Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq 18 zarokên çekdarên biyanî yên DAIŞê radestî welatên wan dike

Xalid Ta'î

Keçeke Çaçanî tê dermankirinpiştî ew ji şer hatiye xelakirin ji aliyê hêzên Îraqî ve dema wan li Mûsilê şer dikir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş hatiye wergirtin]

Keçeke Çaçanî tê dermankirinpiştî ew ji şer hatiye xelakirin ji aliyê hêzên Îraqî ve dema wan li Mûsilê şer dikir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî 18 zarokên çekdarên biyanî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên hatibûn kuştin di şerên bi artêşa Îraqî re radest kirin, hikûmetê Înê (9ê Sibatê) ragihand.

"Wezareta Karûbarên Civakî û Kar heta aniha 17 zarokên Çîçanî û zarokeke Fransî radestî welatên wan kirin piştî xwediyên wan zarokan hatin dîtin," Ebîr Çelebî, seroka Ofîsa Guhlêdana li Zarok û Jinê ya Wezaretê, got.

Wezaretê vegera sêwiyên DAIŞê bi nofan pesend kir destpêka Îlona 2017an bi hevahengî li gel UNICEF, Xaça Sor a Navdewletî û şandên diplomasî, wê ji Diyaruna re ragihand.

Wê got ku wezareta pilan dike ku komeke din a zarokên sêwî yên Elman bişîne welatên wan, bi hevkarî li gel balyozxaneya Elmanyayê li Bexdayê.

Çelebî got ku hîna hejmarek ji zarokan li ba wezaretê hene ku tê bawerkirin ku ew yên çekdarên biyanî yên DAIŞê ne, yên ku yan hatine kuştin di şerên rizgarkirinê de yan êrîşên xwekujî pêk anîne.

"Em halêhazir 40 zarokên sêwî yên di temenên wan di navbera çar û şeş salan de ye ji komarên Yekîtiya Sovyêta berê, Fransa û gelek welatê din dihewînin," wê got, wî da zanîn jî ku "ew li sêwîgehan li Bexdayê dimînin li gorî rênmayên fermansaziya Îraqî".

Zarokên sêwî "guhlêdaneke tam werdigrin"

Çelebî got ku zarok guhlêdaneke tam werdigrin.

"Em wekî zarokên sêwî yên din nêzîkî wan dibin, em mêvandariya wan dikin û xwarin, cil, guhlêdana tendirustî û piştgiriya derûnî ji wan re pêşkêş dikin," wê anî ziman.

Wê got ku ev zarok li jîngeheke tundbar jiyane, û wî da zanîn ku hinek ji wan birîndar bûbûn di şer û pevçûnan de.

"Em wan qurbanî dibînin û divê guhdan li wan bê kirin, li gorî ola me û nirxên me yên mirovî û li gorî rênimayên zagonên me yên niştîmanî û peymanên navdewletî yên ku banga guhlêdana li zarokan dikin di kirîzan de û doza parastina mafên wan dikin," wê got.

"Di heman demê de, em hevahengiyê bi desthilatdariyên pêwendîdar re dikin bo piştras bibin ku ev zarokên ku di çavdêriya me de hatibûn sipartin bi selametî bo welatên wan hatine veguheztin," wê got.

Hejmarên mezin "ji zarokên çekdarên biyanî yên DAIŞê hene ku dayikên wan di girtîgehan de ne li jêr serperiştiya hikûmetê", Çelebî eşkere kir.

Wê got ku ev zarok li jêr temenê sê-salî ne û bi hewcedarê guhlêdana dayikên xwe ne, dayikên ku aniha lêpirsîn bi wan re tê kirin û tên dadgehkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500