Rawestandina şer rojane pênc demjimêran li Xûtaya Rojhilatî daku sivîl bikaribin ji devera opozîsyonê ya ku şer jiyan dike biçin xaka rejîmê ji aliyê şêniyan ve bi germahî nehat pêşwazîkirin, çalakvanan got.
Wan agirbest -- a ku hevalbenda rejîmê Rûsya ye -- weke bi tenê hibra li ser kaxezê wesif kir, di demekê de ku êrîşên asmanî û topbaran dewam kirin, û çendîn kes kuştin.
"Tiştek nehatiye guhertin" li devera li derveyî Şamê piştî ragihandina agirbesta rojane pênc-demjimêrî roja Sêşemê (27ê Sibatê), çalakvan Mihemed Bêk ji komîteya hevahengî ya Xûtaya Rojhilatî re got.
Roja Çarşemê, bombebarandin û êrîşên asmanî heta bi astekî kêm bûne, lê qet ranewestiyan di her pênc demjimêrên agirbestê de, wî ji Diyaruna re diyar kir.
Wî got ku rewş wiha bû li zonên şer mîna Hoş Zewahirayê û Şaifuniyê, cihê ku hêzên rejîmê hewl didin ku bi pêş ve biçin.
Korîdora mirovî nayê bikaranîn
Bêk got ku korîdoreke mirovî hatiye vekirin li nêzî kampa Wafidîn, û wî da zanîn ku tu sivîl, şênî yan kesine din amade nebûn ku tê re biçin deverên li jêr desthilatdariya rejîmê.
"Opozîsyonerên rejîmê yên çekdar ji ber çarenivîsa xwe nîgeran in eger ew derkevin, di nav de girtin," wî got, "û sivîl jî ditirsin ew rastî lêpirsînê bên ji aliyê ajansên ewlehiyê ve û ew bo deverine nenas bên veguheztin."
Wî got ku tirsa şêniyan ji girtinê heye ji ber zaroyên wan ciwan in, bi taybetî yên ku di temenê leşkeriya neçarî de ne.
Wî got ku ev mêrên nûhatî "dibe ku bên girtin, û bo kampên rahênanê bên vegihestin û bên neçarkirin ku di şerê li dar de cih bigrin" di berjewendiya rejîmê de.
Li gorî Bêk, her kes li Xûtaya Rojhilatî dixwaze şer û xwînrijandin raweste, lê ne bi valakirina deverê, weke ku di rêkeftinameya agirbestê de hatiye.
Deverên ku bûn hedefa bombebarandinê roja Çarşemê ev in: bajarokê Bêsewayê, ku du kes lê hatin kuştin, bajarên Heresta û Dûmayê, û bajarokên Otaya û Hoş Zewahirayê, wî got.
Wî got ku piştî ku kavil hatin hilanîn li cihê ku avahî hatibûn rûxanidn di encama bordomanê de, hejmara mezin a qurbaniyên sivîl eşkere bû, bi dîtina şeş laşan roja Çarşemê li Şêfûniyê yên ku sê rojan hatin xaksipartin.
Rê li ber karwanê alîkariyê hatiye girtin
Roja Çarşemê, Sekreterê giştî yê karûbarên mirovî yê NY Mark Lokok got ku tu rê bo karwanên mirovî tune bûn, tu destûr ji aliyê rejîmê ve tune bû bo çûyîna bo deverên dorpêçkirî, ne jî tu derxistinên ji ber sedemên bijîşkî ji dema biryara agirbestê ya Encumena Ewlekariyê ya ku Şêmiyê hat derxistin.
Wî got ku dora 40 kemyonên mişt bûn û amade bûn ku hawarçûnê bigihînin Xûtaya Rojhilatî, lê belê vîna rawestandina şer nebû.
"Kengî biryara we dê bê bicihanîn?" wî pirs kir, wî seyrî endamên Encumena Ewlekariyê ya NY dikir, ên ku bi bêdengiyeke tam li wî guhdarî dikirin.
Lokok got ku kemyonên mişt alîkarî amade ne ku biçin 10 deverên dorpêçkirî di nav de Dûma, ji Şemiyê ve.
Karl Skaw, cîgirê balyozê Siwêdî bo NY, daxwaz kir "rêyeke yekser" bo alîkariyên mirovî were dabînkirin.
"Dem tune ye ku were wendakirin," wî got.