Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Mirin li benda milîtanên DAIŞê yên koç dikin Afxanistanê ye

Salaam Times

Gelek ji vîdyoya dawî ya ku şaxê DAIŞê li Afxanistanê weşadiye nîşan dide ku endamên wê kêm-çek in, ji serma dilerizin, bê vehewangeh in, û bi îmdad û xwarineke kêm li deverine çiyayî yên bilind in.

Gelek ji vîdyoya dawî ya ku şaxê DAIŞê li Afxanistanê weşadiye nîşan dide ku endamên wê kêm-çek in, ji serma dilerizin, bê vehewangeh in, û bi îmdad û xwarineke kêm li deverine çiyayî yên bilind in.

Tundrûyên ku xwedî li banga "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) a çûna bo Afxanistanê divê du caran bihizirin beriya ku ew hingaveke wiha bidin, berpirsiyarên Afxan û şirovekar dibêjin.

Şaxê Xorasanê yê DAIŞê vîdyoyeke 25-xulekî weşand roja 4ê Adarê tê de propaganda bo asêgehên DAIŞê li bakur û rojhilatê Afxanistanê dikir "weke bijareke koçkirinê" jimilîtanên ku nikarin bigihin Îraq û Sûriyê, Koma Hewalgirî ya SITE roja 6ê Adarê got.

Vîdyo, bi peyamên bi zimanên Paştû, Farisî û Uzbekî, hovîtiya koma terorîst nîşan dide, di nav de rahênankirina leşkerên zarok û sêdarekirina zindaniyan.

DAIŞ li ser keviya hilweşanê ye

Milîtanên ku diçin Afxanistanê wekî DAIŞ bi tenê çarenivîsa wan mirin e ji ber rêxisitn li ser keviya hilweşanê ye, li gorî Wezareta Berevaniyê ya Afxanî.

Skrînşoteke ji vîdyoyeke DAIŞê ku 4ê Adarê hatiye weşandin, dewsa êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê li ser veşargeheke DAIŞê nîşan dide.

Skrînşoteke ji vîdyoyeke DAIŞê ku 4ê Adarê hatiye weşandin, dewsa êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê li ser veşargeheke DAIŞê nîşan dide.

Skrînşoteke ji vîdyoyeke DAIŞê ku 4ê Adarê hatiye weşandin, zarokekî Afxanî yê bizdandî nîşan dide. DAIŞ hewl dide ku hevpeymaniyê bi kuştina sivîlan di aloziya Afxanî de gunehbar bike, lê belê zincîrek ji êrîşên terorî yên xwîndar ên DAIŞê li dijî Afxaniyan di mehên dawî de berevajî vê yekê dide pêş.

Skrînşoteke ji vîdyoyeke DAIŞê ku 4ê Adarê hatiye weşandin, zarokekî Afxanî yê bizdandî nîşan dide. DAIŞ hewl dide ku hevpeymaniyê bi kuştina sivîlan di aloziya Afxanî de gunehbar bike, lê belê zincîrek ji êrîşên terorî yên xwîndar ên DAIŞê li dijî Afxaniyan di mehên dawî de berevajî vê yekê dide pêş.

Skrînşoteke ji vîdyoyeke DAIŞê ku 4ê Adarê hatiye weşandin, nîşan dide ku terorîstên DAIŞê sivîlên bêwan gulebaran dikin.

Skrînşoteke ji vîdyoyeke DAIŞê ku 4ê Adarê hatiye weşandin, nîşan dide ku terorîstên DAIŞê sivîlên bêwan gulebaran dikin.

"Hemû pilanên DAIŞê li Afxanistanê bin ketin û ev rêxistin hat têkbirin," Gen.Dewlet Wezîrî, peyvdarê Wezareta Berevaniyê, ji Salaam Times re ragihand. "Şaxê Xorasanê yê DAIŞê piraniya endam, çek û karînên xwe yên şerkirinê li zonên bakurî û rojhialtî ji dest dane."

"Di her du salên borî de 3,500 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, zêdetirî 1,000 ji wan birîndar bûn û zêdetirî 500 ji wan hatin girtin," wî got.

Terorîstên DAIŞê "divê baş bizanin ku Afxanistan ji wan re ne warekî ewle ye û eger ew biçin bakur an rojhilat [li Afxanistanê], ew dê ji aliyê sivîlan û hêzên ewlekariyê ve bên tarûmarkirin", Wezirî got.

"Milîtanên DAIŞê hemû bingehên xwe li Parêzgeha Nangarharê ji dest dan, ên ku carê baregehên wan bûn. Bi tenê berî du salan 4,000 endamên wan li rojhilatê welat hebûn, aniha 400 endam jî nemane," wî got.

"Operasyonên hewayî û bejahî berdewam in bo jinavbirina paşmayiyên DAIŞê li deverên belawela yên Nangarharê," wî da zanîn.

Êrîşên asmanî yên hêzên Afxan û hêzên Misyona Piştgiriya Yekalîker ya Amerîkî jî berdewam in li Navçeya Darzab ya Parêzgeha Cawzcanê, ku li wir DAIŞ "heta radeyekê çalak e", wî got.

"Di encamê de ... bi dehan endamên xwecihî û biyanî yên DAIŞê hatine kuştin heta niha," Wezîrî got.

Rêxistineke nepejirandî ya terorî

Sedema sereke ya şikestina DAIŞê li Afxanistanê berxwedana xelkê ye û hevkariya wan bi hêzên ewlekariyê re ye.

"DAIŞ bi angaşta [damezrandina] 'Xîlafeta Îslamî', hat Afxanan û hewl da ku sûdê ji navê Îslam û Muslmanên Afxanê werbigre bo Afxanistanê bike baregehên xwe piştî wendakirinên li Îraqê û Sûriyê," Dawûd Rewaû, Profîsoreke di Zanîngeha Kabûlê de, ji Salaam Times re ragihand.

"Îdyolojî û kiryarên wan li gel çand û îdyolojiya Afxanan re neguncan e. 'Xîlafeta Îslamî' bi tenê slogan bû û dûr ji rastiyê bû," wî got.

"Afxanan zanî ku armanca sereke ya şopdarên a qaşo jê re tê gotin 'Xîlafeta Îslamî' biserxistina tundrewiya olî û çalakiyên terorî ye, ne Îslam e miyanrew e," wî got. "Ji ber vê sedemê, Afxanan DAIŞ û 'xîlafeta' wê red kirin û dest pê kirin şerê wê dikin."

"Kiryarên hovane yên ku DAIŞê li Sûriyê û Îraqê kirin li seranserê cîhanê hatin dîtin, bi taybetî ji aliyê Afxanan ve, yên ku ji salan de ew şerê terorîzmê dikin," Rewaş got "Hebûna rêxistineke wiha dê tu carî ji aliyê komeleya Afxanî ve neyê pejrandin."

"Lewra, DAIŞ nikare xaka Afxanistanê hilbijêre bo avakirina baregehên xwe," wî got, û wî anî ser ziman jî ku Afxan dê "bi nerênî bersiv bin" bo her rêxistineke terorîst ku Ebû Bekir Bexdadî pêşengtiya wê bike "wekî ku di her du sê salên borî de çêbû".

DAIŞ tu hevalbendan di Talîban de nabîne

Heta bi Talîban hewlên DAIŞê yên derbasbûna nava Afxanistanê napejirîne.

Di du mehên borî de, DAIŞ û Talîban li Parêzgeha Laxmanê ketin pevçûnan de, di encamê de bi dehan mirî û birîndar di rêzên her du aliyan de çêbûn, li gorî berpirsiyarên xwecihî, û vê yekê rê da Hêzên Berevanî û Ewlekarî yên Niştîmanî yên Afxanî ku operasyonan li dar bixin û wan herduyan ji nav bibin.

Dawiya sala par, DAIŞ û Talîban li ser kontrolkirina Parêzgeha Nangarharê ketin pevçûnan û di Mijdarê de her du rêxistinan "cîhad" li hember hev ragihand piştî "aloziyên kûr û xeterdar" li parêzgehên Cawzcan û Nangarhar, berpirsiyarên xwecihî ji Salaam Times re got.

Gulana sala par, berpirsiyaran ji Salaam Times re ragihand ku milîtanên Talîban û DAIŞê ketin şer de li seranserê Afxanistanê, pêşbazî dikrin di karîna talankirina xelkên sivîl de.

Berxwedan li hember zordariya DAIŞê

Di du salên borî de hebûna DAIŞê li Nangarharê hebû, "wê çendîn kiryarên hovane û tawan encam dane," Zabihulah Zemarayî, endamekî Encumena Parêzgeha Nangarharê ye, got.

"Wê xanî şewitandin, jin revandin, mezinên êln û zanayên olê reşkujî kirin û navendên tenduristiyê û dibistan girtin," wî ji Salaam Times re ragihand.

"Wê bi hemû karîna xwe hewl da ku şênî serî ji wê re deynin," wî got. "Tevî wiha jî, ev e [berevajî] encam."

"Gelê Nangarharê qebûl nekir tevlî DAIŞê bibe û li tenîşta hêzên ewlekariyê rawstiyan," Zemarayî got. "Wan şerê DAIŞê kir."

"Ne bi tenê şêniyên Nangarharê nehiştin ku DAIŞ cihê pêyê xwe li parêzgehê çêbike, belê ew milbimilê bi hêzên ewlekariyê tre êkoşînê dikin bo jinavbirina endamên mayî yên DAIŞê," wî got.

"Bi dirêjahiya dîroka welat, gelê Afxanî tu carî nebûye şopedarê rêberekî biyanî," wî got. "Lewra, wan ne bitenê qebûl nekir ku şopdarên rêxistina terorî ya DAIŞê bin, belê ew tevlîbûna di rêzên rêxistinê de li dijî ol û çanda xwe raçav dikin."

"Divê terorîstên DAIŞê neyên vir, ji ber hemû rêberên wan û piraniya milîtanên şaxê wan ê Xorasanê li jêr xaka Afxanistanê hatine binaxkirin," Zemarayî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gelo ev nûçe dîyar dike ku reva ji Îraq û Sûrîyayê zêde bû heta wê radeya ku gefê li ajandayên Amerîkîyan û Sehyûnîyan dikin berî qedandina programên ku bi rêya ajandeyên xwe dariştine? Ev nûçe gefxwarineke ne eşkere ye bi kuştin eger ew vegerin welatên xwe yên resen, û ev yek ji bo çeteyên ji Şîşanê û Ewropaya Rojhilatî hatine rast e.

BERSIV BIDE

Dest xweş!

BERSIV BIDE