Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Bebekekî Sûrî ku çavekî xwe ji dest da bû sembola dorpêçê

AFP

Sûrî sekinî ne û çavekî xwe bi destên xwe nixumandine li bajarokê Dûma yê dorpêçkirî di 18ê Kanüna Yekem de, weke hevpiştgirî ji bebek Kerîm Ebdula re, ku çavekî xwe û dayika xwe di êrîşeke asmanî de li ser bajarokê Hemûriya yên nêzîk ji dest dan. [STR/AFP]

Sûrî sekinî ne û çavekî xwe bi destên xwe nixumandine li bajarokê Dûma yê dorpêçkirî di 18ê Kanüna Yekem de, weke hevpiştgirî ji bebek Kerîm Ebdula re, ku çavekî xwe û dayika xwe di êrîşeke asmanî de li ser bajarokê Hemûriya yên nêzîk ji dest dan. [STR/AFP]

Wêneya dilêşewtîner a bebekekî Sûrî ku çavekî xwe ji dest da di êrîşeke asmanî de bû kampanyayeke berbelav ki ser medya civakî, ku bikarhêneran wêneyên xwe belav dikirin ku çavek dinuximandin.

Wêne Kerîm Ebdula yê 40-rojî nîşan dide, ku bi çakêtekî sor ê pivdayî pêçayî ye, ku nîşaneke weke heyvê li ser ruyê wî hatiye kolan li cihê çavê wî yê çepê û nîşaneke sorê tarî li ser eniya wî ye.

Êrîşeke asmanî ya hikûmetê di 29ê Cotmehê de li ser asêgeheke opozisyonê nêzîkî Şamê Kerîm bi tundî birîndar kir û dayika wî kuşt, li gorî kesûkarên wî û bijîşkê ku ew derman dikir -- û kampanyayeke piştgiriyê ya navdewletî da destpêkirin.

Bikarhêner wêneyên xwe digrin ku çavekî xwe dinuximînin û wan li ser Twitter û Facebookê belav dikin bi Haştaga #SolidarityWithKarim

Kampanya giha NY jî, ku balyozê Brîtanya Masyo Rîkroft wêneyeke xwe li Encumena Ewlekariyê li ser Twitterê belav kir, ku destê wî yê rastê li ser çavê wî bû.

"Dema em li Encumena Ewlekariya NY dirûnin û hişyariyê didin ku nekirin tiştekî dê were wateya ku xelkine bêtir dê bimrin. Dibistanên bêtir tên teqandin. Zarokên bêtir bitirsin." wî nivîsand.

"Divê em dawiyekê ji bombebarankirin û dorpêça Xûteya Rojhilatî re bibînin."

Hêzên hikûmetê herêma Xûteya Rojhilat a di destê oppzisyonê de ji 2013an ve dorpêç dikin, nahêlin xwarin û derman bigihin nêzîkî 400,000 kesan.

Wêneyên hevpiştgiriyê ji Kerîm re ji aliyê zarok, rojnamevan, çalakvan û endamên ajansa rizgarkirinê ya Kumên Sipî, ku li deverên jêr destê opozîsyonê kar dike, jî hatin belavkirin.

Kampanya ji aliyê Amir el-Muhîbanî hat destpêkirin, ku wênegirekî frîlans e li Xûteya Rojhilatî û beşdarekî bi AFP re ye carinan.

"Min serdana bebekî kir, wî nîşana xwe li ser min çêkir heta berî ez wêneyê bigrim jî. Ew nîşan li pey min diket," el-Muhîbanî, yê 28 salî, got.

"Armanca kampanyayê... anîna cîhanê li ser dengê vî bebekî, ku çav û dayika xwe ji dest dan," wî got.

Êrîşa ku Kerîm birîndar kir li bazarekê da li Hemûriya, ku bajarokekî li Xûteya Rojhilatî ye, di 29ê Cotmehê de.

Xûteya Rojhilatî yek ji herçar zonên "kêmkirina şer" e ku di Gulanê de li ser wan hat lihevkirin weke hewlekê ji bo kêmkirina şer li hinek beşên welatê ku şer ew qetandiye.

Bêtirî 340,000 kes hatin kuştin û nîvê xelkê welat aware bûn ji dema ku krîz dest pê kir di 2011an de.

Di van salan de, çendîn zarokên Sûrî bûne sembolên bibandor li ser êşa sivîlan di vî şerî de, di nav wan de Umranê biçûk, ku wêne jêre hat girtin dema ku bi xwînê bû di ambulansekê de li bajarê Helebê di 2016an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500