Hêzên rejîma Sûrî ji hin çeperên xwe li rojhilatê Qelemûnê, li derveyî Şamê, reviyan piştî ku komên opozîsyonê -- di nav wan de tundrew hene -- êrîşeke nişkî kirin, çalakvanan û kesayetên opozîsyonê roja Yekşemê (18ê Adarê) ji Diyaruna re ragihandin.
Di êrîşê de, ya piştî çend mehan ji aramîyeke rêjeyî li deverê tê, çekdarên opozîsyonê karîbûn dest deynin ser çeperên rejîmê û depoyên çek û cebirxaneyan, çalakvanê xwecihî Mamûn Hiwêdî ji Diyaruna re got.
Komên opozîsyonê li devera rojhilatê Qelemûnê êrîşeke bi navê "Şehîd Suad Kiyarî" kirin weke hewldanekê daku zextê ji ser Xûtaya Rojhilatî sivik bikin, wî got.
Beşê navîn ji Xûtaya Rojhilatî û devera Dûmayê hîn dorpêçkirî ne û hêzên rêjîmê pêşveçûnê didomîne û zextê li ser deverê dike, wî got.
Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, hêzên rejîmê 80% ji Xûtaya Rojhilatî vegerandine.
Wan deverên mayî ên li jêr kontrola opozîsyonê dabeş kirin çend beşên cuda, her beşek li jêr kontrola komine opozîsyonê ên cuda ye, AFP ragihand.
Cêş el-Îslam hatiye cudakirin li berîkeke bakurî li derdora Dûmayê, lê tundrewên Erarel- Şam kontrola devereke piçûk li derdora bajarokê Herestayê li rojava dikin û Feyleq el-Rehman kontrola devera derdora Erbînê dike.
Êrîşeke nişkî li Mehsayê
Di heman demê de, komên opozîsyonê karîbûn pêşketineke balkêş pêk bînin piştî wan êrîşeke nişkî li devera Mehsayê li rojhilatê Qelemûnê kir, Hiwêdî ji Diyaruna re got.
"Hêzên rêjîmê ji deverê reviyan piştî hejmarek ji şervanan hatin kuştin û birîndarkirin," wî got.
Komên ku êrîş cîbicî kirin li jêr ala Tehîrî el-Şam kar dikin ya ku "Neqîbê artêşa Sûrî ê berê Fîras Bêtar, ê ku ji rêjîmê veqetiya, birêveberîya wê dike", wî anî ser ziman.
Piranîya van koman li bajarokê Ruheybayê bi cih dibin û wan di şerên Qelemûnê ên berê de li dijî rejîm û milîsên alîgirê wê, bi taybet Hizbelaya Lubnanê, şer kirine.
Tehrîr el-Şam û komên din ên li gel wê şer dikin, di nav wan de hêzên Usûd el-Şerqîyê û Şehîd Ehmed Ebdo, dest danîn ser tankeke T-72 û depoyên çek û cebirxaneyan ên ku rejîmê dest ji wan berda, Hiwêdî got.
Zêdeyî vê yekê, balefireke şer ya rêjîmê li devera rojhilatê Qelemûnê hat xistin dema wê hewl dida ku bigire ser çeperên Tehrîr el-Şam û pêşketina wê rawestîne, wî got.