Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Koçkirina ji Xûtayê ji ber bipêşveçûna rêjîmê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzên rêjîma Sûrî û milîsên girêdayî wê li dervera opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî li derveyî şamê bi pêş ve diçin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Hêzên rêjîma Sûrî û milîsên girêdayî wê li dervera opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî li derveyî şamê bi pêş ve diçin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Hejmareke mezin ji niştecîyên Xûtaya Rojhilatî ji ber bipêşveçûna rêjîma Sûrî û milîsên girêdayî wê bêwar bûne, çalakvanên xwecihî ji Diyaruna re gotin -- zor li wan hat ku ji wir herin di nîvê bombebarankirin û êrîşên asmanî de.

Şeva Şemîyê (3ê Adarê) û barbanga Yekşemê, hêzên rêjîmê li ser hejmarek ji enîyan li devera opozîsyonê li derveyî Şamê bi pêş ve çûn, Dr Enes Ebû Yasir, karkerekî bijîşkî li Xûtaya Rojhilatî, got.

Ji ber vê yekê tirs kete nav sivîlan de li wan deveran û deverên derdora wan, wî ji Diyaruna re got, herwiha hişt ku xelk birevin ber bi orta devera dorpêçkirî ve ji ber tirsa ku werin girtin yan ziyan ji alîyê rêjîmê û hêzên alîgirê wê bigihe wan.

Îro Duşemê, rêjîm û hêzên alîgirê wê ber bi orta Xûtaya Rojhilatî ve çûn û aniha wan sêyek ji deverê vegerand, AFP ragihand.

Zarokek di nav molozên avahîya ku bi awayekî tam ji ber bombebarankirin û êrîşên asmanî li Xûtaya Rojhilatî hatiye hilweşandin derbas dibe. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Zarokek di nav molozên avahîya ku bi awayekî tam ji ber bombebarankirin û êrîşên asmanî li Xûtaya Rojhilatî hatiye hilweşandin derbas dibe. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Sivîl ziyanên ji ber bombemarankirinê li Xûtaya Rojhilatî seh dikin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Sivîl ziyanên ji ber bombemarankirinê li Xûtaya Rojhilatî seh dikin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

"Hêzên rêjîmê aniha kontrola 33%, ji Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî dike," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Hêzên rêjîmê bi lez bi pêş ve diçin ji ber heta aniha opersyon bi piranîya xwe li erda çandinîyê diqewime," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Heta îro Duşemê, ew du kîlomitran dûrî başûr û rojhilatê Dûmayê bûn.

Koçkirineke mezin

Heta êvara Duşemê, Ebû Yasir ji Diyaruna re got, bajarok û gundên li jêr destên rêjîmê Hoş Salihîya, Hoş Zewahira, Şeyfûnîya, Tel Ferzat, Zureyqîya, Neşabîya, Hezrama, Utaya el-Eb (Eb Duma) û Reyhanê ne.

Koçkirineke mezin li wan deveran hebû, wî got, herwiha ji bajarokên Misraba û Bêt Sewa ya nêzîk jî.

Rewşa mirovî ji kesên sivîl re êşdar e, Ebû Yasir got, wî not kir ku zext zêde bû li derverên ku xelk ji wan reviyan.

Îro Duşemê Encumena Mafên Mirov ya girêdaî NY ferman kir ku peygerîneke lezgîn ji bo rewşa li Xûtaya Rojhilatî were çêkirin û daxwaz kir yekser alîkarîya mirovî derbasî deverê bibe, AFP ragihand.

Encumenê deng li ser biryarekê da, biryara ku bang li peygerên mafan dike ku "peygerîneke tevgir û serbixwe ya lezgîn derbarê van bûyerên dawî li Xûtaya Rojhilatî cîbicî bike".

29 deng alîgirê biryarê bûn, 14an deng neda û çar li dijî biryarê bûn, desteya bilind ya mafên mirov ya girêdayî NY xwest ku alîkarîya mirovî yekser derbasî deverê bibe.

Kerwanên alîkarîyê digihin

Îro Duşemê, bi dehan kemyonên hewarçûna lezgîn derbasî Xûtaya Rojhilatî bûn -- ev proseya alîkarîyê ya yekem e ji dema destpêkirina êrîşa hilweşîner ve, NY got.

Berdevkê Ofîsa NY bo hevahengîkirina Kar û Barên Mafên Mirov li Sûrîyayê got ku 46 kemyonên alîkarîyê derbasî deverê bûn û gihane Dûmayê.

"Ji ber dorpêçkirina berdewam, kêmbûna derman û xawrinê û bombebarankirin û êrîşên asmanî ya berdewam, yên ku bûn sedema kuştina herî kêm 20 sivîlan roja Yekşemê, rewş li hundirê deverê zor xirab bû," Ebû Yasir got.

Wî got şer heta şeva Yekşemê jî ranewestiya, heta li deverên ku hêzên rêjîmê derbasî wan bûne, kemîn û êrîşên dijber zor li hêzên ku bi pîş ve dihatin dikirin ku li hin deveran vekişin da ku sînor ji xisaretên xwe deynin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500