Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî operasyonên xwe li Dorava Samerayê pirtir dikin

Xalid Ta'î

Leşkerên Îraqî operasyonên ewlehî pirtir dikin li hember paşmahiyên "Dewleta Îslamî" li Samerayê. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî operasyonên ewlehî pirtir dikin li hember paşmahiyên "Dewleta Îslamî" li Samerayê. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyonên ewlehî li dorava Samerayê pirtir kirin berî vejînkirina bîranîneke olî roja 22ê Adarê.

Wan heta aniha hejmarek ji endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku li devera dikeve başûr-rojavayê bajarê Samerayê mane girtin û kuştin, berpirsiyaran ji Diyaruna re ragihand.

"Operasyonên li dar tên wesifkirin wekî yên pêşgirtinî û beşek ji amadekariyên bîranîna Îmam Elî hadî, ku ew jî festîvaleke olî ye û bi milyonan serdanker tên deverê ," parêzgarê Samerayê, Mehmûd Xelef ji Diyaruna re îro Înê (9ê Adarê) ragihand.

Wî got ku bajar haziriya destpêkirina demsala biharê dike, demsala ku carê tê de hejmara geştiyarên tên serdana cihên şûnwarî yên bajar û dilxweşiyê bi xwezaya wê dibînin zêde dike.

"Operasyonên bê navber"

"Hêz operasyonên ewlehî bê navber li derdorên bajêr li dar dixin, bi taybetî li devera Dorava Samerayê," Xelef got.

Wan du rojên borî dest pê kir "bo pirtirkirina çalakiyên an li deverê û li deverên din ên nêzîk, bi tenê 10 kîlometran dûrî sînorê şaredariya Samerayê, bo paqijkirina wan ji endamên mayî yên DAIŞê", wî got.

Wî got ku hejmarek ji endamên terorîst hatin kuştin û hin hatin birîndarkirin, û wî anî ser ziman ku komgehên çekan û malên bêhinvedana terorîstan hatin wêrankirin.

Di nava van girtiyan de heşt elementên xeternak ên bo tawanên girêdayî terorê tên xwestin hebûn.

Yek ji dîlan Zêdûn Ferhan Elî Haja Qeysî bû, ew "berpirsê çapemeniya" DAIŞ e li "bakurê parêzgeha Bexdayê", Xelef got, wî anî ser ziman ku belge û wêneyên tawanên terorî yên ku rêxistinê kirine pê re hatin girtin.

Roja Pêncşemê, Hêzên Îraqî sê endamên DAIŞê girtin, ên ku pilan dikirin ku xwe biteqênin li Dorava Ishaqî, 20 kîlometran dikeve başûrê Samerayê.

Hêza Asmanî ya Îraqî êrîşên asmanî pêk anîn li dijî asêgehên milîtanan li deverên bakurê Samerayê û milîtanên ku li ser qeyikekê siwar bûbûn di Çemê Dîclayê kuştin.

Ev zêdebûna dawî di operasyonên ewlehî " li ser esasê agahiyên ewlehî yên hûrayî ne, yên ku şênî wan peyda dikin", Xelef got, û wî anî ser ziman ku piştgiriya wan "elementekî girîng e di bidestxistina serkeftina ewlehî de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500