Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam ofîsên hikûmeta demkî li Idlibê digire

Welîd Ebul Xêr

Ehmed Qasim, alîkarê wezîrê îdara xwecihî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, ji alîyê endamên Tehrîr el-Şam ve roja Sêşemê (19ê Kanûna Yekem) hat girtin. [Wêne ji aliyê Miseb Esaf ve]

Ehmed Qasim, alîkarê wezîrê îdara xwecihî di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, ji alîyê endamên Tehrîr el-Şam ve roja Sêşemê (19ê Kanûna Yekem) hat girtin. [Wêne ji aliyê Miseb Esaf ve]

Tehrîr el-Şam, hevbendîyeke tundrû ye ku Enîya Nusrayê ya berî serkêşîya wê dike, roja Sêşemê (19ê Kanûna Yekem) li Idlibê girte ser ofîsên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û gelek karmend girtin, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Di rêya "hikûmeta felatê", Tehrîr el-Şam hişyarînameyek derxistiyedi 11ê Kanûna Yekem de ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî re daku ofîsên xwe li Idlibê bigire.

Hejmarek ji endamên ewlekarîyê yên Tehrîr el-Şam roja Sêşemê kolan li Maeret el-Numanê girtin û girtin ser baregehên hikûmeta demkî, Hanî Numan, çalakvanekî ciwan li bajar got.

Herwiha wan girte ser ofîsên Wezareta Perwede û Tendirustîyê, wî got, wî anî ziman ku endamên rêxistinê Alîkarê Wezîrê Birêveberîya Xwecîhî Ehmed Qesûm û Alîkarê Wezareta Perwerdeyê Ebdul Selam Emîn girtin.

Ev kiryar tên weke beşekî ji tevgera Tehrîr el-Şam daku hikûmeta demkî tine bike û hikûmeta felatê ya niştimanî ya ku ji alîyê hevbendîyê ve hatiye sazkirin bixe şûna wê de, hikûmeta ku bi awayekî tam ji alîyê niştecîyên xwecihî ve hat redkirin," wî got.

Şikandina ofîsên alîkarîyê û dermanxaneyan

Numan got ku herwiha endamên Tehrîr el-Şam pasvanê depoya rêxistinên hewarçûnê li bajarokê Harimê li gundewarê Idlibê roja Duşemê girt.

Tehrîr el-Şam Ebdula Yûsif, ê pasvan tawan bar kir ku ew qebûl nake hevahengîyê bi ofîsên hewarçûnê yên hevbenîyê re bike.

Di heman demê de, "rêxistinê girte ser avahîya dadgeha sivîl û heft karmend girtin ên kar berdewam kirin tevî berê hişyarî ji alîyê rêxistinê ve hebû ku avahîyê vala bikin," wî got.

Roja Sêşemê, herwiha endamên Tehrîr el-Şam hejmarek dermanxane girtin û ew bi şima sor xitim kirin piştî ku dest danîn ser mêjerek mezin ji dermanan, Numan got.

Xwedîyên dermanxaneyan hatin armanckirin ji ber wan "qebûl nekir ku bacan bidin rêxistinê yan hikûmeta felatê, û wan dayîna bacan bo hikûmeta demkî berdewam kir ", wî anî ziman.

Numan got ku tengijîneke bilind li bajarê Idlibê û deverên din ên gundewarê Idlibê serdest e ji ber kiryarên rêxistinê.

"Ev ligel metirsîyên cidî ji rastîya ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nêzîkî sînorê parêzgehê dibe tê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500