Nûçeyên Iraqê
Civak

Ciwanên Nînewa dê serkêşiya kampanyaya berevaniyê ya yek-salî bikin

Xalid Ta'î

Xortên Iraqî li pişt avahiya "Dibistana Sereke ya Kuran li Nînewa" dimeşin ku dikeve taxa Dewret Hemam li beşê rojhilat ji Mûsilê di 5ê Cotmehê de. [Raed Cemas/AFP]

Xortên Iraqî li pişt avahiya "Dibistana Sereke ya Kuran li Nînewa" dimeşin ku dikeve taxa Dewret Hemam li beşê rojhilat ji Mûsilê di 5ê Cotmehê de. [Raed Cemas/AFP]

Ciwanên Îraqî yên xwebexş ji parêzgeha Nînewa amadekariyan dikin ji bo destpêkirina kampanyayekê ku piştgiriya aramî û pêkvejiyanê li parêzgeha wan dike, parêzgeha ku heta vê dawiyê ji ber kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dinalî.

Bîst û çar xort û keç ji hemû pêkhateyan roja Şemiyê (23ê Kanûna Yekem) rahênaneke lipeyhev a çar-rojî li bajarê Silêmaniyê temam kirin ku wan amade dike ji bo serkêşiya kampanyaya berevaniyê, "Mudafaa", bi sponseriya Mersî Korps.

Armanca kampanyayê xurtkirina aramiyê li parêzgeha ye ligel rakirina encamên nerênî yên dema kontrola DAIŞ, medyakar û berdevka kampanyayê Nûr Neyîmî ji Diyaruna re roja Çarşemê, got.

"Weke beşekê ji kampanyaya yek-salî, gencên [beşdar] çend pirsên cuda danîn daku berevaniyê li wan bikin di nav civakên xwe yên xwecihî de," wê got.

Her beşdarekî pirseke destnîşankirî bijart ku dê berevaniyê lê bike bo dema saleke temam, wê got.

Di nav wan pirsan de "lihevkirina civakî", "çareserkirina krîzan navbera xelkê ji pêkhate û êlên cuda", û "mafên jinên Êzîdî".

"Piştgiriya vegera xwebexş a kesên aware" bo deverên wan ên eslî û peydakirina hewcehiyên wan, ligel "berengariya gotarên tundrew", jî di nav wan pirsan bûn ku ji aliyê beşdarên kampanyayê hatin bijartin.

"Genc dê biçin deverên armanckirî û berê xwe bidin xelkê rû bi rû li mizgeftan, peristgeh û navendên giştî, daku bikaribin nameyên xwe bi piştgiriya aştî û aramiyê bigihînin," Neyîmî, got.

Hatiye plankirin ku kampanya 7ê Kanûna Duyem were ragihandin di konferansekê de li Mûsilê li jêr serperiştiya hikûmeta xwecihî ya Nînewa.

"Ruxsetên fermî ji hikûmeta Nînewa hatine standin ji bo destpêkirina kar û hêsankirina erkan [ên beşdaran]," wê got.

Ciwanê dê hevahengiyê bi hêzên ewlekarî, melayên mizgeftan û xelkê xwecihî re bikin, di nav de serok û rûsipiyên êlan, ji bo peydakirina têkiliyê ligel xelkê xwecihî, wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev projeyeke hêjayî beşdarbûna têde ye ji ber ku kultûra hevahengî, tolerans û pêkvejiyanê di civaka me de kêm e. Ez ligel rêxistineke di warê parastina civakê de kar dikim, û min biryar daye ku piraniya dema xwe terxan bikim daku karê xwe bikim serkeftinek di berjewendiya ewlehî, aramî û biserxwevehatina civakê li ser rewşa berê. Ev yek ji bo bidawîanîna sedemên krîzan ku bûne sedema wêranbûnê û derketina terorîzm, tundutûjî û zordariyê.

BERSIV BIDE