Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tedbîrên ewlehî yên tund li Bexdayî piştî êrîşeke kujêner

Xalid Taî

Hêzên Îraqî deverê dorpêç dikin, li cihê ku du teqnînn xwekujî 31 kes kuştin li Meydana Teyeran li navenda Bexdayê roja 15ê Kanûna Duyem. [Sebah Arar/AFP]

Hêzên Îraqî deverê dorpêç dikin, li cihê ku du teqnînn xwekujî 31 kes kuştin li Meydana Teyeran li navenda Bexdayê roja 15ê Kanûna Duyem. [Sebah Arar/AFP]

Hêzên Îraqî tedbîrên ewlekarî yên tund pêk anîn li Bexdayê piştî teqîneke xwekujî ya kujêner ku roja Duşemê (15ê Kanûna Duyem) qewimî û tê de 31 kes hatin kuştin û dora 100 kesan birîndar bûn, berpirsiyaran ji Diyaruna re got.

Wezareta Karê Hundir got ku gelek karkerên avakirinê di nav kuştî û birîndarên erîşa li Meydana Teyeran di orta paytextê de bûn.

Wezaretê got ku hêzên ewlekariyê di amadebaşiyeke bilind de bûn piştî êrîşê, û li kolanan belav bûn û pişkinîn pêk tanîn li deverên giştî.

Êrîşa Duşemê nîşan da ku şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajar hene, endamên komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Bexdayê, Saed Metlibî ji Diyaruna re got.

Endamekî hêzên ewlekariya Îraqî sekiniye li Meydana Teyeran li Bexdayê, cihê ku 31 kes di du teqînên xwekujî de hatin kuştin. [Sebah Arar/AFP]

Endamekî hêzên ewlekariya Îraqî sekiniye li Meydana Teyeran li Bexdayê, cihê ku 31 kes di du teqînên xwekujî de hatin kuştin. [Sebah Arar/AFP]

Rêxistinê "qulek di berevaniyên elwehî de bikar anîn", wî got, û dixuye ku ew li derfeteke tolhildanê digeriya piştî binketinên ku ew rastî wan hatiye.

"Dibe ku lêgerîna li sistahiya ewlehî û qezenckirin ji rewşa serxweşiya serkeftinê ew tişt bûn ku terorîst lê digeran," wî got.

Wî got ku li ber roniya vê xeteriyê, encumna parêzgeha Bexdayê "wesiyet belav kirin ku tê de bang li hemû ajansên ewlekariyê û hewalgiriyê kir ku baldar bin û şiyar bin û xwe baş ji hewlên dijmin re amade bikin".

Ew hatin ar stekirin ku "operasyonên ewlekarî yên parastinî di ber çav re bibin û xebatên hewalgirî dîsan binirxînin bo tevgera ligel erîşên terorî", wî anî ser ziman.

"Tevgerkirina xebatan divê di asta berhengariyên mezin ên ewlekarî de be di vê qûnaxê de," Metlibî got.

Wî bang li hêzên Îraqî kir ku peygerîna li şanên razayî û alîgirên DAIŞê dewam bikin bo nehiştina wan û bidawîkirina xeteriya ku ew çêdikin.

Arastekirinên nû şanên terorê dikin hedef

Roja Şemiyê, erîşeke xwekujî li nêzî rêbendekê li Meydana Eden li bakurê Bexdayê herî kêm pênc kes kuştin.

Piştî van bûyeran, yên ku piştî çend mehan ji aramiya rêjeyî li paytextê tên, Serokwezîr Heyder Ebadî roja Duşemê tevlî civîneke awarte bû li gel Fermandariya Operasyonên Hevbeş û serokên ajansên hewalgirî.

Di civînê de, "pakêtek ji amojgarî, biryar û ferman hat amadekirin têkildarê peyçûn û cezakirina şanên razayî yên terorî û misogerkirina selametiya welatiyan", Ofîsa Medyayî ya Serokwezîr di daxuyaniyekê de got.

Di daxuyaniyeke cuda de, Şana Çapemeniya Cengî hişyarî da ji "kampanyayeke rêxistinkirî bo belavkirina dilerawkê di nava welatiyan de".

Şirovekar Îraqî, Hîşam Haşîmî got ku 180 kes hatin kuştin di êrîşan de li Meydana Teyeran ji sala 2011an ve, "bi piranî beriya hilbijartinan û piştî rapirsiyan", AFP ragihand.

Ev êrîş armanc dikin ku "alosîyê çêbikin û parçebûyîna tayifgerî kûrtir bikin", wî got.

"Hinek alî û partî hene dixwazin ku rewşa ewlehî têk bibin bo parastina bercewendî û gendeliyên xwe," Şana Medyaya Cengî got.

Wê ji xelkê xwest ku "baldar bin, û pişta xwe bi çavkaniyên fermî girê bidin bo şopandina nûçeyan, û derewên ku ji bo meremên şubhetbar tên çêkirin belav nekin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500