Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Peygerîna NY derbarê çekên kîmawî yên tên angaştin ku li Sûrîyayê hatin bikaranîn

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Ciwanek li bajarê Seraqibê ji alîyê tîmeke berevanîya sivîl ve tê dermankirin piştî bombebarandina rêjîma Sûrî ya vê dawîyê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Ciwanek li bajarê Seraqibê ji alîyê tîmeke berevanîya sivîl ve tê dermankirin piştî bombebarandina rêjîma Sûrî ya vê dawîyê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Peygerên tawanên şer li NY îro Sêşemê (6ê Şibatê) gotin ku ew raportên nû vekolîn dikin, raportên dibêjin ku çekên kîmawî li deverên li jêr kontrola opozîsyonê li Sûrîyayê hatine bikaranîn.

Niştecîyan li gelek enîyên şer ên Sûrî ragihandin ku rejîm bombebarandinê dijwar dike û hêzên Sûrî bi belavkirina matryalên kîmawî yên jehrîn sûcdar dikin.

Komîteya peygerînê ya girêdayî NY ya derbarê rewşa mafên mirov li Sûrîyayê got ku wê "gelek raport --ên aniha ew wan vekolîn dike -- wergirtine, yên dibêjin bombeyên tê angaştin ku klora çekdarkirî dihewîne li bajarokê Seraqibê, li Idlibê û Dûma li Xûtaya Rojhilatî hatibûn bikaranîn.

Amerîkayê roja Duşemê got "delîlekî diyar" heye ku gelek êrîşên bi gaza klorê di van hefteyên dawî de hebûn, di nav wan de Xûtaya Rojhilatî ya li jêr kontrola opozîsyonê.

Karmendên berevanîya sivîl ya Sûrî alîkarîya seretayî ji mêrekî re çêdikin, mêrê ku dibe rastî gazên jehrî hatibe li bajarê Seraqibê li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Karmendên berevanîya sivîl ya Sûrî alîkarîya seretayî ji mêrekî re çêdikin, mêrê ku dibe rastî gazên jehrî hatibe li bajarê Seraqibê li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Karmendên berevanîya sivîl sivîlan li bajarê Seraqibê li parêzgeha Idlibê derman dikin, sivîlên dibe ku rastî gazên jehrîn hatibin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Karmendên berevanîya sivîl sivîlan li bajarê Seraqibê li parêzgeha Idlibê derman dikin, sivîlên dibe ku rastî gazên jehrîn hatibin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl ya Sûrî hatiye wergirtin]

Roja Duşemê, Xûtaya Rojhilatî rastî êrîşên asmanî û topavêjê ji alîyê rêjîmê ve hatibû, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mavên Mirov.

Îro Sêşemê, hejmara mirîyan giha 47yan, Rewangehê got, zêdetir ji 100 kesî di êrîşan de hatin birîndarkirin.

Tundî, di van hefteyên dawî de, li Xûtaya Rojhilatî zêde bûye, tenê di vê mehê de,tê gumankirin ku klor di du hilkeftinan de hat bikaranîn di çekên ku ji alîyê rêjîmê ya hêzên alîgirê wê hatin avêtin.

Zehmetîyên henaseyê li Seraqibê

Sûcdarkirna sêyem ji ber bikaranîna gaza jehrîn ji parêzgeha Idlibê hat, cihê ku roja Duşemê dora 12 kesên ku derdê zehmetîya hinase dikişandin hatin dermankirinpiştî êrîşên rêjîmê li ser Seraqibê, Rewangehê got.

Mihemed Xalib Tenarî, bijîşkeke li bajarokekî nêzîk, got ku nexweşxaneya wî 11 kes derman kirin.

"Hemû halatên me pêşwazîya wan kir berjeng didin xuyakirin ku wan gaza klorê ya jehrî bên kiriye, di nav de westandin, zehmetî di henasekirinê de û kuxik," wî ji AFP re got.

Dora saet 9:30 êvarî roja Yekşemê, devera rojhilatê Seraqibê ji alîyê helîkopterên artêşa rêjîmê ve hat bombebarankirin, endamê komîteya hevahengîya Seraqibê Mihemed Xalid ji Diyaruna re got.

Hilîkopteran bermîlên teqîner barandin û piştî demeke kurt, bêhinên kirêt li deverê belav bûn, wî got, vê yekê hişt ku niştecî dûrî devera wêrankirî bikevin.

Tîmên berevanîya sivîl û rizgarker gihan devera bûyerê û "yekser nas kirin ku dibe gazên jehrî --fosfor û klor -- hatibin avêtin", wî anî ziman.

Li gorî berevanîya sivîk, 12 halet ji berjengên dişibin xeniqandinê hatin tomarkirin, neh sivîl û sê endamên berevanîya sivîl derdê zehmetîya hinaseyê dikişînin.

Ew li cihê bûyerê bi maskên oksîjenê û şûtştinê hatin dermankirin û ew guhestin navenda bijîşkî ya xwecihî da ku pişt re werin dermankirin û çavdêrîya wan bikin.

Reşnivîsa daxuyanîyê nehat qebûlkirin

Amerîka û Rûsya li Encumena Ewlekarîyê ya NY roja Duşemê pev çûn ji ber Waşintonê daxwaz dikir ku êrîşên gaza klorê yên li Sûrîyayê hatin ragihandin werin şermezarkirin.

Amerîkayê projeya daxuyanîyê pêşniyar kir ku bikaranîna materyalên kîmawî weke çek şermezar dike, lê hevalbendê rêjîma Sûrî Rûsya guhertinek zêde kir ku behsa êrîşa Idlibê tê de nekir, li gor reşnivîsa ku ji alîyê AFP ve hat dîtin.

Di dawîyê de tu daxuyanî nehat qebûlkirin.

NY dît ku rêjîma Sûrî êrîşên bi gaza klorê di salên 2014 û 2016an de cîbicî kirinû herwiha wê gaza sarînê jî li dijî bajarokê Idlibê bi kar anî.

Rêjîma Sûrî red kir ku wê çekên kîmawî li welat di şerê heft salan de avêtibe.

Di heman demê de, Seraqib û bajarok û gundên din ên Idlibê weke bajarokên reşeyan li wan hatiye, Xalid ji Diyaruna re go, ji ber ew rastî gelek êrîşên asmanî û mombebarankirinê di van her çar rojên dawî de hatin.

Li bajarê Idlibê, gelek deverên niştecihî rastî bombebarankirina dijwar hatin, bombebarankirina ku avahî hêrivandin û êrîşên asmanî yên hiştin ku nexweşxane nema xizmetê pêşkêş bike.

Herwiha bajarokên Bidama, Hubayt, Tamana, Maeret Numan û Kefer Nubilê hatin lêdan, wî not kir ku bi dehan kes ji ber bombebarankirina dijwar hat kuştin û birîndarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500