Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Gumanên nû derbarên bikaranîna gazên jehrîn di êrîşan de li Xûtayê tên holê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Du zarok ji bajarokê Hemûriyê tên şiştin da ku ew ji madeyên kîmawî bên paqijkirin, ew rastî wan hatibûn dema ku devera wan ji aliyê rejîma Sûrî ve hat topbarankirin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Du zarok ji bajarokê Hemûriyê tên şiştin da ku ew ji madeyên kîmawî bên paqijkirin, ew rastî wan hatibûn dema ku devera wan ji aliyê rejîma Sûrî ve hat topbarankirin. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Zêdetirî 100 sivîlên Sûrî tûşî zehmetiyên di henasedanê de bûn piştî topbarankirineke giran roja Çarşemê (7ê Adarê) li Xûtaya Rojhilatî, çalakvanan û nûjdaran got.

Navendên tendirustî li hermê pêşwaziya nexweşên nû bi van nîşanan kirin pişyî bordumankirins rejîmê ji bajarokên Hemûriyê û Sebqayê re, Dr. Henan Brahîm, nûjdareke li Xûtaya Rojhilatî dixebite, got.

Nîşanên wan diyar dikin ku "egereke pir mezin heye" ku hêzên rejîmê gazên jehrîn bikar anî bin di bordumankirina roja Çarşemê ya dijwar de, wê ji Diyaruna re ragihand.

Brahîm got ku ev bilindtirîn rêjeya haletên tengenefesiyê ye ji dema êrîşa herî dawîn a rejîmê dest pê kiriye, û devera hatiye armancgirtin jî bi himbizî nişînbûyî ye û hejmareke mezin ji mûşekan li ser deverê hatin barandin.

Tîmên nûjdarî zarokekê derman dikin ku birîndar bûye di êrîşên asmanî yên rejîma Sûrî de yên ku Xûtaya Rojhilatî kirin armanc şeva Çarşemê (7ê Adarê). [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Tîmên nûjdarî zarokekê derman dikin ku birîndar bûye di êrîşên asmanî yên rejîma Sûrî de yên ku Xûtaya Rojhilatî kirin armanc şeva Çarşemê (7ê Adarê). [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Wî got ku hewaya pîs derbasî wargehan û veşargehan bû, û şênî neçar kirin ku der bikevin derve ji tirsa mirina bi xeniqandinê.

Komeleya Sûrî Amerîkî ya Pijîşkî, ya ku nexweşgehên li Xûtaya Rojhilatî piştgirî dike, got ku qurbanî ji ber tengenefesî, xîzxîza sîngê û sorbûna çavan dinalin, AFP ragihand.

Duyem êrîşa hevşêwaz di heftiyekê de

Ev duyemîn car e vê heftiyên ku tengenefesî hatiye tomarkirin, çalakvanê ji Xûtaya Rojhilatî Mihemed Bêk ji Diyaruna re got.

Bajarokê Hemûriyê bi giranî hat bordumankirin derengiya Duşemê (5ê Adarê), û herî kêm 30 sivîl tûşî tengenefesiyê bûn.

Bêk got ku bordumanên şeva Çarşemê li Hemûriyê û Sebqayê pir dijwar bûn, û deverên nişînbûyî kirin armanc û herî kêm 70 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, li gorî amarên destpêkî.

Dibe hejmar bilind bibe "ji ber ku hinek li jêr kavilan mabin, û pir zehmete ku em bigihin wan ji ber bordumana giran û kiryarên bertengkirinê yên ku li ser tevgera tîmên berevaniya sivîl tên sepandin", wî got.

"Hêzên rejîmê û milîsên alîgir balafirên bê pîlot bikar tînin bo pêkanîna êrîşên asmanî li gund û bajarokên Xûtaya Rojhilatî," wî da zanîn, "ên ku bi bilindahiyeke nizim difirin û bi taybetî vehewangehan û veşargehan dikin armanc."

"Rokêtên bi Kilor"

Dr. Raphyêl Pitî ji Yekîtiya Rêxistinên Hewarçûnê û Guhlêdana Nûjdarî (UOSSM) got ku pir gengaz e ku gazên jehrîn hatin bikaranîn û xelk bi wan hatibe kuştin li Xûtaya Rojhilatî.

"Pevçûn êvara Çarşemê pir tundûtûjdar bûn," muxedirê Fransî û doktorê serbazî yên berê ji AFP re ragihand.

"Ji min re hat gotin ku rokêt kilor vedihewandin, û piraniya agirê topxaneyê û bordumanan napalm û fosfor di wan de hebûn," wî got.

"Ji bo zanînên me, 124 kes tûşî tengenefesiyên bûn li Sebqayê û Hemûriyê û bêhtir ji 100 sivîlan hatin kuştin di bombebarankirinan de," wî got.

"piraniya demê, ew piraniya yên bi giranî birîndar dibin di demjimêrekê de dimrin. Ew nagihhine nexweşgihê. Ew ji ber daketina oksijînê dimrin," wî got. "Lêbelê kesek ji wan bo stoka miriyan nayê veguhestin, ew yekser tên xaksipartin. Tu kesî hewl nedaye bizane ka ew çima dimrin."

Bandorên nûjdarî yên giran

Bandorên nûjdarî yên êrîşeke bi kilor qulêr in -- mîna şewatan -- bo fişikan jî, Pitî şirove kir.

"Kilor herwiha perda muxatî ziyandar dike û hestê sûtanê çêdike, û şewata boriyên hewayên dê bihêle ku ferehiya boriyên sîngê kêm bibe," wî anî ser ziman.

"Ev yek henasekirinê zehmet dike, weke ku êrîşeke asmayê hatibe te."

"Ew ên bi sivkatî birîndar bûne, bi tenê tu dikarî wan bişînî mal, ji ber oksîjêna di botlan de li ba doktoran tune ye," wî got. "Ew dikarin hilmijêran bidin wan, ev yek jî henasedanê hêsantir dike."

Wî got ku stîroydên mîna kortîzon tên bikaranîn, lêbelê ew derman hestkirina bi şewatê dê kêm nekin, û dibe ku bihêlin hêsantir be ku boriyên hewayê bên infeksyonkirin.

"Mixabin, ew li gorî imkanên di destên wan de dixebitin," wî got. "Bo piraniya birînên giran, divê tu wan bikî xewê de, boriya wan a hewayê vebike, û wan li ser maşînê henasedanê deyne. Tu bi hecedarî rêyê yî bo saziyên guhlêdana çirûpir."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500