Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam çalakvanan li gundewarê Idlibê digre

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr el-Şam li xaleke pişkinînê li gundewarê Idlibê belgeyên nasneme û telefonan seh dikin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam li xaleke pişkinînê li gundewarê Idlibê belgeyên nasneme û telefonan seh dikin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam dijberên hevbendiya tundrû digrin -- bi taybetmîdyavan -- li gelek gund û bajarokên parêzgeha Idlibê, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Di van saetên dawî de, yekîneyên Tehrîr el-Şam girtin ser malên çalakvanan û dijberên hevbendiyê li gelek beşan ji gundewarê Idlibê, asêgeha wê ya sereke, çalakvanê xwecihî Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Çekdarên hevbendiyê li xalên pêşkinînê yên li herêmê cih girtine, cihê ew gelekî bi nêzîkatî nasname û telefonan seh dikin, ew lê digerin bê tu naveroka weşandî yan çalakîyên medyayê yên dijberî yan rexneyê têkildarî Tehrîr el-Şam dikin, wî got.

"Çalakvan Ehmed Izo Şêx Elî û çalakvan Mihemed Ehmed Şêx Elî ji Sermedayê li bakurê Idlibê roja Duşemê (2ê Nîsanê) hatin girtin," Idlibî got.

Her duyan rexne li hevbendiyê digirt di medyaya civakî de, wî got.

Herwiha endamên Tehrîr el-Şam Ela Nizar Reya ji gundê Maret Humrayê li başûrê gundewarê Idlibê li xaleke pêşkinînê girtin, piştî telefona wî lêkolîn kirin dîtin ku naverokek û vîdyoyek belav kirine û di wan de rexne li hevbendiyê û endamên wê dike.

Li bajarokê Hasê, xortekî ciwan, Ebdula Ferhat, yekser hat kuştin piştî derbasbûna wî ji girtîgeha Iqabê re, ya girêdayî Tehrîr el-Şam, Idlibî got.

Tehrîr el-Şam ûEnîya Rizgarkirinê ya Sûrî ya nû hatiye damezrandinlihevkirine li ser agirbestekê ku êvara Duşemê hat wajûkirin, wî got.

"Hinek caran agirbest tê bipêkirin, weke tiştê şeva Yekşemê qewimî piştî Tehrîr el-Şam hewl da ku bigire ser bajarê Darat Izayê û bajarokê Mikelbisê," wî got.

"Endamên Tehrîr el-Şam Drat Izayê bi topavêjên giran bombebaran kirin, gelek sivîl birîndar kirin û ziyaneke mezin gihandine samanên wan ên taybet," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500