Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq dibêje ku koma Ala Sipî nabe sedema metirsîyê

Ala Husên li Bexdayê

Vê dawîyê artêşa Îraqî endamên rêxistina jê re tê gotin Ala Sipî girtin, rêxistina xwe dispêre heman îdîolojîya tundrû ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Vê dawîyê artêşa Îraqî endamên rêxistina jê re tê gotin Ala Sipî girtin, rêxistina xwe dispêre heman îdîolojîya tundrû ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Derketina rêxistineke terorîst ya nû li deverên çîyayî yên dûr li parêzgehên Îraqî Kerkûk û Selahedînê, rêxistina ku xwe dispêre heman îdîolojîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hişyarîya gelemperî anî holê.

Lê birêveberên ewlekarîyê dibêjin ku tu encamên rêxistinê tune ne û wan soz da ku dest bi operasyonên serbazî yên ku dê wê ji kokê rakin bikin.

Raportên ku ji alîyê niştecî û medyaya civakî ve tên gotin nîşan didin ku rêxistineke nû heye, bi navê "Ala Sipî " tê naskirin, rêxistineke hewl dide ku ji xwe re cihekî nêzîkî Kerkûk û bajarokê Tuzxirmatoyê li parêzgeha Selahedînê ava bike.

Niştecî û karmendên ewlekarîyê komeke piçûk ji çekdarên ku deverên çîyayî yên dûr kar dikin dîtin, çekdarên ku bi cil û xuyanga xwe dişibin DAIŞ, endamê encumena parêzgeha Selahedînê Selah Xezrecî got.

Rêxistina nû ya bi navê "Alên Spî " tê naskirin hewl dide ku ji xwe re cihekî nêzîkî Kerkûk û bajarokê Tuzxirmatoyê li parêzgeha Selahedînê ava bike, lê pispor dibêjin ew ne gef e li ser ewlekarîya Iraqê "[Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Rêxistina nû ya bi navê "Alên Spî " tê naskirin hewl dide ku ji xwe re cihekî nêzîkî Kerkûk û bajarokê Tuzxirmatoyê li parêzgeha Selahedînê ava bike, lê pispor dibêjin ew ne gef e li ser ewlekarîya Iraqê "[Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

"Rêxistin hewl dida ku xwe bike cîgira DAIŞ," wî got, agahîyên istixbaratî destnîşan dikin ku ew çekdarên DAIŞ di nav refên xwe de dihewîne, yên ku dest ji rêxistinê berdan piştî têkçûnên wê yên dawî.

"Rêxistina nû di îdîolojîya xwe spartîyê de ne gelekî cuda ye ji rêxistinên terorîst ên din," wî anî ziman, wî not kir ew nêt dike ku tevlihevîyê li ser bingeha parçebûna etnîkî, tayifgerî û îdîolojî di navbera gelê Îraqî de ferz bike daku rêyê li pêşîya xwe veke.

Ew nêt dike ku van parçebûna weke zextekê bikar bîne daku derbas bibe û kontrola xwe li ser bajaran ferz bike, wî got.

Tedbîrên hikûmrtê daku kesên di welatê xwe de bêwar bûne vegerîne Tuzxirmato û aramîyê li Kirkûkê pêk bîne dê rêyê li pêşîya rêxistinê bigirin û ew dê ji destpêka wê de wê tine bikin berî ew karibe berfereh belav bibe, Xezrecî got.

Kî tevlî rêxistina "Ala Sipî" bûne?

"Hûragahîyên deqîq derbarê vê rêxistinê li cem ajansên istixbarat û ewlekarîya Iraqî hene," berdevkê Ajansa Dijî terorîzmê, Sebah Numan, got.

Ev agahî "navên birêveberan, cihên wan û xwezaya çalakîyên wan" di nav xwe de dihewîne, wî ji Diyaruna re eşkere kIr.

Numan got ku rêxistin bermahîya rêxistina ku bi navê Ensar el-Îslam tê naskirin e, rêxistina ku di sala 2005an de li deverên sînorî di navbera Îraq û Îranê de derket.

Piranîya şanên rêxistinê di wê demê de hatin hilweşandin, wî got, lê yên ku dev ji DAIŞ berdan hêdî hêdî tevlî bermahîyên wê bûn.

Rêxistin çalak bû dema ku kêşeyên siyasî û civakî dest pê kirin li herêmê derketin, wî got, wî not kir ku deverên nêzîkî Kerkûk û Tuzxirmatoyê sê salan li deveyî kontrola dewletê bûn.

"Wênekirina medyayê ji rewşê re hişt ku rêxistin mezintir ji rastîya xwe xuya bike û karînên wê jî mezintir ji rastîya bin," wî got.

Rêxistin tu gefeke mezin li ser ewlekarîyê çênake, wî anî ziman, wî not kir ku gotegotên dibêjin ku ew bêtir in ji 2,000 endam ne deqîq in, "ji ber ku di rastîya xwe de ew ji wilo kêmtir in".

Hêzên Îraqî xwe amade dikin daku operasynan pêk bînin ji bo wan tevan ji kokê rakin, Numan eşkere kir, wî tekez kir ku Îraq dê nehêle ku tu rêxistineke nû ya terorîst derkeve holê û ew dê li dijî her kesê hewl dide ku ewlekarîya welat lawaz bike rabe.

Tinekirina rêxistina "Ala Sipî"

"Em dikarin rêxistina ku nû derketiye holê zû ji holê rakin berî ew derfetê bibîne ku bandora xwe bi berferehî belav bike derveyî çarçoveya wê ya aniha," analîzê siyasî Fadel Ebû Rexîf ji Diyarunare got.

Wî bang kir ku divê zincîreke tedbîran were pêkanîn daku gengazîya serkeftineke Îraqî li dijî terorîzmê misoger bikin û her hewldanên ji alîyê DAIŞ yan çi rêxistineke teror mîna wê ku vegerin Îraqê têk bibin.

Ya herî girîng ji nav van tedbîran ew e ku hewcedarî heye ku databasa ewlekarîyê ya ku ajansên istixbarat Îraqî bikar tîne bi gelek datayên derbarê endamên terorîst û xwezaya endamîya wan û tevgera wan li welat bên zengînkirin, wî got.

Herwiha Ebû Rexîf bang kir ku alîkarîya agahîyan jî bi welatên din re li herêm û cîhanê hêzdar bikin, sûdê ji piştgirîya wan a zêde ji Îraqê re di vê pêngava aniha dewerbigrin.

Wî bang kir ku tedbîrên ewlekarî li derbasgehên bejî û balefirgehên Îraqî asê bikin û çavdêrîyeke qayîm ji rêxistinên tund re li welat û derveyî welat pêk bînin.

Herwiha medya jî rolekê di kifşkirina îdîolojîyên terorîst de dilîze, wî got, ew bandora wê ya hilweşîner li ser civakê eşkere dike û welatîyan han dide ku alîkarîyê bi ajansên ewlekarîyê re bikin, bi taybet li deverên ku li jêr xeteriyên mezin in.

"Rêxistina Ala Sipî ji xwe re jîngeheke wê hemêz dike dîtiye," wî got, tevî ew zor qels e ku karibe tu tiştî li ser erdê cîbicî bike û karibe bibe cîgira DAIŞ ji ber tu cihê wê yê ewle nîne yê ew dikare tê de geş bibe.

"Nêzîk rêxistin dê were tunekirin," Ebû Rexîf pêşbînî kir.

Li gorî jêderên ewlekarî yên Iraqî, êrîşan berê rêxistin kirine armanc, di encamê de hejmarek hatin girtin, di nav wan de serkirdeyê rêxistinê bi navê Asî Qewalî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500