Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Dibistan li Idlibê ji bo parastina zarokan hatin girtin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Xwendekar beşdarî waneyê dibin li dibistanekê li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Tewfîq Ewad hatiye wergirtin]

Xwendekar beşdarî waneyê dibin li dibistanekê li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Tewfîq Ewad hatiye wergirtin]

Dibistan hatin girtin li piraniya beşên parêzgeha Idlibê ji ber rewşa ewlekarî ya xeternak û tirsên ku ew rastî topbarankirinê yan êrîşên asmanî werin ji ber berdewambûna şer li deverên derdora bajar.

Şer her diçe tundtir dibe navbera girûpên çekdar ên opozîsyonê li aliyekî -- di nav de hinek komên tundrû -- û rejîma Sûriyê û hevalbendên wê de li aliyekî din.

Di nav tundbûna şer de, Rêveberiya Perwerdeyê ya Idlibê biryarek derxist ku bang li hemû dezgehên perwerdeyê dike ku proseya perwerdeyê bisekinînin, mamoste û berpirsekî rêveberiyê, bi navê Tewfîq Ewad, gotin.

"Biryar bi taybetî li deverên Ebû Duhûr, Xan Şêxûn û Marih tê meşandin, ji ber ku ew nêzîkî zonên şer in," wî got, "ji ber ku xwendekarên ku diçin dibistanan li jêr wê metirsiyê ne ku eziyet bigihe wan ji encama topbaranê yan jî êrîşên asmanî."

Deriyên dibistaneke Rêveberiya Perwerdeyê li gundewarê Idlibê girtî ye. Rênima hatin dayîn ji bo girtina dibistanan ji ber tundbûna şer û ji ber tirsa li ser selametiya xwendekaran. [Wêne ji Tewfîq Ewad hatiye wergirtin]

Deriyên dibistaneke Rêveberiya Perwerdeyê li gundewarê Idlibê girtî ye. Rênima hatin dayîn ji bo girtina dibistanan ji ber tundbûna şer û ji ber tirsa li ser selametiya xwendekaran. [Wêne ji Tewfîq Ewad hatiye wergirtin]

Lê belê, bi rastî proseya perwerdeyê bo demekê hat sekinandin, wî ji Diyaruna re got, ji ber ku piraniya xelkê van deveran ji wan reviyane yan jî zarokên xwe naşînin dibistanê ji ber tirsa li ser selametiya wan.

Proseya perwerdeyê li gelek beşan ji Idlibê hatiye sekinandin, wî anî ziman, got jî ku tenê çend dibistanên li beşên rojavayî ji parêzgehê vekirî mane, ji ber ku ev dezgeh hinekî ji şer dûr in.

Sîstema perwerdeyê di qonaxeke metirsîdar de ye

Ewad kenê xwe bi israrbûna rêveberiyê li ser lidarxistina ezmûnên werzî li dibistanên vekirî kir, û ji Diyaruna re got ku biryar rastî dijderketineke mezin ji stafê dersdayînê tê.

Lê belê rêveberî rijd e li ser lidarxistina wan, tevî ku hejmara dibistanên ku dikare li wan ezmûnan lidar bixe ne zêdeyî 10an e, wî got.

"Berdewamkirina proseya perwerdeyê li hinek dibistanan û ne li hinekên din dê cudahiyekê çêbike navbera xwendekarên ji heman temenî û heman astê de," Ewad got.

"Herwiha, xwendekar nikarin baş bala xwe bidinê, û wiha dê armanca ezmûnan pêk neyê," wî got jî.

Hejmarek ji dibistanan li bajarê Idlibê û deverên derdorê bûne penageh ji xelkê aware re ji deverên ku ketin di destê rejîmê û hevalbendên wê de, an jî deverên derdora wan.

Proseya perwerdeyê li Idlibê rastî daketineke mezin hatiye ji çendîn mehan ve ji ber nebûna piştgiriya ji ber wê, Ewad got, ku ev yek bû encama daketineke mezin di hejmara mamoste û xwebexşan de.

Mamoste bitirs in û mûçe ji wan re nayên dayîn

Wî got ku gelek mamoste xwe ji dersdayînê dûr xistin ji ber ku mûçeyên wan bo çendîn mehan hatin birîn, û hejmara xwebexşan gelekî kêm bûye.

Wî got ku dibe ku ev jî bi awayekî mezin ji ber hebûna rêxistinên navdewletî yên mirovî û hawarçûnê ye, ku li wan hatiye qedexekirin ku li herêmê kar bikin ji aliyê Tehrîr Şam ve.

Ji dema ku hevbendiya tundrû dest danî ser deverên derveyî kontrola rejîmê, tevgerên xwebexşan mişt bi metirsiyan bûn, wî zelal kir.

Tehrîr el-Şam, ku Eniya Nusraya berê wê kontrol dike, bi xwe "li hejmareke mezin ji xwebexşan qedexe kir ku weke mamoste kar bikin ji ber dijberiya wan ji hevbendiyê re", Ewad got.

Hevbendiyê xwebexş û mamosteyên ku dixwestin karê xwe berdewam bikin neçar kirin ku beşdarî rahênanê û korsên "şerîetê" bibin berî ku bikaribin berdewam bin di dersdayînê de li dibistanên deverê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500