Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq salvegera damezandina hêzên çekdar û serkeftina li ser DAIŞ pîroz dike

Xalid Ta'î

Leşkerine Îraqî bi aliyê kesayetên xuya de bi pêş dikevin di merasîma leşkerî ya 10ê Kanûna Yekem de û serkeftina xwe ya dawîn li ser "Dewleta Îslamî" pîzor dikin. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî bi aliyê kesayetên xuya de bi pêş dikevin di merasîma leşkerî ya 10ê Kanûna Yekem de û serkeftina xwe ya dawîn li ser "Dewleta Îslamî" pîzor dikin. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Roja Artêşa Îraqî, hersal roja 6ê Kanûna Duyem tê pîrozkirin, îsal dê du bone be ew jî: salvegera 97ê ya damezrandina artêşa Îraqî û serkeftina niştîmanî ya li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Bi dirêjahiya sê salan, leşkerên Îraqî roleke navendî di vegeradina bajarên ku ketibûn destên rêxistinê de lîstin, bi ragihadina hikûmetê serkeftina li ser DAIŞ roja 9ê Kanûna Yekem.

"Tiştê ku leşkerên me bi dest xistin serfiraziyeke bo me û hemû cîhanê," berdevkê Wezareta Berevaniyê, Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re got.

"Cîhan ewletir û aştîdartir e îroj, sipas bo wan hêzan, ên ku hovîtirîn rêxistina terorîst nehiştin û canên xwe dan bo berevanîkirin li nasnameya Îraqî û morvahiyê bi tevahî," wî got.

Wî bi bîr xist ku hêzên Îraqî xwedan piştgiriyeke navdewletî bûn di cenga li dijî DAIŞ de.

Hêzên hevpeymaniyê karîn "hemû jêderên desthilatdariya dijmin wêran bikin bi rêya êrîşên asmanî yên bi dîqet", wî got, herwiha hêzên Îraqî rahênan û pirçek kirin bo ew li ser tundrûya bi ser bikevin.

Nêçîrkirina bermahiyên DAIŞ

Xefacî got ku tevî ragihandina srkeftina dawîn, gelek kar li benda artêşê ye, û da zanîn ku erkê pêşîn xebat û agahiyên hewalgirî ne bo nehiştina şanên razayî yên rêxistinê.

"Em aniha operasyonên bi kwalîta pêk tênin bo hedefkirina komgehên çekan û cebilxaneyê û veşargehên terorîstan," wî got.

Ev jî operasyona 23ê Kanûna Yekem a ku Birêverberiya Hewagiriya Leşkerî li Dorava Hîtê ya Enbarê pêk anî vedihwîne, piştî ku şêniyên deverê tuneleke 30 metran li jêr zemînê dîtin ku şana DAIŞ xwe tê de vedişartin û agahî dan.

Hêzên Îraqî heştin endamên DAIŞ ên ku xwe di tunelekê de diveşartin kuştin, û 43ê teqemeniyên bidestçêkirî di destên wan de girtin.

Xefacî got ku rizgarkirina deverên li jêr kontrola DAIŞê û lêgerîna li bermaiyên DAIŞê alîkariya hêzdarkirina ewlehiyê li hemû beşên welat kirin, û wî da zanîn ku daketineke berbiçav di kiryarên terorîzmê de hene.

Li gorî raporteke Şanda NY bo Îraqê , 2,885 Îraqî hatin kuştin di kiryarên tundrûyî û terorîzmê de di Kanûna Yekem a 2016an de.

Lê belê hejmara kuştiyan daket 381 di heman mehê de sala 2017an, li gorî amarên Şanda NY bo Îraqê.

Skîl û karînên nû

"2018 dê saleke rahênankirina artêşa me be weke beşek ji pilaneke kar a hevbeş li gel hêzên hevpeymaniyê bo zêdekirina karînên wê yên berevasnî û hewalgirî," Xefacî got.

"Artêşa Îraqî di cengên xwe yên sereke de li dijî terorîstan sikîl û karînên mezintir ji awatan bi dest xistin," şirovekarê analîstê ewlekarî, Fadil Ebû Rexîf, got.

"Artêşê sê erk pêk tanîn," wî ji Diyaruna re got.

Wî ev wiha anîn ser ziman "şerkirina bi dijwarî", parastina sivîlan û nehiştina bikaranîna wan weke mertalên mirovî ji aliyê DAIŞ ve, elwekirina û alîkarîkrina pêlên bêwaran ên ku ji ber DAIŞ û pevçûnan direviyan.

Wî got ku cenga rizgarkirina Mûsilê neh mehan hat paşxistin ji ber tirsên li ser selametiya xelkê, û wî da zanîn ku artêşê karî bi hezarên sivîlan dûrî xeta agir bixe û wan ji dorpêça DAIŞ rizgar bike.

Wî got ku artêşê herwiha karî cengê paqij li dar bixe, ku tê de wê bajarine mezin vegerandin bêyî ku rê bide endamên DAIŞ ku ziyaneke mezin bigihîne jêrxaneyê, wekî cenga Felûcayê.

"Bedelên giranbuha" bo berevanîkirin ji Îraqê

Ebû Rexîf got ku hêzên artêşa Îraqî ezmûneke mezin bi dest xistin di şerkrina terorîzmê de û amade ne ku alîkariya welatê cîhanê bikin di şerkirina vê belayê de.

"Ew aniha bi çekên pêşketî hatine dabînkirin û bi dawîn sîstemên serbazî hatine perwerdekirin," wî got, û wî bang li Îraqê kir ku pêşxistina artêşa xwe bidomîne û xwîna nûhatî tevlî refên wê bike.

Wî got jî ku DAIŞ rastî xesarên mezin hat, û komîteya ewlekarî û berevanî ya parleman payîn dike ku dora 70,000 çekdarên DAIŞ hatin kuştin ku biyanî jî di nav wan de hebûn û 5,000 çekdarine din hatine girtin.

"Serkeftinê xewnên nexweş ên rêxistina xwînmij, a ku xwe wekî hêzêke nayê şikestin nîşan dida, ji nav birin," parlemantarê Îraqî Iskender Witwit, yê ku di wê komîteyê de dixebite, got.

"Artêşê waneyek nayî jibîrkirin da rêxistinê, tiştê jê ma jî endamên lawaz in ên ku li vir û wir li deverekê digerin bo ji xwe re bikin wargeheke ji tirsa ji pêngavên ku wan dikin nêçîr," wî ji Diyaruna re got.

Witwit artêş li ser salvegera damezrandinê pîroz kir , û bang li hikûmetê û aliyên din kir ku "hemû matryalan û baldariyan bidin endamên vê saziyê, yên ku bedelên giranbuha dane daku berevaniya vê xakê bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500