Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Zingilên dêrê nûavakirina Tel Eskufê îlan dikin

Xalid Taî

Xiristiyanên Îraqî bi girseyî tevlî boneyekê li Dêra Mar Korkîs li Tel Eskuf, bajarokeke dikeve bakurê parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji malpera Tel Eskuf hatiye wergirtin]

Xiristiyanên Îraqî bi girseyî tevlî boneyekê li Dêra Mar Korkîs li Tel Eskuf, bajarokeke dikeve bakurê parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji malpera Tel Eskuf hatiye wergirtin]

Dema ew di bakurê Îraqê re belav dibû di Tebaxa 2014an de, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest danî ser bajarokê Tel Eskuf ê parêzgeha Nînewayê, dêrên wê kavil kirin û şêniyên wê, yên ku bi awayekî serekî xiristiyan in, neçar kirin ku ji malên xwe birevin.

Ji 3yê Gulana 2016an ve, dema ku Pêşmerge DAIŞ bi darê zorê ji bajarokê li bakurê Mûsilê derxistin, şênî vedigerin, tevlî xebatên nûavkirinê û vegerandina cihên perestinê dibin, bi alîkariya cîranên xwe ji olên din.

Dêra Mar Korkis, a herî mezin li bajarok, dîsan hat vekirin di Kanûna Yekem de piştî şeş mehan ji karê nûavakirinê, di bonenya pîrozbahiyên Kirîsmasê ji aliyê Xiristiyanan ve.

"Ev yekem dêr e ku bê hazirkirin li bajarokê me," Şamas Salar Sulêman Bûdax ji Diyaruna re got. "Ev heyvanê hêvîyê ye ji tevahiya şêniyan re, paşxana wan [a olî] çibe."

Ew nîşan dide ku "aştî aniha pêkan e", wî got. "Em dikarin awatdarê jiyaneke nû bin ku cihê terorê û tundiyê tê de tune ye."

Dêr, a ku rastî ziyaneke giran li ser destê DAIŞê hatiye, bi piştgiriya xweberan û dayînerên navdewletî hat avakirin.

"Me her tişt nû kir, di nav de ban, rixam, derî û dîwarên dîkorkirî," Bûdax got, wî da zanîn jî ku cihên xwendinê û heykelên nû hatin danîn, û nûkirina sîstema avê û kehrebê hat qedandin.

"Perestvan aniha bi selametî tên dêrê û nimêjên xwe bi dilxweşî perform dikin," wî got, wî da zanîn ku berpirsiyar dixwazin ku dêra din a bajarok, Mar Cakob bê nûkirin.

"Nimûneke bedew"

Xizmetguzariyên giştî li Tel Eskuf berdest in, li gel vegerandina wizeyê û xizmetguzariyên şaredariyê û pêgehandina avahiyên tenduristî û perwerdahiyê.

Berdestkirina xizmetguzariyan, li gel baştirkirina rewşa ewlehî, bêwar han dan ku vegerin malên xwe, Durêd Hikmet Tobiya, şêwirmendê parêzgarê Nînewayê got.

"Şêniyên Tel Eskuf ên bêwar, ku hejmara wan nêzî 900 malbatî bû, hemû vagariyan malên xwe," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku bajarok aniha "nimûneke bedew e" li ser çawaniya vegera jiyana asayî li bajarên ku rastî hovîtiya DAIŞê hatine, û hêviya xwe anî ser ziman ku "bajarokên din heman rêbazê bişopînin bo berengarbûyîna koçberiya neçarî".

"Vegeran xelkê bo malên xwe, û karîna wan a dewamkirina jiyana xwe û karûbarên rojane, destpêka bidawîhatina heyameke tarî saz kir," wî anî ziman.

Wî got ku lêketina zingilan li Dêra Mar Korkis piştî zêdetir ji sê salan ji bêdengiyê di serdema kar û avakirinê de.

Avakirina bajarên Nînewayê

Encumena parêzgeha Nînewayê programeke kar bo avakirina bajarên din ên parêzgehê dariştiye, endamên komîteya ewlehî ya encumenê, Binyan Cerba ji Diyaruna re got.

Wî got ku armanc ew e ku saman bikevin tevgerê de bo baştirkirina rewşan li bajarok û deverên pir nişîn, vegera şêniyên aware bo warên xwe, û garantîkirina aramiyê.

Programa nû guzariştê li "çaksaziyeke giştgîr û stratejiyeke geşekirinê di hemû astan de dike", wî anî ziman.

Nînewa "bêhampa ye bi bêkhatina xwe ya regezî", Cerba got, bi bîr xist jî ku girîng ku parêzgeh vê yekê biparêze û şîraza civakî qayimtir bike, ji ber ku dixuye ku DAIŞ hinekî ew ji hev xistiye.

Wî got ku ji dema ew hatiye rizgarkirin, Tel Eskuf rêyeke dirêj ber bi aramiyê ve birîye.

"Vegera şêniyên bêwar û ahengên betlaneyan ên ku Xiristiyan û Misilman, û ji olên din, lê amade dibin, dîtineke erênî diefirîne," wî got.

"Em hêvîdar in ku bajarên me dê serfiraziyên xwe yên berê vegerînin," wî got. "Em dikarin li ser zemînê bibînin ku pêşvebirin her roj heye, ev jî xwesteka me ye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500