Civak

Niştecîyekî Felûcayê muzexaneyekê li mala xwe çêdike

Sêf Ehmed li Enbarê

image

Niştecîyê Felûcayê Faris Cibûrî beşek ji mala xwe kire muzexane, mûzexaneya ku wî hunerkarîyên wî bi salan dane hev tê de pêşî xelkê dike. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Niştecîyê Felûcayê Faris Cibûrî beşek ji mala xwe kire muzexane, hunerkarîyên çandî yên wî bi salan dabûn hev tê de pêşî xelkê dikir.

Muzexane, nêzîkî mizgefta Hedra Muhemediyayê ye li navenda bajar, ew pirtûk, radyo, telefon, wêne û firaxên seramîk yên vedigerîn serdema şahîtîya Îraqî û berî wê jî pêşî xelkê dike.

"Berhevkirina antîke û qetên kevin her û her hezkarîyeke min bû ji dema ku piçûk bûm," Cibûrî ji Diyaruna re got. "Malbata min ez han dam ku ez entîk û tiştên tên berhevkirin yên xwedî nirxekî dîrokî biparêzim."

Wî got ku muzexane wêneyên kevin, pirtûkên kevin yên helbestvan û dîrokzanan û tizbîyên nimêjê, cixare, heste û firaxên seramîk yên kevin pêşî xelkê dike.

image

Berhevkirina hunerkarîyan hezkarîyeke niştecîyê Felûcayê Faris Cibûrî ya ji demeke dirêj ve bû. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

image

Muzexaneyê pirtûk, radyo, telefûn cixare, heste û firaxên seramîk yên vedigerin serdema şahîtîyê Îraqî. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

"Min hin ji materyalan di mezadan de kirîn, lê hin din min ji dikanên entîkan ji parêzgehên seranserê Îraqê dan hev," wî anî ziman.

"Herwiha tu dikarî Kamereyên Kodak yên kevin û bekereyên fîlman li muzxaneya min a piçûk bibînî, herwiha fanosên û pişkokên kevin," Cibûrî got ku wî muzexane bi karên xwe yên hunerî xemiland.

Cibûrî got ku wî muzexane çêkir da ku bibe semboleke çandî li bajarekî û parêzgeheke ku derdê pirsgirêkên ewlekarî di van salên dawî de dikişîne

Armanc ji mûzexaneyê ew e em bînin bîra xelkê ku dîrokeke bajar ya zengîn heye, wî anî ziamn, "da em ji bîr nekin ku her welatek û bajarek dîrokeke wî heye û mîrateke wî ya çandî û rewşenbîrî heye, ku ti caran nayên jibîrkirin."

"Beşdarbûna bajarî ya cudareng"

Muzexaneya Cibûrî mînakeke balkêş e ser beşdarbûna bajarî li Enbarê û ew dê alîkar be ku "çanda me ya kevin belav bike û aşnayîyê derbarê serdemên bûrî zede bike", rojnamevanê Felûcayê Nebîl Ezamî ji Diyaruna re got.

"Em hêvî dikin ku ev muzexaneya piçûk bi yeke mezin, cihê ku niştecîyên xwecihî yên mereqdar karibin tiştên ku berhevkirine pêçî xelkê bikin û dawî em dê piştgirîya civaka sivîl û hikûmetê ji bo daxwazeke weke vê wergirin," wî got.

"Gelek behreyên ciwan û jêhatî li Enbarê hene û xelk hewl didin ku çanda aştî û dostîyê belav bikin," Imad Ebdula, birêveberê Mala Îraqî bo Çandê li Felûcayê, got.

Hin niştecî di rêya berhevkirin û pêşkirina materyalan de dirokê diparêzin tevî ku insyatîf piçûk in lê ew wate û sûdeke mezin peyda dikin, wî ji Diyaruna re got.

"Muzexane li Felûcayê tiştekî kêmpeyda ye û bandoreke çandî ya mezin dike," wî got. "Em piştgirîya vê gavê dikin û em her kesî han didin ku mîrat û dîroka Enbarê biparêze."

Vejîyandineke çandî piştî DAIŞê

"Rizgarkirina Enbarê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ)" alîkarî kir ku em nerêtîyên hunerî û wêjeyî vegerînin," artîstê Enbarê Melas Yûsiv got.

Wî got ku huner parçeyekî bingehîn e ji civakê li parêzgehê, ya ku warê gelek helbestvan, hunermend û nivîskaran e.

"Serî me bi wêjeya me bilind e," wî got. "Hemû cihan li şaristanîtîyeke kevin di rêya huner û hunerkarîyên wê re temaşe dike, weke ku xwedîyê vê muzexaneyê hewl dide ku bike."

Bi helbijartina pêçîkirina koma xwe, Jibûrî nameyekê dişîne ku Enbar bi terorîzmê nehatiye lewitandin, Yûsiv got.

"Divê hikûmet piştgirîya vê muzexaneyê bike û cihê wê fereh bike ya biguhêze devereke mezintir da ku bêtir mêvan karibin bigihin muzexaneyê herwiha geşta di navbera parêzgehan de organîze bike," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?
0
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)