Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Derxistina nexweş û birîndaran ji Xûtaya Rojhilatî dest pê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokên nexweş ji Xûtaya Rojhilatê tên alîkarîkirin daku siwarî embulensekê bibin daku ew bo Şamê werin veguheztin ji bo werin dermankirin. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Şamê hatiye werrgirtin]

Zarokên nexweş ji Xûtaya Rojhilatê tên alîkarîkirin daku siwarî embulensekê bibin daku ew bo Şamê werin veguheztin ji bo werin dermankirin. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Şamê hatiye werrgirtin]

Proseya derxistina nexweş û birîndarên Sûrî ku gelek hewcedarîya wan bi dermannkirinê heye ji Xûtaya Rojhilatî heta nexweşxaneyên li Şamê roja Sêşemê (13ê Adarê) li jêr serperiştîya NY û Heyva Sor a Sûrî dest pê kir.

Pijîşkên di hundirê deverê de ji Diyaruna re got ku nifşê yekem ji kesên hatin derxistin, tenê nexweşên Dûmayê bûn, ji ber koma kontrola wî bajarî dikir ew e ya ku giftûgo di rêya NY re bi rêjîma Sûrî re kiriye.

Dr. Enes Ebû Yasir, yê ku di ofîsa bijîşkî de li Xûtaya Rojhilatî sektorê Merjê kar dike, ji Diyaruna re got ku 35 nexweş, piranîya wan jin û zarok bûn, bi pasdarên xwe re ji Dûmayê hatin derxistin.

Pêşî ew ber bi derbasgeha Wafidînê ve çûn û ji wê derê ew birin nexweşxaneyan li Şamê, wî tekez kir.

Yek ji embulensên ku nifşê yekem ji nexweşan ji Xûtaya Rojhilatî guhestin Şamê. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Şamê hatiye werrgirtin]

Yek ji embulensên ku nifşê yekem ji nexweşan ji Xûtaya Rojhilatî guhestin Şamê. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Şamê hatiye werrgirtin]

"Ev nifşê yem tenê bû ê biryar hebû ku ji bajar derkeve li gor lihevkirina ku NY sponserîya wê dike," wî got, wî not kir ku lihevkirinê herwiha bang kir ku hejmarek ji halatên din derxin deverine din.

"Ev derxistin ber bi alîyê Şamê tenê ve bû," wî got.

Roja Duşemê, NY got ku bêtir ji 1,000 kesî, piranîya wan jin û zarok, hewcedarîya wan bi derxistina pijîşkî ji Xûtaya Rojhilatî hebû, AFP ragihand.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, operesyona roja Sêşemê 150 sivîl ji Dûmayê derxistin.

Pêşbînî heye ku bi dehan kesên din -- hemû sivîl -- îro Çarşemê werin derxistin.

Lîsteyeke ji 700 navan

Kûmîteya pijîşkî li Dûmayê lîsteyek bi 700 navên nexweşan berhev kir, nexweşên ku hewcedarîya wan bi derxistinê heye, Ebû Yasir got.

"Lîste bi Heyva Sor ya Sûrî re hatine dabeşkirin, ya biryar dide bê kî her rojê dê were guhestin," wî anî ziman, wî not kir ku proseya hilbijartinê berêtîyê dide kesên xwedî nexweşîyên dirêjdem.

Berêtî ji jin û zarokan re ye, di pişt wan re birîndar û temendirêj tên, wî got.

"Lihevkirin tenê kesên nexweş û birîndarên sivîl li bajarê Dûmayê û deverên derdora wê digire xwe, ji ber ew di şerê dinavbera Ceyş Îslam û rêjîmê de dihat lêdan, di rêya NY re," wî got.

Bi vê awayî, deverên mayî nakevine ber lihevkirinê ji ber herêm ji sê beşên dorpêçkirî pêk tê û Ceyş Îslam kontrola deverekê tenê ji wan beşan dike.

Tu têkilî di navbera komîteyên giftûgoyan ên NY û komên kontrola wan her du beşên din dikin tune ye: Hresta, ya ku ji alîyê Ehrar el-Şam ve tê kontrolkirin û beşê navîn yê ji alîyê Feyleq Rehman ve tê kontrolkirin.

Lihevkirineke cuda li Xûtaya Rojhilatî hat cîbicîkirin, lihevkirina bang kir ku bêtir ji 60 malbatên ku li bajarokê Misrabayê asê mane werin derxistin.

Ev malbat hatine guhestin kampên pijîşkî li devera li jêr kontrola rêjîmê nêzîkî Şamê, Ebû Yasir got.

Guhdana pijîşkî ya lezgîn

Piştî bendewarîya salakê dom kir, welatîyê lingjêkirî Ratib Şêx Bekrî roja Sêşemê ji Dûmayê derket da ku li Şamê were dermankirin, ew hêvî dike ku karibe lingê xwe yê mayî biparêze, AFP ragihand.

Piştî ew giha xala pişkinînê ya Wafidînê ya li jêr kontrola rêjîmê ya li kêleka devera opozîsyonê, mêrê 56 salî xwe negirt û girî.

Lingê wî yê rastê heta nêzîkî kemaxa wî hat jêkirin û ev salek û nîv e ew li bendî derxistina pijîşkî ji Dûmayî bû da ku lingê xwe yê çepê derman bike.

"Ez têm da ku li Şamê werim dermankirin berî lingê min yê duwem jî jê bibe," wî got. Lê sê keç û du kurên wî hîn li Dûmaya dorpêçkirî ne, li jêr dorpêçkirin û bombebarankirinê.

Li xala pêşkinînê ya Wafidînê, gelek ji kesên derxistî gihane xaleke komkirinê ya demkî di dibistanekê de, gelekan ji wan sakoyên zivistanê li ser hev û du li xwe kiribûn, wan hewl dida ku çi qas gengaz be cilan bi xwe bibin.

Girêdayîwan kesên mayî, şert û merc dijwar in.

Dora 125,000 zarok li Xûtaya Rojhilatî dorpêçkirî ne, gelek ji wan êşa bedxwerîya dijwar dikişînin, Cîgira NY ya Bilind bo Mafên Mirov Kate Gilmore roja Sêşemê hişyarî da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500