Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Tê payîn hejmara sivîlan zêde bibe piştî êrîşeke asmanî li nêzî dibistanekê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karkerine berevaniya sivîl hewl didin mozlên stargehekê rakin ku ew bibû hedef di êrşa asmanî ya Çarşemê (21ê Adarê) de li bajarokê Kefir Betîx li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Berevaniya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Karkerine berevaniya sivîl hewl didin mozlên stargehekê rakin ku ew bibû hedef di êrşa asmanî ya Çarşemê (21ê Adarê) de li bajarokê Kefir Betîx li gundewarê Idlibê. [Wêne ji Berevaniya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Hinek zarok hîna di nav mozelan de wendayî ne piştî êrîşeke asmanî li Idlibê roja Çarşemê (21ê Adarê) ku tê bawerkirin ku rejîma Sûriyê pêk aniye, zedetirî 20 kesan jî di êrîşê de hati kuştin, piraniya wan zarok in, çalakvan dibêjin.

Herî kêm 16 zarok hatine kuştin dema ku balafirên şer bajarokê Kefir Betîx li gundewarê rojavayî yê Idlibê roja Çarşemê kirin armanc, çalakvan Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand, û tê payîn ku hejmar zêde bibe ji lêgerîna li qurbaniyan didome.

"Balafirên şer li ser bilindahiyeke nizim difirîn û êrîşeke asmanî ya wehmî pêk anîn hişt ku hinek şagirtên dibstaneke birevin stargeheke nêzîk -- şikefteke ku hatiye hazirkirin bo buyerên wiha," wî got.

"Balafirên şer vegeriyan û stargeh rasterast kirin armanc, ew rûxandin, ev yek jî bû sedema gelek qurbaniyan," wî got.

Esaf got ku piraniya kesên di stargehê de hatine kuştin û hîna hinek zarok wendayî ne, rakirina mozelan û lêgerîna li qurbaniyan berdewam e.

Di nava miriyan de 16 zarok hene, yê herî mezin e 11 salî ye, wî got. Yên mayî temenên wan di navbera 7 û 9 salî de ne.

Esaf got ku dê û bavê du zarokên ku di êrîşê de hatibûn kuştin wefat bûn, û dêyek û kurê wê yê 2 salî jî.

"Devera armanckirî ne leşkerî ye," wî got, û da zanîn ku yên ku di êrîşa asmanî de mirin reviyane deverê piştî ku ew hatin agahdarkirin bi rêya medya civakî ku balafirên şer berê xwqe dane deverê.

Şaxên zeytûnan û keskahî

Li Kefir Betîx, malbatan laşên zarokên xwe bi betaniyên hirî yên qalind pêçan, AFP ragihand.

Wan kefenên demkî bi şaxên zeytûnan û keskahiya ji darên gund kirin nuximandin beriya ku wan di gorên kûr de di xaka sor de werin bicihkirin.

Mamostayekî got ku ew tev şagirtan li dibistanê bûn dema ku balafireke şer êrîşên asmanî dan destpêkirin.

Ebdulrehman Omer got ku zarok bilez direviyan malê dema ku bombebarandin zêde kirin.

"Hinek kesên kal bo şikeftekê hatibûn anîn bo ji wan re bibe stargeh," Omer got.

Wî got ku piştî karkerên ewlekirinê dilezandin bo alîkarîkirina qurbaniyan û rakirina laşên êrîşa yeke, balafira şer careke din êrîş dikir.

Sêşemê, êrîşeke asmanî li ser dibistanekê li bajarokê Erbînê yê li jêr kontrola opozîsyonêli derveyî Şamê hejmarek ji zarokan kuştin, yên ku xwe di jêrzemînekê de veşartibûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500