Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Tevî lihevkirina li ser agirbestekê êrîşa rejîma Sûriyê berdewam e

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokeke diçe darî wêrankirinê di nav bombebarankiina rêjîmê ya berdewam de li ser Xûtaya Rojhilatî. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Zarokeke diçe darî wêrankirinê di nav bombebarankiina rêjîmê ya berdewam de li ser Xûtaya Rojhilatî. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Ji ber gera nû ya êrîşên asmanî ya rêjîma Sûrî 10 sivîl li Xûtaya Rojhilatî kuştin, NY û YE roja Duşemê (26ê Sibatê) xwestin ku agirbesteke bi giştî ya NY piştgirîya wê dike roja Şemîyê yekser were cîbicîkirin.

Seroka dîplomatîkî ya YE Federika Mogerinî got ku divê biryara Encumena Ewlekarî ya NY, ya daxwaza agirbesteke 30 rojî li Sûriyê kir, were cîbicîkirin "bêyî gîrokirin".

Wê got ku biryar "gaveke handandar" bû, lê divê cîbicîkirina wê were şopandin.

Sekreterê giştî yê NY Antonyo Guteres roja Duşemê daxwaz kir ku agirbest yekser were cibicîkirin, di demekê de ku rêjîma Sûrî bombebarankirina tund li devera li jêr kontrola opozîsyonê li derveyî Şamê berdewam dike.

Du zarok li Xûtaya Rojhilatî di nav molozan re dimeşin, ew sûdê ji aramîyê ji ber rawestandina bombebarankirin û êrîşan digirin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Du zarok li Xûtaya Rojhilatî di nav molozan re dimeşin, ew sûdê ji aramîyê ji ber rawestandina bombebarankirin û êrîşan digirin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Niştecîyên devera opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî li dervey Şamê ziyanên gihane milkên wan seh dikin tevî ku bombebarankirina rêjîmê berdewam e.[Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Niştecîyên devera opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî li dervey Şamê ziyanên gihane milkên wan seh dikin tevî ku bombebarankirina rêjîmê berdewam e.[Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Wî pesnê lêxwedîderketina biryarê da, lê wî got lihevkirinên mîna van "dibine xwedî wate tenê dema ku tên cîbicîkirin".

"Ji ber vê yekê ez pêşbîn dikim ku biryar yekser were cîbicîkirin û berdewam bike," wî di vekirina gera 37mîn ya Encumena Mafên Mirov ya girêdayî NY de got.

Herwiha serokê encumena mafên mirov ya girêdayî NY, Zêd Raid Husên got ku Sûriyê -- û hin zonên din ên şer -- bûne cihên ku komkujîyên herî tund li wan diqewimin di vê dema dawî de.

Wî hişyarî da "gelek sedem hene ku pêwîst e em hişyar bin", wî not kir ku "divê em li biryarê binerin li ser bingeha heft salan ji hewldanên têkçûyî bo rawestandina tundîyê, heft sal ji kuştina bikom a berdewam û tirsnak".

Herwiha Papa Fransik roja Yekşemê bang kir ku yekser tundî li Sûriyê were rawestandinda ku derfetê bidin ji bo alîkarîyê bigihînin, bi taybet Xûtaya Rojhilatî.

"Ev Sibat "dema" herî tund bû di her heft salên şer de," wî got. "Ev tiştê dibe hemû nemirovî ye. Yek nikare şerê hovîtîyê bi hovîtîyê bike."

"Ji ber vê yekê ez bang dikim ku bi awayekî lezgîn tundî yekser raweste da derfetê bidin ku alîkarîya mirovî ji -- xwarin, derman -- bigihin û ji bo derxistina birîndar û nexweşan," wî got.

Êrîşên kîmyayî yên gumanbar

Di heman demê de, zarokek mir û herî kêm 13 kesên din derdê zehmetîyê di henaseyê de dikşînin roja Yekşemê piştî êrîşeke kîmyayî ya gumanbar li ser gundekî Xûtaya Rojhilatî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Li gorî Rewangehê, 14 sivîl derdê zehmetîyê di henaseyê de dikişînin piştî balefirên şer ên rêjîmê avête gundê Şafonîyayê.

Zarokek mir û jinek di rewşeke awarte de bû, serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

Bijîşkê ku kesên ziyan gihaye wan derman dike ji AFP re got ew guman dike ku "çekekî kîmyayî, dibe ku gaza klorê be, hatibe bikaranîn", wî not kir ku zarokekî 3 salî ji ber xeniqandinê mir.

"Gelek ji nexweşan bêna gaza klorê ji cil û çermên wan tê. Gelek ji wan bêna wan teng dibe û çav çermên wan dixurin," wî got.

Îro Duşemê, Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov angaştinên kîmyayî red kirin û got ku ew "çîrokin sexte ne".

Êrîşa rêjîmê berdewam dike

Bombebarankirin û êrîşên asmanî yên ji alîyê rêjîmê û milîsên alîgirê wê ve hatin cîbicîkirin li Xûtaya Rojhilatî nerawestiyan, çalakvanan roja Yekşemê ji Diyaruna re got, pê re hewldaneke rêjîmê hebû ku li deverên li jêr kontrola opozîsyonê bi pêş ve biçe.

Roja Şemîyê Encumena Ewlekarîyê bi giştî li biryareke ku banga agirbesteke 30 rojî li Sûriyê dike bi xwedî derket da derfetê bidin ku alîkarîyê ewlekarî bigihin û kesên bi dijwarî birîndar bûne derxin.

"Lê hêvîyên mezin bo rawestandina bombebarankirin û êrîşên asmanî roja Yekşemê şikestin, ji ber operesyonên serbazî berdewam kirin," Mihemed bêk, çalakvaneke di komîteya hevahengîyê de li gundewarê Şamê.

Hêvîşkestin kete nav sivîlên ku hêvî dikirin ku êrîşên tund rawestin, wî ji Diyaruna re got.

Komên opozîsyonê ên sereke li deverê, di nav de Cêş el-Îslam û Feyleq el-Rehman îlan kirin ku ew nêt dikin ku bi ya agirbestê bikin, erger ku rêjîm û alîgirên xwe jî bi ya wê bikin, wî anî ziman.

Bêk got ku êrîşên asmanî roja Şemîyê çend saetan ji ber rewşa hewayê ya xirab rawestiyan lê bi lez careke din dest pê kirin, teqrîben 60 kes kuştin û bi dehan li Merj, Şafûnîya, Bêt Sewa û Hewş Dewherayê birîndar kirin.

Herwiha bombebarankirinê bajarê Domayê û bajarokên Cirîn, Kefer Betna, Heresta, Cober û Hemûrîyayê kirin armanc.

Herwiha rêjîmê êrîşa xwe li devera girtîgeha jinan, Zureyqa, Hewş Dewhera, Hezrema û Rîhanê berdewam kir, Bêk anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500