Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xelkên Nînewa li bermahiyên DAIŞ digerin

Xalid Taî

Wêneyeke roja 16ê Kanûna Yekem hatiye girtin xwebexşekî Îraqî nîşan dide ku bermahiyan paqij dike li devera Bab Serayî li Bajarê Kevin ê Mûsilê. [Ehmed Muwefeq/AFP]

Wêneyeke roja 16ê Kanûna Yekem hatiye girtin xwebexşekî Îraqî nîşan dide ku bermahiyan paqij dike li devera Bab Serayî li Bajarê Kevin ê Mûsilê. [Ehmed Muwefeq/AFP]

Xelkê Nînewayê bi awayekî aktîv tevlî hewlên dûvçûna şanên mayî yên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha xwe dibin ji bo rêgirtin li egera vegera wan di pêşerojê de, çalakvanên xwecihî û berpirsiyaran ji Diyaruna re go

Ew alîkariya hêzên ewlekariyê yên Îraqî dikin di parastina gund û bajarokan de bi rêya pêşkêşkirina agahiyên ku dibe bibin sedema girtina wan, yek bi yek û bi rêya kampanyayeke cemawerî di medyaya civakî de.

Aniha tevgereke xweber li ser medyaya civakî berdewam e ku çalakvanan û xelkê Nînewayê li xwe digre, çalakvanê Mûsilî Muhened Ewmerî got.

Xelk agahî û wêneyên endamên DAIŞ parve dikin, wî ji Diyaruna re got.

Armanca vê hewldanê "peydakirina agahiyên ji çavkaniyên vekirî bo ajansên ewlekarî û istixbaratî ye li gorî karînê ji bo alîkariyê di nêçîrkirina cekdarên reviyayî û zindankirina wan de bike", wî got.

"Bêtirî 150 tîman ji gencan û rêxistinên civaka sivîl li Nînewayê hene ku endamên wan hinek xizmetan pêşkêşî civakên xwe dikin," Ewmerî got.

Wî da zanîn ku tîmên din pêbend in bi belgekirina tawanên DAIŞ û parvekirina agahiyan derbarê rêxistinê û tevgerên endamên wê.

Pêwendî klîta ewlehiyê ye

"Kenalên pêwendiyê yên xurt" navbera xelkê parêzgehê û hêzên ewlekarî yên li deverê bicihkirî de hene, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewayê, Binyan Cerba, ji Diyaruna re got.

"Xelk têgihiştine ku ev take rê ye ji bo ewlekirina deverên xwe," wî got.

Wî got ku dema ku DAIŞ dever kontrol dikir, xelkê jiyana xwe têxist metirsiyê ji bo anîna agahiyan derbarê tevgerên rêxistinê û kombûnên wê ji hêzên ewlekarî re.

"Tevî metirsiyê, xelkê xwecihî mobîl û tablêtên xwe li ba xwe dihiştin û jiyana xwe dixistin metirsiyê û diçûn deverên ku tora telefonê li wir hebû daku ligel hêzên ewlekarî bikevin pêwendiyê," wî got.

Hevahengiya wan ligel hêzên rizgarker ên Îraqî "cihê pesindanê bû û fermandarên meydanî pesnê wê didan û tekez kirin ku bêyî xebatên wisa, serkeftin nedihat bidestxistin" Cerba got.

"Xelkê Nînewa niha amade ye ku her tiştî bike ji bo anîna van terorîstan li pêş dadgehê," wî got.

"Bêyî beşdarbûnê ewlekarî tune ye"

Aramiya ku شniha li Nînewa heye bi saya "hevtêgihiştina navbera xelkê û hêzên ewlekarî de ye", şêwirmendê parêzgarê Nînewayê, Durêd Hikmet, ji Diyaruna re got.

Wî got ku xelkê xwecihî bi awayekî berdewam agahî pêşkêş dikirin çi derbarê endamên gumanbar çi çalakiyên bi rêya kenalên cuda, di nav de medyaya civakî jî.

"Ev hewldan nîşaneke hişyariya xurt e di nav xelkê xwecihî de derbarê rola wan di parastina ewlekariyê de weke berpirsyareiyeke hevbeş," wî got.

"Bêyî beşdarbûna wan ewlekarî tune ye" , Hikmet giot jî.

Wî got ku xelk dixwaze aştiyê biparêze daku bajarên wan bikaribin biçin qonaxa nûavakirinê, ji ber ku xebateke bikom lazim e ji bo derbaskirina zehmetiyên ku ji encama wêranbûna ku DAIŞ li pey xwe hişt hatine pêş.

Xelkê Nînewa "baş haydar in ji erkê xwe ku hertişta ku dikarin bikin daku vê serkeftinê biparêzin", endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Xelef Hedîdî, got.

"Rewş hatiye guhertin bi berhevkirin ligel rewşa berî ku DAIŞ Mûsilê dagir bike," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Xelkê Nînewa gelek eş dîtin li jêr serdestiya rêxistinê, anî ziman jî ku ew aniha dizanin "ku ew tenê li jêr zagonê qanûnê dikarin bijîn".

Wî got ku îroj xelk bêtir baweriya wan bi hêzên ewlekarî tê û dê her xebatekê bimeşînin ji bo rêgirtin li dubare derketina DAIŞ.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500