Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Bijîşkên Xûtaya Rojhilatî banga alîkarîya navdewletî dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Sivîlek radihêje zarokekî ku li bin molozên avahîyên ku ji ber bombebarankirina rêjîmê ya dawî hatine wêrankirin dîtiye. [Wêne ji Navenda Şamê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Sivîlek radihêje zarokekî ku li bin molozên avahîyên ku ji ber bombebarankirina rêjîmê ya dawî hatine wêrankirin dîtiye. [Wêne ji Navenda Şamê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Dema ku êrîşên asmanî yên rêjîma Sûrî berdewam li ser devera li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî dibarin, yekîtîya bijîşkên xwecihî daxuyaniyek weşand, bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dike ku alîkarîyê bikin.

Daxuyanîya roja Çarşemê (7ê Şibatê), ya ji alîyê Yekîtîya Bijîşkên Sûrî yên Azad û birêveberîya xwecihî ya Xûtaya Rojhilatî hat weşandin, bang li wan kir "ku yekser û di cih de destwerdanê bikin û êşê ji ser sivîlan rakin".

Herwiha wan bang li civaka navdewletî û komên alîkarîyê kir ku zextê li rêjîma Sûrî bikin "ji bo ku dorpêçkirinê rake û destûrî bide ku derman û xwarin derbas bibe".

Li gorî daxuyanîyê, pênc endamên kadirê bijîşkî hatin kuştindi vê zêdekirina şer ya dawî de li ser devera li dervey Şamê, ya ku îro Pêncşemê kete roja çarem.

Bijîşkek radihêje zarokekî rizgarkirî ji nav bombebaranikrina rêjîmê li Xûtaya Rojhilatî, bombebarankirina ku di van rojên dawî de dijwar bûye. [Wêne ji Navenda Şamê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Bijîşkek radihêje zarokekî rizgarkirî ji nav bombebaranikrina rêjîmê li Xûtaya Rojhilatî, bombebarankirina ku di van rojên dawî de dijwar bûye. [Wêne ji Navenda Şamê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Sivîl li saxan li bin molozên avahîyên wêrankirî li Xûtaya Rojhilatî digerin. [[Wêne ji Navenda Şamê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Sivîl li saxan li bin molozên avahîyên wêrankirî li Xûtaya Rojhilatî digerin. [[Wêne ji Navenda Şamê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Dûman ji Xûtaya Rojhilatî bilind dibe piştî êrîşa asmanî ya rêjîmê ya roja Çarşemê (7ê Şibatê). [Wêne ji Navenda Şamê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Dûman ji Xûtaya Rojhilatî bilind dibe piştî êrîşa asmanî ya rêjîmê ya roja Çarşemê (7ê Şibatê). [Wêne ji Navenda Şamê ya Medyayî hatiye wergirtin]

Herî kêm 58 sivîl li Xûtaya Rojhilatî roja Pêncşemê di êrîşên asmanî yên rêjîmê yên giran hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku êrîşan herî kêm li şeş deverên cuda dane li navçeya dorpêçkirî.

Hejmara herî bilind li bajarokê Cisrînê bû, heşt sivîl hatin kuştin, dema ku du zarok û jinek li bajarokê Seqbayê hatin kuştin.

Êrîşên bombebarankirina rêjîmê 38 sivîl roja Çarşemê kuştin, Rewangehê di hejmareke nû de got, 80 sivîl di êrîşa roja Pêncşemê de hatin kuştin.

"Rewşa bijîşkî trajîk e"

Dr. Henan Brahîm, endameke yekîtîyê ye ku li Xûtaya Rojhilatî kar dike, ji Diyaruna re got ku pêwîst e bang li rêxistinên mirovî yên navdewletî bihate kirin bo ew alîkarîyê bikin ji ber rewşa bijîşkî ya trajîk li Xûtayê.

"Eger bombebarankirin bi vê rêjeyê xurt berdewam bike, operesyona bijîşkî dê raweste ji ber kêmanî di materyalên alîkarîya seretayî ya bingehîn û pêdivîyên emelîyatên xeternak de heye," wê hişyarî da.

Gelek dermanên sereke ji bo nexweşên bi nexweşîyên bêçare re kêm in, û ev yek bû sedema gelek mirinên vê dawîyê, bi taybet di nav bebek û zarokan de.

Îro Pêncşemê Encumena Ewlekarîyê ya Navdewletî civîneke girtî li dar xist da ku banga ji alîyê berpirsyarên alîkarîyê yên NY giftûgo bikin ji bo agirbesta mehekê bidome li Sûrîyê.

Swêd û Kiwêtê roja Çarşemê daxwaza civînê kirin.

Hevbêjinê NY yê mirovî li Sûrîyayê, Panos Moumtzis, bang kir ji bo agirbesteke mehekê daku destûrê bidin ku kerwanê alîkarîyê bigihe sivîlan li Xûtaya Rojhilatî.

"Em bi awayekî taybet ji êrîşên li dijî sivîlan armancên sivîl, mîna nexweşxaneyan ditirsin," Balyozê Siwêdî Olof Skog got. "Ev êrîş êşa sivîkan zêde dikin û dibe sedema hejmareke mezin ji bêwarbûnên nû."

"Agirbesteke mirovî dê destûrê bide ku alîkarîyê bêşkêş bikin daku jîyana mirovan rizgar bikin û bi sedan kesên ku derdê nexweîyên bîçare dikişînin derxin ên ku pêdivîya wan ya lezgîn bi dermankirina bijîşkî heye" li Xûtaya Rojhilatî, wî got.

Sivîl li jêr bombebarakirinê ne

Xûtaya Rojhilatî, ev çar sal in, li jêr dorpêçkirina rêjîmê ye û bombebarankirina ku ev meheke dest pê kiriye, vê hefteyê zêde bûye.

Tê texmînkirin ku hejmara kesên li jêr dorpêçkirina ku xeniqînbar e 400,000 kes in, dorpêçkirina ku hiştiye derbaskirina xwarin û derman ne gengaz be.

Bombebarankirina xurt deverên niştecihî û bazarên gelerî li Erbîn, Dûma, Hemûrîya û Bêt Sawayê kirine armanc, ligel Heresta û Zemelkayê, çalakvan Mihemed Bêk ji Diyaruna re got.

Bombebarankirin demekê raweste, wî got, di pişt re,"gava ku sivîl ji jêrzemîn û veşergehan derdikevin daku pêdivîyên xwarinên ên pêwîst bikirin, êrîşên asmanî careke din dest pê dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500