Nûçeyên Iraqê
Civak

Niştecîyên Mûsilê dest bi "Şoreşa Danebarê" dikin

Xalid Ta´î

Niştecîyên Bajarê Mûsilê yê Kevin molzan bi bikaranîna navgînên danaberê ji zikakên teng radikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Bender el-Ekêdî hatiye wergirtin]

Niştecîyên Bajarê Mûsilê yê Kevin molzan bi bikaranîna navgînên danaberê ji zikakên teng radikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Bender el-Ekêdî hatiye wergirtin]

Tevî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di meha Tîrmehê de ji Mûsilê hat derxistin, Bajarê wê yê Kevin hîn hemû moloz e.

Ji bo ku kolanan paqij bikin û bajar vegerînin rewşa wî ya berê, komek ji xwebexşên xwecihî insyatîfeke bi navê "Şoreşa Danaberê" çêkirin.

Danaber, bi devkîya Îraqî ya "kemyonên gemarê" hatine dezaynkirin da ku rahêja bermayîyan, xwebexş wan bi kar tînin da ku molozan rakin ji ber ew bi hesanî dikevin sikakên bajar ên teng de.

"Însyatîfa me di destpêkê de beşdarbûneke sade bû bi hewldanên şaredarîyê re da ku Bajarê kevin paqij bikin û molozan rakin," Bender Ekêdî got, çalakvanekî sivîl ê ku koma xwebexşan a Musabirûn lil Xeyr bi rê ve dibe.

Niştecîyên Mûsilê alîkarîyê bi karkerên şaredarîyê re dikin û molozan ji Bajarê Kevin radikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Niştecîyên Mûsilê alîkarîyê bi karkerên şaredarîyê re dikin û molozan ji Bajarê Kevin radikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

"Em hatin handan ku em bêtir kar bikin piştî me dît ku malbatên bêwar vedigerin korîdorên me paqij kirin," wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku malbat jî tevlî hewldanên paqijkirinê bûn.

"Gelek xelk tevlî vê hewldanê bûn û aniha bi sedan xwebexşên xwecihî ji hemû emran tevlî tîmên paqijkirinê bûne, tîmên ku li gelek taxan li Bajar Kevin kar dikin," wî got.

Navgînên ku bûn sîmbola karê xwebexş, dikarin rahêjin tenî mitreke sêcar ji molozan her carekê, Ekêdî got, "ev asta herî kêm e eger em bidin ber asta wêrankirinê li Bajarê Kevin".

Lê ew pir girîng in ji karê paqijkirinê re ji ber ew dikarin derbasî deverên teng bibin cihê ku kemyonên şaredarîyê û beldozerên mezin nikarin nikain derbas bibin, wî şîrove kir.

Heta aniha xwebexşan karîn çar taxan paqij bikin: Muşahede, Serçaxane, Xezrec û Farûqê.

Mêjera molozên hatin rakirin dike kapasîteya 15,000 navgînên danaberê, wî anî ser ziman.

Xwebexş xwe dispêrin xwe û piştgirîya ew ji xêrên taybet werdigirin da ku lêçûnên girêdayî vê hewldanê peyda bikin

"Armanc ew e ku hemû nîşanên şer rakin û jîyana normal vegerînin deverên ziyankirî," wî anî ziman, wî not kir ku her du astengîyên herî mezin ên dikevin rêya cîbicîkirina lezgîn ji planê re teqemenî û laşên veşartî di bin molozan de.

Hebeşkirina bar

Xwebexşên Şoreşa Denaberê "barê dikeve ser milên desthiladarîya xwecihî de hevpar dikin, barê ku hewldana komî dixwaze da ku bi ser bikeve", birêveberê şaredarîya Mûsilê Ebdul Setar Hebû got.

"Em bi hev re kar dikin û ew danaberan bi kar tînin da ku molozan ji sikakên teng rakin û bibin rê û deverên gelerî daku navgînên mezin di pişt re karibin molozan biguhêzin dervey bajar," wî ji Diyaruna re got.

Şer li Mûsilê "dora 3.5 mîlyon tonên kubîk ji molozan" çêkirin, Hebûb got, wî not kir ku heta aniha 2.5 mîlyon tonên kûbîk ji gemarê hatiye rakirin ji gelek deveran -- dora 3.4 mîlyon tonan.

Herwiha şaredarîyê rahiştiye 7,500 navgînên şewitandî yên operasyonên serbazî ew encam dan û ew dest bi kampanyayekê dikin da ku 3,000 navgînên ziyankirî rakin, piranîya wan ji Mûsila Rojabayî, wî anî ziman.

Plan hene ku şarê û subrêyan careke din rast bikin, park û meydanên gelerî ji nû ve ava bikin û dora 25,000 qetên bilokan ji rêyan rakin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500