Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Birîndar û nexweş ji Xûtaya Rojhilatî divê bên derxistin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Avahî li herêma li jêr destê opozîsyonê Xûtaya Rojhilatî li derveyî Şamê nîşanên ziyanên mezin li wan xuya dikin, ji ber êrîşên asnmanî û topbarankirina berdewam ên rejîmê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Avahî li herêma li jêr destê opozîsyonê Xûtaya Rojhilatî li derveyî Şamê nîşanên ziyanên mezin li wan xuya dikin, ji ber êrîşên asnmanî û topbarankirina berdewam ên rejîmê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Rêkeftineke nû hatiye ragihadin li herêma li jêr destê opozîsyonê Xûtaya Rojhilatî li derveyî Şamê bo derxistina birîndaran û nexweşan, çalakvanan got.

Di heman demê de, hêzên rejîma Sûrî serkeftin di dabeşkirina herêmê de bo sê parçeyan, ev yek jî guvaşeke bêhtir dixe ser sivîlan, ên ku dinalin ji ber dorpêça tund a ku ev sê sal in li ser wan hatiye sepandin.

Ceşy el-îslam, ê ku bajarê Dûmayê kontrol dike, Duşemê (12ê Adarê) eşkere kir ku ew bi hêzên rejîmê re gihiştye rêkeftinekê bi rêya NY bo derxistina birîndaran û nexweşan, çalakvan Ehmed Bêk ji Diyaruna re got.

NY got ku zêdetirî 1,000 kesî, ku rewşa dora 80 ji wan pir xedar e, bi hewcedarê derxistineke bi lez in ji Xûtaya Rojhilatî bo sedemên pijîşkî, AFP ragihand.

Zarokine Sûrî li pêş avahiyeke ku erîşên asmanî yên rejîmê ew xewir kirine dimeşin li herêma li jêr destê opozîsyonê Xûtaya Rojhilatî. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Zarokine Sûrî li pêş avahiyeke ku erîşên asmanî yên rejîmê ew xewir kirine dimeşin li herêma li jêr destê opozîsyonê Xûtaya Rojhilatî. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Li gorî rêkeftinê, yên bi hewcedarê derman û tedawîkirina li derveyî Xûtaya Rojhilatî ne dê ji deverê bên dersitin, Bêk ji Diyaruna re ragihand, û dê valakirin ber bi du aliyan ve be.

"Komek ji piraniya sivîlan dê berî bo nexweşgehên li Şamê û deverên li jêr kontrola rejîmê bê dayîn, û komeke din, ku dê bi awayekî serekî çekdarên birîndar bin, dê bo devera Idlibê bên veguhestin," wî got.

"Derxistin aniha pir girîng e ji ber kêmbûna qudretên nûjdarî ji ber piraniya nexweşgehan û navendên pijîşkî bûn li derveyî xizmetê piştî ziyanên giran ên gihiştin wan di êrîşên asmanî de û topbarankirinan de," wî da zanîn.

Sêşemê, ambûlansên Heyva Sor ya Erebî ya Sûrî amade bûn û Heyva Sor haziriya derxistina xelkê kiribû, AFP ragihand, kordînatorê mirovî yê NY li Sûriyê, Elî Zaetarî, amade bû.

"Komek ji kesên ku rewşên wan ên tendirustî xerab in dê werin derxistin di rêbenda Wafidîn re" bo xaka li jêr kontrola rejîmê, Yaser Delwan, serokê ofîsa siyasî ya Ceyş el-Îslam got.

Jêderekî leşkerî di rêbendê de piştrast kir "îroj haletên pijîşkî yên pir giran û birîndar hatin derxistin li gel hejmarek ji sivîlan".

Lê belê "tu çekdar dê îroj nemîne" bêyî wezîfe, wî da zanîn.

Xûtaya Rojhilatî dabeşkirî ye

Hêzên rejîmê di rojên dawî de serkeftin di dabeşkirina herêma Xûtaya Rojhilatî de bo sê parçeyên cuda, mizintirînê wan Dûma û deverên li derdora wê ne, Bêk ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got jî ku hêzên rejîmê bi temamî her sê dever dorpêç kirin, û ew bi berdewamî li jêr agirê topxaneyê û segvanan û êrşên asmanî ne.

"Dorpêça nû zehmetiyên kesên li herêma dorpêçkirî dijîn pir girantir kirin, ji ber girtina rêyîn kevin ên ku gengaz bû ku hinek xwarin û tiştên bijîşkî yên bingehîn û pêwîst bên qaçaxkirin," wî bal kişand.

Wî got ku tiştê mayî hinek alîkariya hewarçûnê ne ku vê dawiyê hatiye û hinek berhemên çandiniyê ne, û piraniya wan jî hatine xerckirin.

Wî got ku topbarana herî giran bajarokên Heresta û Erbîn, ên ku li jêr kontrola Tehrîr el-Şam in kirine armanc û dixuye ku armanca werê ya hêzên rejîmê ew ku derbasî wan bibin û wan kontrol bikin.

Bêk got ku pêleke mezin a bêwarbûnê ji Heresta û Erbîn û devrên derdorê ber bi başûrê herêmê ve dest pê kir, ew jî ji aliyê Feyleq el-Rehman ve, tê kontorlkirn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500