Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Ajansên Îraqî li gel hêzan mayînan DAIŞê radikin

Xalid Ta'î

Tîmeke endazyarî ya Îraqî rênimayan werdigre berî rakirina mayînan ji devereke ku ji "Dewleta Îslamî" ve hat rizgarkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Karûbarên Mayînan a Îraqî]

Tîmeke endazyarî ya Îraqî rênimayan werdigre berî rakirina mayînan ji devereke ku ji "Dewleta Îslamî" ve hat rizgarkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Karûbarên Mayînan a Îraqî]

Ajansên Îraqî tevî hêzan bûne ji bo bilezkirina proseya rakirina mayînan û paşmayiyên teqîner ên şer li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin, berpirsan ji Diyaruna re got.

Mayîn cûreya herî kujer bû ji çekên ku DAIŞê bikar tanî, serokê Rêveberiya Karûbarên Mayînan Xalid Reşad ji Diyaruna re got.

"Terorîstan çendîn avahiyên hikûmetê, milkên şexsî û deverine berfireh bomberêj kirin ji bo astengkirina kampanyaya rizgarkirinê û heta jê were ziyanan bigihîne," wî got.

Rêveberî yek ji çendîn ajansan e ku kar dikin ji bo bidawîanîna vê metirsiya li ser jiyanê, Reşad got, wî anî ziman ku hebûna mayînan operasyonên ji bo vegerandina aramiyê ji deverên rizgarkirî re hêdî dike.

Wezaretên berevanî û ya karê hundir, rêxistinên pispor û miqawilên hikûmî tevlî hewlên rakirina madeyên teqîner ji bingehên xizmetguzariya giştî bûne, wî got.

Li parêzgehên Nînewa û Enbarê, wî got, "90% ji jêrxaneyê, di nav de bingehên elektirîk û avê, ligel dibistan û nexweşxaneyan" hatine paqijkirin.

"Metodên şeytanî"

Endamên DAIŞ bombeyên bidestçêkirî çandine bi rêya bikaranîna "metodên şeytanî", Reşad got, banga berdewamkirina hewlên hevbeş kir ji bo rakirina hemû cebilxaneya neteqeiyayî di dema herî nêzîk de.

Yek ji teknîkên grûpê çandina sîstemeke kompleks a teqemeniyên girêdayî hev li avahiyan û li ser rêyan, wî got, ku bombeyan li deverên cuda veşêrin weke li stûnên elektirîkê.

"Îraq niha di pêşengiya pûçkirina cebilxane û mayînên erdî yên ku xwecihî hatine çêkirin ku zehmet e ku werin pûçkirin û bi awayekî zîrek û profesyonel hatine veşartin," wî got.

"Lêkolîn û paqijkirina deverên ku li jêr destê grûpa terorîst bûn berdewam e," wî got, anî ziman ku Rêveberiya Karûbarên Mayînan dê di demeke nêz de encamên hûr derbarê van hewlên hevbeş rabigihîne.

Stratejiya niştîmanî ya nû li dijî mayînan giraniyê dide hevahengiya avaker di rûbirûbûna vê metirsiyê de ligel zêdekirina hişyariyê derbarê wê û herwiha dirêjkirina destê alîkariyê ji qurbaniyan re, Reşad got.

Mayîn "hîn metirsî ne"

Paşmahiyên teqîner ên şer ku DAIŞ li pişt xwe hiştin "hîn metirsiyê li ser xelkê xwecihî çêdike", endamê encumena parêzgeha Nînewa, Xelef Hedîdî, got.

"Endamên DAIŞ teqemeniyên xwe li her cihî çandine, û ew bi awayekî pispor li deverinen hatine veşartin ku ti kes xeyalê bi wan jî nake," wî ji Diyaruna re got.

Tevî ku bi sedên teqemeniyan hatine pûçkirin, hinek teqiyan dema ku xelk vedigeriyan malên xwe, wî got, anî ziman ku miriyên sivîl hebûn meha borî li bajarokên Qeyara û Başîqa.

"Çendîn gund û bajarok li Nînewa hîn bi teqemeniyan û paşmayiyên şer ên metirsîdar pîs in," Hedîdî got.

Ev her yek ji Bajarê Kevin ê Mûsilê, Ebta, Adam, Rehmaniya û Qeyrewan li xwe digre, wî got, bang li hikûmetê kir ku hewlên xwe zêde bike ji bo paqijkirina deveran û derxistina sivîlan ji rêya metirsîdar.

"Hewlên endazyarî yên Wezareta Berevaniyê roleke mezin lîstin di paqijkirina hemû bajarên li parêzgehê de ji mayînên çandî ji aliyê DAIŞ ve," endamê encumena parêzgeha Enbar Ezal Fehdawî, got.

"Niha kompaniyên sektora taybet li ba me hene ku herwiha kar li ser rakirina van teqemeniyan ji projeyên jêrxaneyê dikin daku hewlên nûavakirin bikaribin destpê bikin û xizmetguzarî werin vegerandin," wî ji Diyaruna re got.

Danûstandin berdewam in navbera encumena parêzgeha Enbarê û NY ji bo destnîşankirin û rakirina mayîn û teqemeniyên çandî li biyaban û deverên gundewarî, wî got.

Encumen herwiha kar dike ligel Fermandariya Operasyonên Enbarê ji bo paqijkirina deverên ku nû hatine rizgarkirin li rojavayê Enbarê ji paşmayiyên şer.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500