Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê pereyan ji bo nûavakirinê zêde dike

Xalid Taî

Karker rêyekê rast dikin di Mijdara borî de weke beşekî ji hewlên li dar ji bo nûavakirina bajar piştî bêtirî sê salan ji desthiltdariya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela Facebookê ya qayimeqamê Remadî hatiye wergirtin]

Karker rêyekê rast dikin di Mijdara borî de weke beşekî ji hewlên li dar ji bo nûavakirina bajar piştî bêtirî sê salan ji desthiltdariya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji rûpela Facebookê ya qayimeqamê Remadî hatiye wergirtin]

Nûavakirin li Enbarê zêde dibe tevî çavkaniyên darayî yên sînordar ji bo rakirina bandorên wêranbûnê ji encama hukmê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bo bêtirî sê salan.

Hikûmeta xwecihî di çendîn waran de tevdigere ji bo derbaskirina zehmetiyên ku rastî nûavakirinê tên, ku ya herî xuya ji wan kêmbûna piştgiriya darayî ye, berpirsan got.

Enbar "rastî kêmbûna pereyên kaş tê", berdevkê encumena parêzgehê Îd Emaş got.

"Parêzgeha me tenê sê milyar dînarên Îraqî ($2.5 milyon) wergirtine ji pereyên jê re terxankirî ku 17.4 milyar dînar ($14.6 milyon) in ji budceya sala borî [2017an]," wî ji Diyaruna re got.

Emaş got ku ev qas tenê têra karekî nûavakirinê yê sînordar dike.

Projeyên nûavakirinê yên li ser asteke bilind gerek werin fînansekirin ji aliyê hikûmeta Îraqî û hevparên navdewetî weke UNDP (Programa Pêşxistinê ya NY), wî got.

"Em [hikûmeta xwecihî] tenê aliyekî mifadar in. Em pêşniyarekê didin desthilatên pêwendîdar û li benda bicihkirinê û radestkirinê ne," wî zelal kir.

Piştgiriya navdewletî

Wî got ku UNDP piştgiriya 408 projeyên nûavakirinê dike, ku hinek ji wan hatiye temamkirin di demekê de ku hinekên din berdewam in, û kompaniyên pispor bi hinekan hatine erkdarkirin.

Ev proje nûçakirina dibistanan, nexweşxaneyan, piran û avê û bingehên elektirîkê li xwe digrin.

Şer ziyaneke mezin gihandiye gelek bajaran li Enbarê, herî xuya Remadî û Felûca, ku asta wêranbûnê digihe 80% li hinek bajaran.

"Niha li ser erdê pêşketin heye lê hîn parêzgeh bi hewceyî milyarên dînaran e ji bo vegerandina hertiştî li ser halê berê," wî got.

"Ev astengiyeke mezin li pêş me datîne ku em hewl didin ku derbas bikin bi alavên berdest," wî got. "Em daxwaz ji weberhênerên xwecihî, karsaz û balyozên welatên biyanî dikin ku di hewlên nûavakirinê de alîkar bin."

Di 2017an de, Îraqê qerzekî 500 milyon euro ($590 milyon) ji Almanya wergirt û $350 milyonên din ji Banka Navdewletî.

Wê herwiha dayîneke bi $100 milyonan ji Kuwêtê û yeke din bi $9 milyonan ji Çînê wergirtin.

Cîgerê Serokê Şandeya Amerîkî li balyozxaneya Amerîkî li Îraqê, Joey Hood, roja 21ê Kanûna Yekem got ku Amerîka dora $2 milyar dolara bo nûavakirina Enbarê terxan kiriye weke beşekê ji projeyên UNDP li Îraqê.

Elî Ferhan, cîgirê parêzgarê Enbarê, got ku pereyên terxankirî ji nûavakirinê re ji van dayîn û qerzan ne ji hikûmeta xwecihî re ne.

"Ev pere terxankirî ne ji projeyên nûavakirinê re bi rêya pereyên niştimanî ji bo nûavakirinê deverên ku ziyan giha wan ji aliyê operasyonên terorîst ve û bi rêya rêxistinên navdewletî," wî ji Diyaruna re got.

Wî got jî ku hemû pere li ser qonaxan ji aliyên daner li wezaretên Iraqî yên pêwendîdar ve tên xerckirin piştî temamkirina her qonaxekê ji projeyê.

Ferhan got ku nûavakirin li Remadî û Felûca ji 2016an ve zêde bûye û bi lezeke baş birêve diçe tevî kêmbûna pereyan.

Zêdekirina çavkaniyên peredayînê

Wezareta Koçberî û Koçberan "30 milyar dînarên Iraqî ($25.2 milyon) terxan kirine ji bo projeyên biçûk ên vegerandina seqamgêriyê, lê qasê tam hîn nehatiye belavkirin", wî got.

Wî da zanîn ku Banka Navdewletî herwiha terxankirina $25 milyonan ji bo fînansekirina karê nûavakirinê li parêzgehê qebûl kir, lê biryar hîn nehatiye bicihkirin.

"Em niha bi hêvî ne ku çavkaniyên xwe yên peredayînê zêde bikin. Me lêkolîn û datayên pêwîst derbarê projeyên nûavakirinê yên awarte amade kirine daku em bikaribin pêşkêşî konferansa daneran bikin ku dê li Kuwêtê [di Sibatê de] were lidarxistin," wî got.

Ferhan got ku hikûmeta Îraqî dest bi kampanyayeke lipeyhev kiriye ji bo handana kompaniyên navdewletî ku li Enbarê weberhênanê bikin.

"Herêma me bi çavkaniyên xwezayî têr e û ev yek fakterekî girîng e ji bo kişandinê ye ji weberhênana biyanî re," wî got.

Şandeyên fermî ji parêzgeha Enbarê vê dawiyê serdana çend welatên biyanî kirin, di nav de Fransa û Koriya Başûr, daku ligel kompaniyên ku dixwazin li Enbarê weberhênanê bikin bicivin û hevpariyên abûrî yên hevbeş pêşniyar bikin.

Pereyên sînordar pirsgirêkeke ku rastî hemû parêzgehên ku ziyan gihaye wan ji encama terorîzmê dibe û tenê Enbar, Sadiq Behadilî ku mamosteyê fînans û bankkirinê li Zanîngeha Mustensiriyê ye, got.

Ev yek ji ber asta mezin a ziyanê li van parêzgehan e, ku hikûmeta Iraqî bi tena xwe nikare çak bike, bi taybetî ku ji berê ve rastî kêmbûna pereyên kaş hatiye, wî ji Diyaruna re got.

wî got ku girîng e derî ji weberhênanê re were vekirin û atmosfêreke abûrî ya hevrikîdar ji bo handana pêşxistinê were peydakirin.

Ev yek ji başkirina karê bankên xwecihî pêk tê bi rêya dayîna qerzên sivik ji xelkê re ku ev yek dê alîkariya wan bike ku dest bi projeyên biçûk bikin û malên xwe çak bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500