Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Zêdebûna hejmara kuştiyan piştî teqîna bingeha tundrûyan li Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev fotograf, ku bi berferehî di medya civakî de belav bûye, kêliyên teqîna şeva Yekşemê (7ê Kanûna Duyem) a ku bingeheke tundrûyan li bajarê Idlibê kire armanc nîşan dide.

Ev fotograf, ku bi berferehî di medya civakî de belav bûye, kêliyên teqîna şeva Yekşemê (7ê Kanûna Duyem) a ku bingeheke tundrûyan li bajarê Idlibê kire armanc nîşan dide.

Hejmara mirinan ji ber teqîna şeva Yekşemê (7ê Kanûna duyem) a ku bingeheke tundrûyên Ecnad el-Qewqaz (Leşkerên Qefqaz) li navenda bajarê Idlibê di zêdebûyînê de ye, çalakvanekî Sêşemê ji Diyaruna re got.

Teqîn bû sedema mirina herî kêm 43 miriyan, ku 28 ji wan sivîl bûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, û da zanîn ku hejmar zêde dibe.

Sêzdeh jin û pênc zarok di nav kesên mirî de bûn.

Zêdetirî 100 kesên din di teqînê de birîndar bûn , xuyayî ye jî ku hejmara miriyan her diçe zêde dibe ji ber ku rewşa hineke ji wan pir giran e.

Endamine hêzên berevaniya sivîl a Sûriyê li qurbaniyên teqîna Yekşemê (7ê Kanûna Duyem) li bajarê Idlibê digerin. [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Endamine hêzên berevaniya sivîl a Sûriyê li qurbaniyên teqîna Yekşemê (7ê Kanûna Duyem) li bajarê Idlibê digerin. [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Operasyonine rizgarkirinê li dar bûn li bajarê Idlibê şeva 7ê Kanûna Duyem piştî teqîneke mezin a ku 43 mirî li pey xwe hiştin. [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Operasyonine rizgarkirinê li dar bûn li bajarê Idlibê şeva 7ê Kanûna Duyem piştî teqîneke mezin a ku 43 mirî li pey xwe hiştin. [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Endamine Ecnad el-Qewqaz li dor mîrê xwe civiyane, navê wî Ebdul Hekîm el-Şîşanî ye (yê di nêvî de ye). Koma tundrû bi teqînekê roja 7ê Kanûna Duyem li Idlibê hat armanckirin. [Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Êrîşê Ecnad el-Qewqaz, Komeke hevalbend e li gel hevbendiya Tehrîr el-Şam, a ku Eniya Nusra ya berê serwerîya wê dike, çalakvanê medyayê Heysem Idlibî, yê ku bernavekî bikar tîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

Teqîn pir mezin bû, û bandor li ser rûbereke mezin li hawîrdora avahiya hatiye armanckirin kiriye, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku avahiyên li deverê rastî ziyaneke mezin hatine, û hinek ji wan aniha ne tebût in ji ber hêza teqînê, ji lewra ew nema bikêr tên.

Hêzên biyanî tên armanckirin

Bi zelalî êrîşê nêt kir ku Ecnad el-Qewqaz bike armanc, ew jî hêzeke tundrû ye ji çekdarên biyanî yên ji Çîçan û Qefqas û welatên Belqan pêk tê.

Kom li Sûriyê hat hat xuyakirin di nîvê 2012an de wekî şopedareke Qaîdê, "aniha jî ew weke komeke serbixwe di tevgerê de ye û ji aliyê leşkerî ve li gel Tehrîr el-Şam hevaheng e", Idlibî got.

Ew ji dora 200 şervanan pêk tê, mîrek pêşengtiya wan dike navê wî Ebdul-Hekîm el-Şîşanî (Çîçanî) ye.

"Pêwendiya Ecnad el-Qewqaz û Tehrîr el-Şam bi awayekî berbiçav nerihet e di dema dawî de," Idlibî got.

Wî da zanîn ku komekê berî mehekê biryar da ku nebe alî di her şerekî de ku Tehrîr el-Şam li dijî çi komeke tundrû de li Sûriyê li dar bixe.

Wî da zanîn jî ku nakokiyeke nû berî heftiyekê rû da ji ber israra Ecnad el-Qewqaz a li ser çûna bo gundewarê başûrî yên Idlibê bo beşdarîkirina di cengê li dijî rejîma Sûriyê û milîsên bi ser ve de.

Lê belê Tehrîr el-Şam nehişt ku kom ji deverê derkeve, vê yekê jî behane li bal Ecnad el-Qewqaz peyda kir "ku wê bi radestkirina deverê bo rejîmê gunehbar bike" û herwiha ew bi guhertina baldariya xwe li ser derkirina komên hevrêk de ji devra li jêr kontrola xwe tohmetbar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500