Hêzên Iraqî îro Sêşemê (20 Adarê) îlan kir ku wan tedbîrin ewlekarî yên nû danîn da ku li dijî êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên belawela li ser şarêya Kerkûk-Bexdadê derkeve.
Hêzin ji Fermandarîya Operesyonên Dicleyê belavbûna xwe bi dirêjahîya şarîyê û rêyin din di çarçûveya herêma li jêr berpirsyarîya wan li parêzgha Diyalayê qayim kir, Fermandarê Operasyonên Dicleyê, ferîq Mizhir Ezawî, got.
Tevger hat piştîerîêeke kujer ya 11ê Adarê li ser şarêyê, ya dinavbera parêzgeha Diyala û Selahedînê de.
"Me tedbîrin qayim û deqîd danîn, mîna pasvanî, kemîn û xalên pêşkinînê herwiha şopandina şanên dijmin," Ezawî ji Diyaruna re got.
Tevî ku rêxistin ji hêla serbazî ve hat tunekirin, wî got, bermahîyên DAIŞê "vê dawîyê xwe spartin êrîşên kîndar li dijî cîvlên rêwîtîyê dikin"
"Operasyonin belawela û sînorkirî hene yên ji alîyê şanên razayî ve tên cîbicîkirin," wî teqez kir. "Em li dijmin digerin û dê nehêlin ku ew van tawanan dubare bike û gefê li se jîyana welatîyan bikin."
"Hevahengîyeke li ser astekebilind di nav me û branşên din ên hêzên ewlekarîyê de hene û planine bi zanebûn hatine dizaynkirinhene da ku terorîstan bi temamî tine bikin," wî anî ziman.
Em nikarin van planan eşkere bikin, wî got, lê "em dikarin ji xelkên xwe re misoger bikin ku terorîzm dê nemîne û em dê dudilî nebin ku em erkê xe pêk bînin".
Veşartgehên DAIŞê tên hilweşandin
Ji destpêka vê salê de, Fermandarîya Operesyonên Dicleyê 315 kesên ku têkilîya wan bi tawanbaran û tawanên terorî re heye girtin, Ezawî got.
Herwiha wan çend cihên terorîstan wêran kirin, wî anî ziman, wî not kir ku operesyona roja Şemîyê wêrankirina du veşartgehên DAIŞê li navçeya Miqdadîyayê ya bakurî encam da.
Di hundirê her du veşartgehan de, wî got, hêzên ewlekarîyê 26 tifing, sê mîtralyoz, 15 êlekên teqîner, 46 sindoqên cebirxaneyan û dabênkirinên xwarinê dîtin.
Di destpêka vê hefteyê de, herwiha hêzên ewlekrîyê operesyoneke paqijkirinê ya mezin cîbicî kirin, ew li bermayîyên DAIŞê digeriyan li dedora navçeya Ezim li bakur û rojavayê Diyalayê, bi taybet li devera Mayîtayê, wî got.