Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Enbar kar dike bo nehêle tolhildanê li dijî malbatên endamê DAIŞê çêbibin

Ala Husên li Bexdayê

Polîsê Enbarê pêşwazîya malbatên bêwar dike yên vegeriyane malên xwe piştî rizgarkirina parêzgehê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela Facebookê ya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Polîsê Enbarê pêşwazîya malbatên bêwar dike yên vegeriyane malên xwe piştî rizgarkirina parêzgehê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela Facebookê ya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Kiryarên tolhildanî yên li dijî malbatên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dê neyên tehmûlkirin, berporsyarên Iraqî û yên êlî ji Diyaruna re got, wan teqez kir ku ew dê bi van kesan re bi dadmendî li gorî qanûnê bidin û bistînin.

Serkirdeyên êlî li Enbarê bi awayekî demkî nahêlin ku malbatê DAIŞê vegerin parêzgehê daku nehêlin pêlek ji tolhildanê di navbera niştecîyên xwecihî de çêbibe.

Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî zelal kir ku divê weke welatîyên normal bi van malbatan re bidin û bistînin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kûd got.

Nabe em wan ji ber "lawên wan ên endamên DAIŞ" weke gunehkaran raçav bikin, wî ji Diyaruna re got.

Tevî wilo, Kûd anî ziman, dimîne ku tirseke rewa heye derbarê gefa ku dibe ev malbat bikin dema ew vegerin parêzgehê, ji ber gengaze ku hin ji wan penayeke ewle ji bermayîyên DAIŞê re peyda bikin.

Divê niştecî ti tirs derbarê tekekesên gumanbar bigihînin deshilatdarîyên sepandina qanûnê da ku bi wan re bistinin, ji dêla ku ew heyfa xwe bi destên xwe hilînin.

Qedexekirina tolhildana kesane

Êlên Enbarê gelekî kar dikin da nehêlin tolhildanên kesane yên malbatên DAIŞê dikin armanc çêbibin, birêveberê Encumena Êlî ya Enbarê Ebdul Wehab Serhan ji Diyaruna re got.

Wî bang li wan kesên derd ji destên DAIŞê dîtin ku dadmendîyê bixwazin ji dêla ku tolhildanê bikin.

Ji bo nehêlin hewldanên tolhildanê çêbibin, "êlan li Enbarê biryar da ku nehêlin aniha malbatên DAIŞê vegerin malên xwe heta ku rewş aram bibe û qurbanî werin sîgorîkirin", wî şîrove kir.

Serkirdeyên êlan bi berdewamî kar dikin da ku şeran çareser bikin û hêrsbûna êlî kêm bikin, ew digirine xwe ku jin û zarokên bêgunih ên malbatên DAIŞê biparêzin," wî anî ziman.

Rîspîyên êlan lîsteyin bi navên endamê DAIŞê dan wan xwe da destên hêzên ewlekarîyê li Enbarê da ku werin girtin, wî got.

"Ji destpêka krîzê, tenê 1% ji malabatan bi temamî xwe ji kurên xwe bêrî kirin," wî got, wî not ku wan destûr da van malbatan ku vegerin û ew ji alîyê hêzên ewlekar û xwecihî ve di civakê de hatin qebûlkirin.

Pejirandina bikaranîna qanûnê

Rîspîyên êlî yên Enbarê û fermandarên hêzên heşda êlî soz da ku li alîyê hêzên ewlekarîyê û desthilatdarîyên qanûn bin dema em bi malbatên DAIŞê re bidin û bistînin, Felah Qerexolî yê fermandarê hêzên heşda êlî, got.

"Qanûn serdest e û bi çi awayî be kiryarên tolhildanî li dijî malbatên DAIŞê dê neyên tehmûlkirin," wî ji Diyaruna re got.

"Eger kesek gumanbar hebe ku têkilîya wî bi rêxistina terorîst re heye, desthilatdarîyên qanûnî yên têkildar dê bi wan re bidin û bistînin," Qerexolî got.

Ji bilî çend haletan li deverên dûr ên bi piştgirîya DAIŞê tên naskirin, ti halet nînin ên didin xuyakirin ku niştecî hewl didin tolhildanê bikin li parêzgehê.

"Bûyerên tolhildanê nehatine qeydkirin û ew bi awayekî kesane na fermî hatine cîbicîkirin," wî got.

"Hêzên heşda êlî li parêzgehê bi awayekî tam qanûnê qebûl dikin," wî anî ziman, wî not kir ku ew bi temamî bi parastina aramîyê li parêzgehê mijûl bûn ji dema têkbirina DAIŞê ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500