Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xwedîyên kargehan li rojavayê Mûsilê dikanan careke din ava dikin

Ala Husên li Bexdayê

Polîsê Iraqî û xwedîyên kargehan piştî derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Bazara Sarayê têkilîyê bi hev re dikin. [Wêne ji Facebookê ya Navenda Medyayî ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Polîsê Iraqî û xwedîyên kargehan piştî derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Bazara Sarayê têkilîyê bi hev re dikin. [Wêne ji Facebookê ya Navenda Medyayî ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Aşxaneyeke nûvekirî, di nîvê molozên malên ku bi erdê hatin rastkirin û avahîyên hatin hilweşandinli rojavayê Mûsilê, ew nîşaneke -- tevî ku piçûk e -- diyar dike ku jîyan vedigere bajar, her çi qasî ev prose hêdî be jî.

Aşxaneya Hemûdî, "Rîtac", li taxa Dewasayê li Mûsilê ew aşxaneya yekem e li deverê vebûye ji çaxa ku Serokwezîr Heyder Ibadî di meha Tîrmehê de giha bajar da ku serkeftina li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) îlan bike.

Vekirina aşxaneyê careke din, ya ku çalakvanên xwecihî li ser medyaya civakî piroz kirin, hineke dibînin ku ew berhengarîyeke li beramberî alozîyên ku divê Mûsil bi ser wan bikeve.

Dema ku xwedîyê aşxaneyê dest pê kir careke din xizmeta zibûnên xwe kir, firoşkarê kolanê jî dest pê kir nokên germ li ser erebeya xwe ya xwarinê ya nêzîk difroşe.

"Niştecîyên Mûsilê nikarin li bendî bimînin heta ku piştgirîya hikûmetê û sîgortaya malî bigihe, ji ber vê yekê wan barê nûavakirina dikan û bazarên xwe yên ziyan gihane wan girte ser milên xwe," parêzgarê Mûsilê Zuhêr Erecî ji Diyaruna re got.

Insyatîfeke gelerî

Xwedîyên dikanan li rojavayê Musilê li Kolana Xazî û Kolana Welîd biryar dan ku dest bi sendoqekê ji bo temwîlkirina nûavakirinê bikin kir û wan dest pê kir alîkarî li gor derfetên xwe didan hev, Erecî got.

Beşdarbûnên takekes ji 10,000 dînarên Îraqî (8.50$) heta 100,000 dînaran (84.5$) bûn, wî got.

Dema ku projeyê dest pê kir û bezirganan dest bi nûavakirina dikanên xwe kir, herwiha xwedîyên dikanan li bazarin din dest pê kir pere didan hev da ku nûavakirinê li deverên xwe bikin mîna Bab Seray, borsa, Bab Cidêd û Ras Cadayê, wî got.

Xwedîyên dikanan wêneyên dikanên xwe kişandin "berî" û "piştî" da ku asta guhertinê diyar bikin û wan ji hikûmetê re bişînin da ku sîgortayan bixwazin dema ku hikûmet pereyên hatî terxankirin diyar bike.

Hikûmeta xwecihî li Mûsilê piştgirîya lojistî ji vê însyatîfê re dabîn kiriye, tevî ku ew piştgirî kapasîteya wê sînorkirî ye jî.

Şaredarîyê, Berevanîya Sivîl û polîs navgîn dabîn kirin da ku molozan rakin û rê vekirin, wî got û herwiha wan av û kehrebe jî dabîn kirin.

Ziyana dijwar li hin deveran

Hewldanên şaredarîyê bi asta wêrankirinê re hevkêş in, Erecî got, wî not kir ku hin dever li Mûsilê em dikarin dabeş bikin ku ew bi awayekî tund hatine ziyankirin.

Di nav wan de Bajarê Kevin, wî got, wî not kir ku li nêvî ji deverê, yekîneyên niştecihî bi temamî hatin wêrankirin û ew nikarin ji alîyê xwedîyên xwe ve bê alîkarîyê careke din werin avakirin.

Di nîvê din de ji Bajarê Kevin, ji 25% heta 75% ji avahîyan hatin wêrankirin, wî got û ew der e cihê ku hêdî hêdî jîyana normal lê vedigere, bi projeyên nûavakirinê yên nû dest pê kirine da ku niştecîyan han bidin ku vegerin.

Muqedem Rabih Ibrahîm, zabitekê rizgarkirinê ye di Şaredarîya Berevanîya Sivîl li Mûsilê, ji Diyaruna re got ku karmendên wî moloz rakirin û heta ji wan hat rê ji teqemenîyan paqij kirin.

Tîmên berevanîya sivîl gelekî kar dikirin da ku jîyanê vegerînin alîyê Rojavayî ji Mûsilê, wî got û ew bi lezgînî bersiva raportên derbarê çi rewşa gumanbar ji alîyê niştecîyan ku vegeriyane ve didin.

Endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xezwan Dawidî ji Diyaruna re got ku divê hikûmeta federal bi awayekî lezgîn sîgortayên malî bide da ku nûavakirin karibe dest pê bike û nema hewcedarîya sivîlan heye ku vî barî bavêjin ser milên xwe.

Nînewa tenê nikare van daxwazan pêk bîne, wî got, tevî ew bi hemû kapasîteya xwe û bi alîkarîya bi rêxistinên navdewletî re kar dike da ku xizmetên bingehîn mîna av, kehrebe, perwerde û guhdana tenduristî dabîn bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500