Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rûsya rêkeftina lihevneketinê ya bi Amerîka re dixe jêr metirsiyê

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Serbazekî Rûsî di odeya operasyonan de li Bingeha Asmanî ya Himeymîn, ku rêya asmanî ya êrîşên Rûsî rêberî dike. [Wêne li ser medya civakî hatiye belavkirin]

Serbazekî Rûsî di odeya operasyonan de li Bingeha Asmanî ya Himeymîn, ku rêya asmanî ya êrîşên Rûsî rêberî dike. [Wêne li ser medya civakî hatiye belavkirin]

Rûsya rêsayên rêkeftinekê bi Amerîka re binpê dike ku armanca wê rêkeftinê rêgirtin li qezayan be li asmanê Sûriyê, wisa jî metirsiya rûbirûbûnan derdixe ku ev yek dê krîza Sûriyê tevlîhev bike, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Bi karên wisa, Rûsya "qumarkirinê" bi bersiveke ji Amerîka dike, wan got.

Di bûyereke 13ê Kanûna Yekem de, Balafirên şer ên F-22 ên Amerîkî bi hişyarî rê li du balafirên şer ên Rûsî girtin dema ku hewl didan Çemê Firatê derbas bikin, ku difiriyan rojhilatê "xeta lihevnekirinê" ya ku qaşo hêza asmanî ya Rûsî ji ya hevpeymaniyê cuda dike, CNN ragihand.

Balafireke Rûsî ya din di çarçoveya devera lêdanê de ango rasterast li ser hêzên hevpeymaniyê yên bejayî li Sûriyê firiya, ku wisa egera aloziyan û metirsiya êxstinê zêde dike, New York Times 8ê Kanûna Yekem ragihand.

Ji dema ku fermandarên Amerîkî û Rûsî di Mijdarê de lihev kiribûn ku dûrî hev bifrin bi dirêjahiya 45 mîlan ji Çemê Firatê li rojhilatê Sûriyê, balafirên şer ên Rûsî rêkeftin şeş caran di rojekê de binpê kiriye, rojnameyê ragihand jî.

Fermandarên Amerîkî dibêjin ku Rûsya hewl dide ku îradeya Amerîkî taqî bike, û balafirên Hêza Asmanî ya Amerîkî bikşîne reaksyoneke bilez bêyî ku bifikrin, û alîkariya rejîma Sûriyê bike ku serkeftinên xwe li ser erdê qayim bike berî danûstandinên dîplomatîk ên ku armanc dikin ku şerê welat bidawî bînin.

Berî du salan, hêzên Rûsî û Amerîkî xeteke germ danîn ji bo alîkariyê di rêgirtin li çêbûna karesetan li asman de.

Rojane, efserekî Hêza Asmanî ya Amerîkî pêwendiyê bi hevtayekî xwe re li bingeha asmanî ya Laziqiyê re dike ji bo rêgirtin li pirsgirêkên mumkin li ser Sûriyê, li gorî New York Times.

Rêgirtin li lihevketina serbazî

Rûsya û Amerîka di 2015an de lihev kirin li ser çarçoveyeke serbazî ku dê kenalên pêwendiyê yên dîrekt navbera herdu welatan de veke, ku bû tişta ku nav lê tê kirin rêkeftina "lihevneketinê" navbera herdu aliyan, analîzerê serbazî Lîwa Ebdulkerîm Ehmed, ku ji artêşa Misrî xanenişîn bûye, got.

Ev yek hatiye danîn ji bo rêgirtin li qezayên asmanî de, wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku "rêsayeke navdewletî heye derbarê şerê çekdar ê ku têde hêzên asmanî yên sereke yên bêtirî welatekî hene".

Ev mîkanîzm heta biser ket di rêgirtin li lihevketina serbazî de li Sûriyê navbera herdu hêzan, tevî çendîn binpêkirinan ji aliyê balafirên şer ên Rûsî ve.

Rêkeftin herwiha behsa protokoleke diyarkirî dike ji bo çareserkirina her lihevnekirin an jî aloziyekê ji aliyê efserên serbazî yên bilind ve ji herdu aliyan ku di heman pileya serbazî de ne.

Di nav rêsayên rêkeftinê de, divê herdu alî garantî bikin ku tevgerên wan lihev nakevin ji aliyê dem û cihê coxrafî ve, Ehmed got, û dê bi hev re kar bikin ji bo piştrastbûn ku hêza asmanî nayê armancgirtin ji aliyê sîstemên berevaniyê yên herdu aliyan ve an jî yên rejîma Sûriyê.

Provokasyonên berdewam

Rûsya "gumarkirinê" dike li asmanê Sûriyê ji ber berdewambûna wê li ser provokekirina Hêza Asmanî ya Amerîkî, efserekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku li devera sînorî navbera parêzgehên Dêrezor û Hesekê bicihkirî ye, got.

Hêzên Amerîka "bilindtirîn asta bihinferehiyê nîşan dan", wî ji Diyaruna re got.

Rêkeftina Amerîkî-Rûsî ji bo parvekirina asmanê li ser Sûriyê ne tişteke veşartî ye û karekî normal e ji ber tebîeta operasyonên serbazî yên lidar, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Vê dawiyê çendîn binpêkirin ji aliyê balafirên şer ên Rûsî ve hebûn, wî got, di nav de qezayeke di 15ê Mijdarê de ku têde balafireke şer a Rûsî tenê 100 metiran dûrî du balafirên A-10 ên Amerîkî bû, ku bû sedema ku balafirên asmanî yên Amerîkî rêya xwe biguherin ji bo xwedûrxistina ji lihevketinê.

Di van rojan de, balafireke Rûsî du caran dîrekt li jêr balafirên şer ên Amerîkî li asmanê li rojhilatê Firatê firiyan.

Û di bûyereke cuda de, balafireke şer a Rûsî dîrekt li ser hêzên hevpeymaniyê û hevalbendên wan ên Sûrî firiya, û bersiva daxwazekê ji fermandariya hevpeymaniyê ji bo xwevekisînê nekir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500