Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Nûavakirin li bajarên Enbarê bileztir dibe

Xalid Taî

Ev wêne, ku di 14ê Mijdarê de hatiye belavkirin, karkeran nîşan dide ku dibistaneke ku ziyan gihayê li Felûce nûava dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa qayimeqamiya Felûca hatiye wergirtin]

Ev wêne, ku di 14ê Mijdarê de hatiye belavkirin, karkeran nîşan dide ku dibistaneke ku ziyan gihayê li Felûce nûava dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa qayimeqamiya Felûca hatiye wergirtin]

Li bajarên Felûca û Remadî, hikûmetên xwecihî û federal ligel hevparên navdewletî kar dikin ji bo vegerandina jêrxaneyê û xizmetguzariyên ku ziyan gihabû wan di dema şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Desthilatên xwecihî "tişta ku jê tê dike ji bo bicihkirina planên nûavakirinê", qayimeqamê Felûca Îsa Sayir ji Diyaruna re got, anî ser ziman ku hewlên nûavakirinê ji aliyê Projeya Fînansekirinê ji bo Seqamgêriyê ve tên serperiştîkirin.

Projeya, ku di 2015an de ji aliyê UNDP (Programa Pêşxistinê ya NY) hatibû damezirandin li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê, bi piştgiriya ji hevpeymaniya navdewletî ve, hatiye çêkirin ji bo aramkirina bilez a deverên rizgarkirî.

Armanca wê ew e ku alîkariyê bike di vegerandina baweriya bi rola hikûmetê li deverên ku ji DAIŞê hatin vegerandin de û ji bo dayîna xelkê hesta pêşketinê, û niha biryar e ku li 28 deveran were bicihkirin, di nav wan de Felûca.

Karker li bajarê Remadî yê parêzgeha Enbarê kar dikin li ser nûçakkirina tora kenalîzasyonê di vê wêneyê de, ku di 2ê Tebaxê de hat belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa qayimeqamiya Remadî hatiye wergirtin]

Karker li bajarê Remadî yê parêzgeha Enbarê kar dikin li ser nûçakkirina tora kenalîzasyonê di vê wêneyê de, ku di 2ê Tebaxê de hat belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa qayimeqamiya Remadî hatiye wergirtin]

"Di çarçoveya vê projeyê de, me karî heta niha ku em 3,000 ji 8,000 malan nûava bikin ku ziyan gihabû wan ji aliyê terorîstan ve," Sayir got.

Wî got ku proje herwiha sektora tenduristiyê jî lixwe digre, ku 5,000 navendên tenduristiyê rastî ziyanê hatine û Nexweşxaneya Felûce jî di plana nûavakirinê de cih digre.

"Sê ji pênc kolêjên li bajar jî hatin zêdekirin, û niha têne nûavakirin," wî got, û "53 ji 175 dibistanên ku parçeyî yan jî bi temamî ziyan gihabû wan hatin nûavakirin".

Vegerandina elektirîk û piran

"Bingeha elektirîkê ya Şemaliya, ku rayê jiyanê ji bajar re ye, bi temamî hat nûçakkirin, ligel bingehên elektirîkê yên Şerqiya û Nasir," wî got jî.

"Tevî ku ev bingeh niha li ser kar in, hîn gihiştina elektirîk bo çendîn ji van taxan sînordar e ji ber ziyana ku gihaye torê, ku ev jî tê çakkirin."

"Li beşê bakurî ji bajar, ku çendîn taxa lixwe digre weke Şurta, Dubat û Colan, gihiştina elektirîkê baş e û digihe 85%," Sayir got. "Lê ev rêje dadikeve bo 33% li taxên başûrî weke Cubêl, Nezal û Rîsala."

"Tora avê jî rastî ziyaneke mezin hatiye, û em berdewam in li ser karê nûçakkirinê," wî got.

Pirên Felûce di dema şerê derxistina DAIŞ de rastî ziyaneke mezin hatin, wî got, anî ziman ku pira konkrêt a Felûce, ku girêdaneke sereke ye navbera bajar û Remadî, niha tê nûkirin.

"Nûkirina pira Japonî û pira kolana Felûce jî di nav projeya UNPD a seqamgêriyê de ne," wî got.

Wî da zanîn ku pirên din hene, weke Seqlawiya, Teqsîm, Sersar, Hilwa û Enez li gundewarên Felûce, ku para wan di fînansekirina niştîmanî ya nûavakirinê de heye, lê kar li ser wan hîn nehatiye destpêkirin.

Jêrxaneya sereke êdî saxlem e

Li Remadî, piraniya jêrxaneya sereke ya bajar hatiye vegerandin, lê hîn bi karîna tam neketine ser kar, qayimeqamê Remadî Ibrahîm Ewsec ji Diyaruna re got.

Wî got ku ziyana herî mezin gihişte bingehên giştî.

"Li Remadî û derdora wê 165 bingehên avê hene ku piraniya wan hatine nûçakkirin, lê bi nîva karîna xwe li ser kar in," wî got. "Sîstemên sarincê yên ku ziyan gihabû wan ji aliyê bombeyên li ber rê yên ku terorîstan çandibûn, ligel tora elektirîkê, jî hatin çakirin."

Lê belê, wî got jî, nêzîkî 80% ji rêyên sereke û yên şaxî li bajar ku ji aliyê bomeyên li ber rê ziyan gihaye wan hîn bi temamî nehatine nûçakirin.

Wî got jî ku ji 200 dibistanên ku ziyan gihiştiye wan, 23 hatine nûavakirin.

"Weke hewlekê ji bo dagirtina vê valahiyê, me dibistanên yedek bi awayekî demkî peyda kirin," wî got.

"Kolêjên li Zanîngeha Enbarê hatine nûvekirin û ders weke adetî tên dayîn, tevî ku çar ji 13 kolêjan hîn bi temamî nehatine pêgihandin," Ewsec got.

"Rêyeke dirêj li pêş e"

Derbarê pirên Remadî, Ewsec got ku bi temamî ziyan gihaye 32an.

Sê tên nûkirin bi piştgiriya Banka Navdewletî û Sindoqa Diravî ya Navdewletî, di demekê de ku UNDP li ser nûçakkirina duyên din kar dike.

Ewsec bang li hikûmetê kir ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji xelkê xwecihî re daku bikaribin malên xwe nûava bikin, anî ziman ku "ji 65,000 malên ku ziyan gihayî wan, tenê hejmareke biçûk ji aliyê xwediyan ve hatine nûavakirin".

"Me pêşketinek pêk aniye, lê hîn rêyeke dirêj li pêşiya me ye û em bi hewceyî pere û piştgiriyeke bêtir in," wî got.

"Hewlên nûavakirinê bilez pêş dikevin," Neîm Kiûd ji encumena parêzgeha Enbarê ji Diyaruna re got.

"Gelekî baş e ku em pêşketinê bibînin li bajarên parêzgeha Enbarê, di nav de Felûca û Remadî, hevberî salekê."

"Em hîn negihane asta daxwazkirî ji pêşketinê," wî got. "Lê belê, sektora xizmetguzariyên giştî nûkirineke bilez bi xwe re dît tevî çavkaniyên darayî yên sînordar, ev jî dihêle em geşbîn bin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500