Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Rejîma Sûriyê gefê li bajarê bakurê parêzgeha Humsê dixwe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şêniyên bajarê Restenê li bakurê parêzgeha Humsê li dijî Tehîr el-Şam protestoyê encam didin piştî ku endamên wê sivîlek kuştin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin

Şêniyên bajarê Restenê li bakurê parêzgeha Humsê li dijî Tehîr el-Şam protestoyê encam didin piştî ku endamên wê sivîlek kuştin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin

Hêzên rejîma Sûriyê gefa êrîşkirina li ser bajarê Restenê li bakurê parêzgeha Humsê li Sûriyê kir eger bajar şerseknandinê qebûl neke û bi agirbesta tam razî nebe, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Gef rojekê piştî ku endamên Tehrîr el-Şam ji navçeyê bar kirin, piştî protesto hatin lidarxistin û daxwaz kirin ku bajar biterikênin, tê.

Nunerên rejîmê delegeyeke bakurê Humsê ku bi danûstandinên li dor agirbestê hatibû erkdarkirin xeberdar kirin ji qebûlkirina rejîmê ji şerseknandinê re, mîdyavanê Helebî, Fêsel Ehmed ji Diyaruna re got.

Wî got ku agirbest, li herêmeke ku ji Dar Kebira, Ter Maela û Xantû heta bi Resten û navçeyêa li derodorê dirêj dibe dihat meşandin, Sêşemê (13ê Sibatê) bi dawî bû.

Firoşyarê Restenî, Fayiz Madenî, pîlotê xanenişînbûyî, bi destê Tehrîr el-Şam hat kuştin. Buyerê hişt ku protestoyên giştî yên bûn encama derxistina hevbendiya tundrû ji bajêr werin lidarxistin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Protestovan li bajarê Restenê li bakurê Humsê kom bûne daku bangê li Tehrîr el-Şam bikin ku ji bajêr derbikeve. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Protestovan li bajarê Restenê li bakurê Humsê kom bûne daku bangê li Tehrîr el-Şam bikin ku ji bajêr derbikeve. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Wî got ku êvara Pêncşemê wekî muhleteke nû hat destnîşankirin, li gel gefên eger navçe vê oferê qebûl neke dê bi tevahî li jêr bombebarandinê be û dê hêzên rejîmê û milîsên hevalbendên wê êrîşî navçeyê bikin.

"Eger rejîm gefên xwe bibe serî û Artêşa Azad a Sûriyê venekişe, û çekên xwe radest neke û rêkeftinameyekê agirbestê bi rejîmê re nepejirîne, dê sivîl bibin qurbanî," Ehmed got.

Protestoyên li dijî Tehrîr el-Şam

Ehmed got ku ev zirta rejîmê pitştî protestovanên Restenê daxwaz ji hevbendiya tundrû Tehrîr el-Şam kirin ku navçeyê biterikîne tê, piştî ku du endamên wê endamekî şanda danûstandina li dor rêkeftineke derbarê kehrebê bi rejîmê re kuştin.

Wî da zanîn ku wî bang bo çakirina xetên serekî yên veguhstina voltacê bilind kir.

Ehmed got ku endamê şandê yê hat kuştin, sivîl bû û navê wî Fayiz Medanî bû, ew pîlotekî xanenişînbûyî bû û firoşgeha wî ya zêran li xeleka Şelhûm li Restenê hebû.

Du endamên Tehrîr el-Şam fîşek berdane wî. Dewriyeke Artêşa Azad derket yek ji wan kuşt û yên din girtin, û ew mukur hat ku endamê Tehrîr el-Şam e û wî bi endamê din re Madenî kuştiye.

Ehmed got ku kujer li dadgeha bajêr hatiye girtin.

Wî da zanîn ku piştî tawan hat kirin, xwenîşandan li bajêr hatin encamdayîn û bang li Tehrîr el-Şam kirin ku bajar biterikîne û hevbendî bi rastî jî koç kir," ew li jêr fişarê derketin, fişara ku şêniyên bajar kirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500