Nûçeyên Iraqê
Siyaset

NY: Şer li devera dorpêçkirî ya Sûriyê didome tevî agirbestê

AFP

Dîmeneke giştî ji Şamê dûmana ku ji Xûtaya Rojhilatî bilind dibe nîşan dide piştî êrîşên asmanî yên nû û agirê rokêtan di 27ê Sibatê de. [Stringer/AFP]

Dîmeneke giştî ji Şamê dûmana ku ji Xûtaya Rojhilatî bilind dibe nîşan dide piştî êrîşên asmanî yên nû û agirê rokêtan di 27ê Sibatê de. [Stringer/AFP]

Şer li Xûteya Rojhilatî ya Sûriyê berdewam bû roja Sêşemê (27ê Sibatê), ku vê yekê hişt ku operasyonên hawarçûnê li asêgeha opozîsyonê negengaz bin tevî "bêhnvedaneke mirovî" ku ji aliyê Rûsya ve hat ragihandin, NY got.

Rawestandina rojane ya bo pênc saetan, ku 9ê sibehê dest pê kir, ji aliyê Rûsyayê ve hat ragihandin li jêr guvaşa ji nîgeraniya zilhêzên navdewletî ji bo rawestandina êrîşên asmanî, topbarankirin û rokêtan bo bêtirî hefteyekê ku bêtirî 500 kes kuştin.

"Şer vê sibehê berdewam bû. Raporên me ji Xûtaya Rojhilatî wisa dibêjin," Jens Laerke, berdevkekî ofîsa mirovî ya NY got.

"NY hazir û amade ye ku yekser piştgiriya karwanên alîkariyê yên rizgarker ji jiyanê re bo çendîn deveran li Xûteya Rojhilat bike dema ku rewş guncaw bin," Laerke ji nûçegihanan re li Cenêvê got.

"Em herwiha hazir in û planên me hene derbarê derxistina bi sedên xwedî haletên bijîşkî yên zehmet her dema ku em bikaribin," wî got, lê tekez kir ku niha "negengaz" e ku NY rê bide ti operasyonên alîkariyê ji sivîlên bêhêvî re ji ber şerê berdewam.

Berdevkê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê Tarik Casarevîç ji nûçegihanan re got ku ajansê navên 1,000 kesan nivîsandiye ku hewceyî derxistinên bijîşkî ji Xûteya Rojhilat in, ku 600 ji wan weke haletên "navînce an jî zehmet" hatine rêzkirin.

Roja Sêşemê, agirê rokêteke rejîma Sûriyê kurek li bajarokê Cisrîn kuşt, ku heft kes herwiha birîndar bûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Komên opozîsyonê biniyet in ku çekdarên tundrû derxin

Grûpên opozîsyonê yên sereke li Xûtaya Rojhilatî ya Sûriyê roja Sêşemê got ku ew biniyet in ku çekdarên tundrew ji asêgehê derxin her dema ku agirbesteke NY bikeve warê bicihkirinê.

Xûtaya Rojhilatî, ku li Rojhilatê Şamê ye, warê nêzîkî 400,000 sivîlan e û ji aliyê çend grûpên çekdar ve kontrolkirî ye, ku hinek ji wan tenê li beşên destnîşankirî ji asêgehê ne.

Hêzên sereke ji Ceyş el-Îslam, Feyleq Rehman û Ehrar el-Şam pêk tên, yên ku roja Sêşemê nameyek ji NY re şandin ku ji aliyê AFP ve hat dîtin.

Wan "pêbendiya xwe ya tam ji bo derxistina" çekdarên tundrû ji Tehrîr el-Şam ragihand, ku grûpeke ku bi piranî ji çekdarên Eniya Nusrayê pêk tê.

Name dibêje ku derxistineke wisa, ku vê dawiyê hat gotûbêjkirin lê tu encam li pey xwe neanîn, dê 15 rojan bidome û destpê bike dema ku agirbesteke NY bikeve warê bicihkirinê.

Wajûkeran got ku ew dixwazin ku her derxistinek li jêr kontrol û serperiştiya mîkanîzmeke hevahengiyê ya bi rêveberiya NY be.

Hikûmeta Sûriyê kontrola li ser Xûtaya Rojhilatî, ku dikeve rojhilatê Şama paytext, di 2012an jidest da, û ji wî demî ve wê dorpêç dike.

Komên opozîsyonê yên sereke heta niha hemû oferên bi destpêşxeriya Rûsyayê ji bo derxistina sivîlan an jî çekdaran ji aliyê xwe ve red kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500