Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Niştecîyên Ebarê yên ji alîyê DAIŞê ve kêmendam bûne alîkarîyê werdigirin

Xalid Ta'î

Karmendên Birêveberîya Tendirustîyê Kursîyên bi dolab ên li ser kehrebê li niştecîyên parêzgehê di vê wêneyê de belav dikin, wêneya ku di 8ê Gulana 2017an de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Birêveberîya Tendirustîyê ya Enbarê hatiye wergirtin]

Karmendên Birêveberîya Tendirustîyê Kursîyên bi dolab ên li ser kehrebê li niştecîyên parêzgehê di vê wêneyê de belav dikin, wêneya ku di 8ê Gulana 2017an de li ser Înternetê hat weşandin. [Wêne ji Birêveberîya Tendirustîyê ya Enbarê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Enbarê ya xwechî dixebite da ku dermankirina bijîşkî dabîn bike û pitgirîya niştecîyên ku bûne kêm endam weke encamekê ji êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yan teqînên bidestçêkirî".

Bi hezaran sivîl bi tundî birîndar bûn dema ku DAIŞê kontrola deverê dikir û gelek kes endamên laşên wan jêbûn ji ber IEDs yên ku rêxistinê çandibûn da ku nehêle hêzên Iraqî bi pêş ve biçin, berpirsyarên parêzgehê got.

Niştecîyê Felûcayê Raid Xemîs yê 46 salî ji Diyaruna re got ku lingê wî jêbû pişt wî pê li bombeyeke ku ji alîyê DAIŞê ve çandî kir.

Seçme ketin lingê wî, yê ku divê were jêkirin, wî got.

Lingê Xemîs bi endamekî çêkirî hat guhertin û ji wê çaxê ve emelîyateke cirahî ya serkeftî jê re çêkirin da ku alîkarîyê pê re bike ku careke din karibe bilive û serbixwe be.

"Ez dixwazim jîyana min vegere bêy ku ez di kêmendamîyê de bifikirim," wî got.

Aniha ew weke ajokerekî teksîyê kar dike da ku piştgirîya hevjîn û her çar zarokên xwe bike.

"Ez piştgirîyê ji hikûmetê werdigirim û ez aniha dikarim bi ser ve bikim ji çaxa ku ez kar dikim," wî got.

Alîkarîya bijîşkî "berêtîyeke herî girîng e"

Birêvebrîya Tendirustîyê ya Enbarê herî kêm 4,000 halet ji kêmendamîyên ji hemû cûreyan qeyd kirine ji nîvê 2014an ve heta Hezîrana 2017an.

Nîvê van halatan ji Felûca û Remadîyê ne, cîgirê birêveberê Bêrêveberîya Tendirustîya Enbarê Munim Eftan ji Diyaruna re got.

Piranîya van kêmendamîyan ji ber teqemenîyên DAIŞê û êrîşên ku sivîl dikirin hêzinê rizgarkirinê dikirin armanc çêdibûn, wî got.

Dabînkirina alîkarîya bijîşkî ji van kesan re "berêtîyeke girîng e" ji Birêveberîya Tendirustîya Enbarê re, wî got.

"Em dermankirin û lêpirsîna belaş û rêzî ji her haletekê re dabîn dikin, herwiha em xizmeta tahîlkirina laşî jî ji kesên ku endamên wan jêbûne û aniha endamên çêkirî ji wan re danîne dabîn dikin.

Herwiha berîveberî kursîyên bi dolab û pêdivîyên guheztinê yên din ji wan kesên kêmendam û yên xwedî pêdvîyên taybet re dabîn dike, wî anî ziman "tiştê di dest me tê em dikin da ku em piştgirîya vî birî bi rîsorsên berdest bikin".

Di 11ê Kanûna Duwem de, birêveberîyê navendek ji endamên çêkirî re li Felûcayê vekir -- tenê ev navend ji vê cûreyê li parêzgeha Enbarê heye.

Berî ku ev navend were vekirin, divabû nexweş biçin Bexdayê da ku pereyan bû dermankirina xwe ya taybet bidin eger wan xwest ku heman xismetê wergirin, wî got.

Piştgirî û xizmeta zêde

Ligel piştgirîya bijîşkî, du komîteyên hikûmetê yên xwecihî xizmetê ji niştecîyên kêmendam re dabîn dikin.

"Komîteyeke me ya xwecihî heye ya girêdayî Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî bo kesên kêmendam," endamê encumena parêzgeha Enbarê Esal Fehdawî ji Diyaruna re got.

Ji vê alavê tê xwestin ku databasekê ji xelkên kêmendam re bo wezaretê çêke da ku karibin alîkarîyên mehane werigirin û karibin programên tahîlkirinê û karkirinê bi dest bixin, wî got.

Her kesekî kêmendam dikare mehane alîkarîyê bihayê170,000 dinarên Iraqî (143$) wergire, ew mûçeya herî kêm e ji karmedên di sektorê hikûmetê de kar dike, li gor benda 38 ya Kesên kêmendam ya sala 2013an.

Komiteyeke din ya girêdayî encumena parêzgeha Enbarê berpirsyar e ku ziyanşûndedanîna malî û perçeyên erd ji kesên ku ji ber şer bûne kêmendam re dabîn bikin.

Kêmendam hêja ne piştgirîyeke bêtir

Seroka komîteya tendirustîyê ya encumena parêzgeha Enbarê, Esma Ebdul Rehman bang li hikûmetê kir ku bêtir xizmetan ji kesên kêmendam re dabîn bike..

Van kesan êş kişand pişî li jêr kukmê DAIŞê, di pişt re di şerên derxistina rêxistinê de, wê ji Diyaruna re got, ew hêja ne ku bêtir ji vê piştgirîyê wergirin da ku karibin şert û mercên jîyana xwe baş bikin.

"Gelek ji wan hîn li kampên bêwaran dijîn, piştî ku malên wan di şer de hatin wêrankirin û aniha hewcedarîya wan bi dermankirinê heye," wê got.

Herwiha Ebdul Rehman bang kir da ku hejmara kesên sûdê digirin zêde bikin yên dikarin xizmetên kêmendamîyê û alîkarîya malî wergirin.

"Astên cuda ji rewşên kêmendamîyê re hene û hin kesan navên xwe qeyd nekirine ji ber ew nizanin çawa tevlî vî programî bibin li ser Înternetê," wê got. "Pêwîst e em van kesan bibînin û em navên wan qeyd bikin da ku hemû mafên xwe wergirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez bêling im (min lingê xwe yê rastê, li ser çokê ji dest daye). Ez hêvî dikim ku kesên ku hest bi êşa me dikin bikaribin alîkariya me bikin. Em daxwazê ji Wezareta Tenduristiyê û dezgehên hikûmetê dikin ku alîkariya hemû xelkê û kêmendaman bikin û ku bi çavê dilovaniyê li wan binerin.

BERSIV BIDE