Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Rejîma Sûriyê bo roja 5ê êrîşî Xûtaya Rojhilatî dike

AFP

Sivîlên Sûrî ji êrîşên asmanî yên rejîmê li ser bajarokê Cisrîn, li herêma Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî li derveyî Şamê di 8ê Sibatê de direvin. [Ebdulmunem Eassa/AFP]

Sivîlên Sûrî ji êrîşên asmanî yên rejîmê li ser bajarokê Cisrîn, li herêma Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî li derveyî Şamê di 8ê Sibatê de direvin. [Ebdulmunem Eassa/AFP]

Balafirên asmanî yên nû yên rejîma Sûriyê roja Înê (9ê Sibatê) êrîşî Xûtaya Rojhilatî ya ku asêgeha opozîsyonê ye kirin di pêncemîn rojên li pey hev ji kampanyayeke bombebarankirinê de ku bêtirî 230 sivîlî kuştiye.

Balafirên şer ên Sûrî ji Duşemê ve êrîşî navçeyê dikin, ku ev yek bû sedema ku bi hezarên malbatan li penagehên ku wan ji bombeyan biparêzin kom bibin û barê karmendên rizgarkirinê girantir bike.

Hêzên navdewletî biserneketin ku piştgiriya daxwazeke berpirsên NY bikin ji bo agirbesteke yek-mehî li Sûriyê ji bo rêdan ji şandiyên alîkariyê û derxistinên bijîşkî yên ku gelekî pêwîst in.

Grûpên alîkariyê got ku kampanyaya bobebarankirinê astengiyan çêdike li pêş gihiştin bo deverê ji bo hawarçûna mirovî û hişyarî ji krîzekê dan, hevdem Amerîka roja Pêncşemê daxwaz kir ku hêzên rejîmê û yên Rûsî êrîşên asmanî bidawî bînin.

Endamine ji hêzên berevaniya sivîl ku bi navê Kumên Sipî tên naskirin qurbaniyekî êrîşeke asmanî li ser Erbîn li Xûtaya Rojhilatî roja Pêncşemê (8ê Sibatê) derdixin. [Amir Muhîbanî/AFP]

Endamine ji hêzên berevaniya sivîl ku bi navê Kumên Sipî tên naskirin qurbaniyekî êrîşeke asmanî li ser Erbîn li Xûtaya Rojhilatî roja Pêncşemê (8ê Sibatê) derdixin. [Amir Muhîbanî/AFP]

Êrîşên bombebarankirinê sibeha roja Înê li ser çendîn bajarokên Xûtaya Rojhilatî berdewam bûn.

Xelkê sûd ji çend saetên ji aramiyê wergirt ji bo destpêkirina paqijkirina paşmayiyên li pêş deriyên malên xwe û maliştina camên şikestî.

Li Dûma, hinek li madeyên ku bikaribin bixwin digeriyan, hevdem hinekên din berê xwe bilez dane bazarê ji bo dîtina xwarin û madeyên din.

Lê nêzîkî nîvro, bangdanek ji minareya mizgeftê bilind hat ku hişyarî ji êrîşên hatî dida: "Balafira çavdêriyê li asman e. Kolanan paqij bikin."

Piştî demeke kurt, du êrîşan li Irbînê da, ku roja Pêncşemê bîst û çar kes hatin kuştin.

Tîmên bijîşkî li bajarok ragihandin ku barê wan zêde giran bûye ji ber bombebarankirina berdewam.

"Ji 2011 ve heta niha, ti carî asta bombebarankirinê negihaye ya di 96 saetên borî de," Hemza, yek ji bijîşkên ku birîndaran derman dikin, got.

"Karesateke mirovî"

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku herî kêm 75 kes roja Pêncşemê mirin, sê birîndar jî roja berî wê di rewşeke xirab de bûn, ku hejmara kuştiyên sivîl ji roja Duşemê ve digihe bêtirî 230 kesan.

Xûtaya Rojhilatî warê nêzîkî 400,000 kesan e ku ji 2013an ve li jêr dorpêçeke tund ji aliyê rejîmê ve dijîn.

Bêtirî 4,000 malbat li jêrxaneyan û depoyan dijîn ji tirsa êrîşên asmanî, li gorî rêxistina Save the Children.

"Dorpêç tê wateya ku tu cih ji wan re nîne ku birevinê. Divê rawestandineke yekser ji şer re û dawiyek ji dorpêçê re hebe," rêvebera bersivdanê ya Sûriyê ya Save the Children, Soniya Khush, got.

CARE International got ku tundbûna êrîşên asmanî hiştiye ku gelekî zehmet be ku karmendên hawarçûnê alîkariya kesên hewcedar bikin.

"Hevparên me gelekî bi zehmetî digerin, êdî çawa ew dikarin bigihin xelkê şikestbar?" rêvebera têkiliyan bo Sûriyê, Joele Besûl, pirsiyar kir.

"Agirbest tune ye, eger guhdariya tişta mayî neyê kirin, em nikarin texmîn bikin ku dê karesata mirovî heta çi astê be," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500