û dê veşartgehên wan li biyabana Enbarê nîşan bikin.

Pêwîst e ku kwalîteya hewldana serbazî li Enbarê qayim bikin, wî got, ji ber ew parêzgeha herî mezin e û piranîya wê erdnîgarîyeke biyabanî ye.

Hêzên berpirsyar bo parastina deverên biyabanî hewcedarîya wan bi piştgirîyeke bêtir heye, bi rêya alavên çavdêrî û kifşkirinê û teknolojîya nûjen, wî anî ser ziman.

Di vê demê de, şarêya navdewletî ji Remadîyê heta derbasgeha Trebilê li ser sînorê bi Urdinê re "zor ewle ye", Mişel got.

Veguhestina bazirganî careke din dest pê kir, wî got, wî not kir "dora 400 kemyonên bi kel û pelan barkirî her roj ji Urdinê derbasî welat dibin".

"Tevgera sivîlan vegeriya normal," wî anî ziman. "Rê di rêya bêtir ji 40 xalên pêşkinînê hatiye parastin û gelek yekîneyên polîs û artêşê yên berpirsyar bo parastina wê hene."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500