Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pispor: Feyleqê Pasdaran li ser hisabê gelê Îranê acindeyên xwe cîbicî dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî ji Feyleqê Pasdaran ê Şoreşger ê Îslamî yê Îranî li nêzî Tedmurê (Palmyrayê) li Sûriyê bicih bûye, ku du efserên Feyleqê di dawîya sala 2016an de lê hatin kuştin. [Wêne ji Şiyar Tirko]

Endamekî ji Feyleqê Pasdaran ê Şoreşger ê Îslamî yê Îranî li nêzî Tedmurê (Palmyrayê) li Sûriyê bicih bûye, ku du efserên Feyleqê di dawîya sala 2016an de lê hatin kuştin. [Wêne ji Şiyar Tirko]

Bi xilaskirina çavkaniyên niştimanî daku rêxistinên çekdar ên herêmî fînanse bike, Feyleqê Pasdaran ê Şoreşger ê Îslamî yê Îranî li dijî berjewendîyên gelê Îranê û welatên cîran herduyen kar dike, pisporan ji Diyaruna re got.

Feyleqê Pasdaran planên xwe li herêmê bi rêya bikaranîna hemû rêyên berdest cîbicî dike, li ser hesabê ewlehî û çavkaniya xelkê Îran û Sûriyê, lêkolînerê Navenda Şerq bo Lêkolînên Herêmî û Stratejîk Fethî Seyid got.

Ji bo ku acindeyên rêjîma Îranî bipêşve bibin, Feyleqê Pasdaran berjewendîyên gelê Îranî paşguh dike, wî ji Diyaruna re got, ji ber planên wê yên berfirehkar tê xwestin ku ew piştgirî û fînansekirina rêxistinên girêdayê wê bike li welatên herêmî bi lêçûneke mezin.

Ev yek te cîbicîkirin bi rêya "xilaskirina rîsorsên aborî yên Îranî", wî got, û "bandoreke wê ya aborî û civakî ya nerênî li ser gelê Îranî hebû, ev yek diyar e di pêlên protestoyên ku me dîtin çawa radibûn".

Xwepêşanderan li seranserî welat ji 28ê Kanûna Yekem heta 1ê Kanûna Duyem rewşa aborî ya xirab protesto kir, Gelek derketin bi taybet li dijî bikaranîna rêjîma Îranî ji çavkaniyên welat re daku piştgirîya cîgir û berdêlên xwe mîna Hizbulaha Libnanî û rêjîma Sûrî bike.

"Gendelî bi her awayî"

Ji çaxê damezrandina wî ve, Feyleqê Pasdaran hewl da ku aboriya Îranî qayim bike ji bo misoger bike ku pereyan ji proje û planên xwe yên berfirehkar re biherikîne, lêkolîner Şiyar Tirko, yê ku derbarê Feyleqê Pasdaran û awayên fînansekirina wî pispor e, got.

Van projeyan bi damezrandina Hizbulaha Libnanî destpê kir, wî ji Diyaruna re got, ku di wî çaxî de bi dehan kuştin û teqînên ku kesayetên berz û yên weke dijberên Feyleqê Pasdaran tên naskirin kirin armanc.

Gelek kampanî hatin damezrandin daku hemû alîyên berhemdanê li Îranê kontrol bikin û ew yekser girêdayî Feyleqê Pasdaran in lê negirêdayî hikûmeta Îranî ne," Tirko got.

Di nav wan de kargeheke andezyarî Xatemil Enbîya, şaxê malî yê sereke ji Feyleqê Pasdaran re, wî got.

Herwiha Feyleqê Pasdaran hejmareke din ji kompaniyan di meydanên cuda de damezrandine ku alîkarîyê dikin daku destê xwe bi qayimî deyne ser hemû warên aborî, wî anî ziman.

Di nav wan kompaniyan de, Sepanir a Endazyarkirina Petrol û Gazê, Kompaniya Peywendîyê li Îranê, Ensar Bank, Bank Sadirat Îran, Hevbendîya Mubîn Trust (Etemad-e-Mobin), Grûpa Pîşedar Şahid Rejayî û SADRA - Kompaniya Pîşesazî ya Deryayî ya Îranê.

"Kontrolkirina Feyleqê Pasdaran ji çavkaniyên aborî yên Îranê re bi vî awayî gendelî ye bi hemû wateya vê gotinê," Tirko got.

"Mîna mafyayê ne"

Çeteyên Feyleqê Pasdaran destwerdanê dike di karine mîna wan karên mafiyaya navdewletî, Ebas Mihemedî, yê ku semîneran kolêja qanûnê ya li Zanîngeha Tehranê dide got.

Ji bo cîbicîkirina vê armancê, Feyleqê Pasdaran komên çekdar saz kirin ku "yekser girêdayî wê ne û bi çavekî girtî bi ya wê dikin", wî ji Diyaruna re got.

Hemû milîs û rêxistinên girêdayî Feyleqê Pasdaran dilsozîya xwe ji Walî Feqîh re dikin (Pasvanê Feqih, Ayetula Xameneyî), yê ku desthilatdarîya Jorîn e û bi tenê desthilata wî li ser Feyleqê Pasdaran heye, wî got.

"Daku dirêjkêşana xwe li herêmê cîbicî bike, komên tawanbar ku ji alîyê Feyleqê Pasdaran ve hatine çêkirin bi sedên operesyonên kirêt pêk anîn, di nav wan de êrîşên serbazî, kuştin û terorkirin," Muhemedî got.

Li Sûrîyê, bi taybet, Feyleqê Pasdaran planên xwe cîbicî kirin daku li ser erdê bi rêya komên ku wê ji derveyî welat anîn xwe fereh bike, mîna Iraq, Libnan û Efxanistan, wî got.

Herwiha ew milîsên Sûrî yên nû çêdike, weke ku efserên Feyleqê Pasdaran çekdaran bi awayekî çalak ji liwayê 313an re tecnîd dikin, liwayê ku li başûrê rojaavayê bajarokê Ezraa li parêzgeha Deraayê bicih dibe, yê ku fermanên xwe ji Îranê digire.

Ev bûyer diyar dikin ku Feyleqê Pasdaran "şer dirêj dike, bi siyasatên xwemalî dilîze û hemû hewldanên bidawîkirina şer li Sûrîyayê vala derdixe", Muhemedî got.

Bi vî awayî, Feyleqê Pasdaran armanc dike ku rêyê li pêşîya xwe veke daku projeyên xwe bo dirêjkêşanê cîbicî bike û deverên stratejîk kontrol bike, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Waw! Ev çi dozîneweyeke! Serfirazî ji we re ji ber hûn gelekî zîrek in.

BERSIV BIDE

Tiştê min ku di vê gotarê de bi dilê min bû ew ahmeqtîya ku weke lojîk tê firoştin. Iran li ser çiyayekî bilind ji destkeftîyan rawestîya ye, lewra dewletên mêtînger ên ku dewletên herêmê dûvikên wan in û zangînîyên miletan didin, hest bi biçûkîyê dikin. Îran, herî kêm, hewl didin ku destên van nefismezinan ji herêmê bibire bo berjewendî û rûmeta gelên wê biparêze, bi rêya misogerkirina ewlehîyê li herêmê, û dawîanîn li hegemonîyê û talankarîyê. Lewra ev dewletên nefismezin angaşt dikin ku ew şoreşgêrîyê belav dikin, tevî ku ew bibe encama serwerîya dewletên herêmê.

BERSIV BIDE

Dema ku Erebistana Siûdî, di serdema Şahê Siûdî yê berê Ebdula de, milyonên dolaran li ser hilbijartinên Îraqî li ser bingeheke mezhebî xerc dike, li gorî mikurhatina serokê komekê, ev ne ji qûtê gelê Siûdî ye. Dema ku artêşên Erebî li ser bingeheke mezhebî tên heşdkirin daku zaroktîyê li Yemenê bikujin, ev ne li ser hesabê qûtê gelê Siûdîyê ye. Dema ew fişarê li Şahê Urdinî dike daku hêzên Urdinî bişîne şer li Yemenê bo sê Mîlyar $ Emrîkî, li gorî mikurhatina Şahê Urdinî, ev ne li ser hesabê qûtê gelê Siûdîyê ye. Çi bi we hatiye? Hûn çawa hukim dikin?

BERSIV BIDE

Dest xweş, bira! Ev kesên bê exlaq li ber xebat û rola we ne tiştek in!

BERSIV BIDE