Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Niştecîyên Hewicayê alîkarîyê dikin bi têkbirina şanên DAIŞê

Xalid Ta´î

Leşkerên Îraqî nîşana serkeftinê di operesyoneke bo tinekirina şanên razayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li hewîcayê. [Wêneji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî nîşana serkeftinê di operesyoneke bo tinekirina şanên razayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li hewîcayê. [Wêneji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Niştecîyê Kerkûkê Saed Mihemed û malbata xwe nû vegeriyan mala xwe li rojavayê Hecîcayê li taxa Ebasîyê piştî du salan ji bêwarîyê.

"Tiştek bêhempa nîne weke ku tu li jêr banê xwe bijî û karibî karê xwe bikî da ku tu zarokên xwe xwarin bidî û wan bê tirs bi xwedî bikî," Mihemed, ê 55 salî, yê ku dikaneke wî heye û cil û kosmetîkan difiroşe, got.

Di van rojan de, wî ji Diyaruna re got, ew pê dihese ku "Xwedê ew nû ji dêya wî re da".

"Rojên terorîzmê qediyan," wî got, wî anî ziman ku niştecîyên bajar derbestkirî ne ku aramîyê li deverê biparêzin û bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rakin.

Niştecîyên Hewîcayê dicivin da ku awayên parastina deverê ji şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) niqaş bikin. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî, serkirdeyê êlên Hewicayê hatiye wergirtin]

Niştecîyên Hewîcayê dicivin da ku awayên parastina deverê ji şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) niqaş bikin. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî, serkirdeyê êlên Hewicayê hatiye wergirtin]

"Hêzên ewlekarîyê berpirsyarên ewlekarîya me ne, lê bi awayekî seretayî li ser me dimîne," wî got. "Em nema dikarin vegerin rewşa berê."

Şanên razayî hîn mane

Tevî ku aramî li Hewîcayê serdest e, şanên razayî yên DAIŞê yên ku sûdê erdnîgarîya deverê ya tund digirin hîn gefekin ji niştecîyan re.

Erkê herî mezin li pêşîya me ew e ka çawa em dê van şanan tine bikin, fermandarê devera Hewîcayê yê êlî yê meydanî Selah Rezûqî ji Diyaruna got.

Di van hefteyên burî de, me dît DAIŞ êrîşî gundên dûr dike û sivîlan, hêzên ewlekarîyê û xwebexşan dike armanc," wî got.

Di 18ê Sibatê de,çekdaran 27 endamên komeke şibih serbazî ya girêdayî hêzên Iraqî li gundê Sedanîyayê kuştinli başûr û rojhilatê bajar.

Ev êrîş ji me re weke "alên sor in ji me û niştecîyan re", Rezûq got.

Divê alîkarî di navbera hêzên ewlekarîyê û niştecîyên xwecihî de were qayimkirin da ku cih ji çekdaran re nmîne ku xwe tê de veşêrin, wî not kir ku niştecî hewl didin ku alîkarîyê bi gelek awayan bi hêzên ewlekarîyê re bikin.

"Ew bi hestê perpirsyarîyê tên handan û arezû li cem wan heye ku gefê ji bajarê xwe rakin û serkeftinê biparêzin," wî got.

Jîyana normal vedigere

Li gelek deverên bajar, di nav de Ebasî û Zanba Jorîn, niştecîyên bêwar teqrîben bi temamî vegeriyan, endamê encumena parêzgeha Kerkûkê maen Mihemed ji Diyaruna re got.

Jîyan li van deveran careke din dest pê kir, bazarên çalak û çalakîyên bazirganî yên tendirustî, wî got, wî not kir ku dibistanan pêşwazîya xwendekaran kir û xizmetguzarîyên mîna av û kehrebeyê bi awayekî baş berdest in.

Heman tişt li navenda navçeya Hewîcayê "nêvî ji niştecîyên wê aniha vegeriyan, tevî xizmetguzarîyên berdest kêm in", Mihmed got.

Rewşa ewlekarî gelekî alozdar e, li taxên îdarî yên Riyad û Reşadê, li başûr û başûr û rojhilatê Hewîcayê, wî got.

Li gund û deverên dûr li wan cîhan, çekdar sûdê ji erdnîgarîya tund digirin da ku xwe veşêrin.

Ew ji şkeft û newalankar dikin

Kampanyayên ewlekarîyê yên aniha têr nakin da ku gefa şanên DAIŞê dûrxin, Rezûq hişyarî da, ji ber Hewîca beşeke ji Newala Zxeytûnê ye, ya ku zincîrek ji newalên piçûk û girên fereh ên neniştecîkirî di nav xwe de dihewîne.

Pêdivî bi paqijkirineke tevgir heye "kampanyayeke berfereh ya ku gelek yekîneyên serbazî tê de beşdar bibin bi piştgirîya êrîşên asmanî yên berdewam", wî got.

"operesyonên terorîst ên dawî êrîşên [êrîşên barkêş û êrîşî] bûn ên ji alîyê hejmarek piçûk ji çekdaran hat cîbicîkirin," serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewyê Burhan Asî ji Diyaruna re got.

Ev çekdar bi şev kar dikin, di reşê de û bi lez vedigerin şkeftan cihê ku ew xwe vedişêrin piştî ew êrîşên xwe cîbicî dikin, wî got.

Êrîşên belawela bi awayekî sereke mebesta wan ku dînîtîyeke li ser medyayê çêkin, Asî got, wî anî ziman ku pir girîng e ku serwerîya Iraqê bi awayekî tam pêk bînin li deverên rizgarkirî.

Niştecîyên xwecihî "piştgirîyeke xurt ji hêzên ewlekarîyê re dikin û gelekî dilxwazin ku taxên xwe biparêzin da ku nehêlin careke din terorîst destên xwedeynin ser", wî pirşrast kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silavên Xwedê li we bin! Hun karin ji kerema xwe re belav bikin gelo sibe, Duşemê (9ê Nîsanê), betlane ye yan na? Ezmûnên min hene, û mamosteyan li dibistanê got çima em dê dagirkirina Bexdayê pîroz bikin. Hun dikarin ji kerema xwe bersiv bidin, an jî agahiyên têkildar vê heftiyê belav bikin? Heta aniha, Ew dibêjin ku dengûbasên piştrastkirî ew in ku Sêşem, Çarşem û Pêncşem betlane ne. Gelo, Duşem jî betlane ye yan na? Baştirîn silav. Sipas. Hun dikarin ji kerema xwe re bersiv bidin?

BERSIV BIDE

Gelo Sêşem, Çarşem û Pêncşem ji ber mirina Mûsa Kazimî betlane ne? Û ev tevahiya Îraqê li xwe digre yan jî bi tenê deverên başûrî û navîn?

BERSIV BIDE