Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şetrenc, çixare û çareserî ji çekdarên berê yên DAIŞ re li navenda Rîhab a Sûriyê

AFP

Mihemed Hac Ehmed, 23 salî, şetrencê dilîze ligel hevalê xwe di odeyê de li Navenda Sûrî bo Berengarbûna Îdyolojiya Tundrû li bajarokê Marî'i, di 30ê Mijdarê de. [Nezîr Xetîb/AFP]

Mihemed Hac Ehmed, 23 salî, şetrencê dilîze ligel hevalê xwe di odeyê de li Navenda Sûrî bo Berengarbûna Îdyolojiya Tundrû li bajarokê Marî'i, di 30ê Mijdarê de. [Nezîr Xetîb/AFP]

Li navendeke pêgihandinê li bakurê Sûriyê, xort li ser lîstikeke şetrencê û hinek çixareyan kom bûne -- ku ev çalakî bi tundî li wan hatibûn qedexekirin dema ku çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûn.

Ku bingeha wê li bajarokê Marih ê di destê opozîsyonê de ye, Navenda Sûrî bo Berengarbûna Îdyolojiya Tundrû mala nêzîkî 100 çekdarên berê yên DAIŞ e ku ji Sûriyê, Rojhilata Navîn û heta Ewropa ne jî.

"Min berê xewn dikir bi damezirandina dewleteke îslamî... lê niha, em korsan dibin ji bo rakirina tişta şaş ku berê baweriya me pê dihat," Mihemed Hac Ehmed, ê 23 salî, got.

Ehmed bi eslê xwe ji Reqa ye, bajarê li bakurê Sûriyê ku paytexta dîfakto ya berê ya "xîlafeta" herifî ya DAIŞ bû li beşine mezin ji Sûriyê û Iraqê.

Ebdilkerîm Derwîş, serperiştiyarekî derûnasî û civaknî, dersekê dide li Navenda Sûrî bo Berengarbûna Îdyolojiya Tundrû li bajarokê Marî'i. [Nezîr Xetîb/AFP]

Ebdilkerîm Derwîş, serperiştiyarekî derûnasî û civaknî, dersekê dide li Navenda Sûrî bo Berengarbûna Îdyolojiya Tundrû li bajarokê Marî'i. [Nezîr Xetîb/AFP]

Zilam nimêj dikin li Navenda Sûrî bo Berengarbûna Îdyolojiya Tundrû li bajarokê Marî'i, li navçeya bakurê Helebê, di 30ê Mijdarê de. [Nezîr Xetîb/AFP]

Zilam nimêj dikin li Navenda Sûrî bo Berengarbûna Îdyolojiya Tundrû li bajarokê Marî'i, li navçeya bakurê Helebê, di 30ê Mijdarê de. [Nezîr Xetîb/AFP]

Ew di 2014an de tevlî DAIŞ bû û beşdarî yek ji kirêtirîn şerên wê bû li balafirgeha Tebqa li nêzîkî Reqa, ku li wir tundrûwan bêtirî 200 kesan ji hêzên artêşê sêdare kirin.

"Baweriya min a tam bi sloganên wan derbarê cîhadê dihat, ku ew take kes in ku olê bi awayekî rast pêk tînin, û ku kesên din kafir û bêîman in," wî got.

"Bavê min ditirsiya ku ez qayil bibim ku xwe biteqînim."

Niha, Ehmed û hevalê wî ku çekdarên berê yên DAIŞ bûn korsên pêgihandinê yên liserhev dibin li Marih bi armanca jinavbirina adetên tundrû daku bikaribin bi temamî dîsa tevlî civakê bibin.

Ehmed nizane wê çi bike dema ku desthilatên opozîsyonê jê daxwaz bikin ku ji navendê derkeve.

"Dibe ku ez dest bi karekî bikim, xwendina xwe temam bikim, an jî biçim Ewropa," ew milê xwe bilind dike.

Çareserî, mafên sivîl

Navenda du-qatî li Marî'i di 27ê Cotmehê de hat vekirin.

"Me navend ava kir ji ber ku gelek çekdar têne beşên bakurî ji parêzgeha Helebê piştî herifîna DAIŞ, ku vê yekê pirsgirêke ewlekarî çêkiribû," serokê navendê, Husên Nasir, got.

Hinek ji kesên li vir bi dilê xwe hatine, lê belê hinekên din rastî çareseriyê tên weke beşekê ji hukmê zindankirinê li ser wan ku ji aliyê desthilatên opozîsyonê ve hatiye derxistin ji ber tevlîbûna bo nav DAIŞ.

Ev li ser sê beşan têne dabeşkirin: çekdarên DAIŞ bo demeke kurt, û kesên ku bi tundî şer kirin an jî bo demeke dirêj û biyaniyên ji Tûnis û Uzbakistanê.

Çareserî heta şeş mehan dom dike, û ev dem dikare were dirêjkirin, Nasir got.

Rêveber, bijîşk û çalakvanên ku navendê birêve dibin ji nêz ve hevahengiyê bi desthilatên opozîsyonê re dikin, bi taybetî sîstema dadweriyê.

"Mamosteyên li navendê nirxandinekê didin desthilatên dadwerî yên berpirs, ên ku biryarê didin eger ew kes dikare tevlî civakê bibe yan na," Nasir got.

Wî got ku navend bi pereyên navxweyî tê fînansekirin lê bi hewceyî pereyên bêtir e ji bo wergirtina biyaniyên bêtir û vekirina beşekî ji endamên DAIŞ ên jin re.

Di navendê de, nexweş di sefan de tevlîhev ji bo wergirtina sêşinên çareserkirinê yên takekesî ligel korsên li ser qanûna îslamî, mafên sivîl û derûnasî.

Riha hinekan kurt e û ya hinekên din kurkirî ye. Piraniya wan unîformên nefermî li xwe dikin ku kenzeke rengvekirî ye li jêr çakêtekî reş.

"Kors weke çareseriya sererastkirî ne, ku nêrînên erênî li ser wan û karînên wan didin wan," çareservanê derûnasî Ebdulkerîm Derwîş, got.

Derwîş guhdariya çîrokên wan dike, piştre sêşinên çareseriyê pêk tîne ji bo destnîşankirina fakterên civakî yên ku hiştin tevlî DAIŞ bibin.

Di dema bênvedanê de, çekdarên berê nimêj dikin, xwarineke biçûk dixwin li ser ferşeke ku li odeyeke bêpencere radixin, û şetrencê dilîzin -- ku yek ji gelek awayên vehesînê bû ku DAIŞ li dijî îslamê didît -- an jî dema xwe bi jin û zarokên xwe re derbas dibin, ku ew jî li navendê dimînin.

"Ez ne ji Marsê hatime"

"Min qet bawer nedikir ku ez bibim cîhadî," Hewas Elî, 26 salî, ku dest ji karê xwe weke aşpêj li bakurê Iraqê berda û çû rojhilatê Sûriyê, got.

Ew tevlî yekîneyeke polîsan a DAIŞ bû ku hatibû bicihkirin ji bo piştgiriya hêzên şerkirinê yên tundrû.

"Armanca min serkeftina Îslamê bû, lê piştî demekê min dîsa hizir bi vegera bo jiyana sivîl, civakê, kesûkar û zarokên xwe kir," Elî got.

Wî berê xwe da navendê û niha kêfxweş e ku vegere "jiyana xwe ya berî DAIŞ".

Elî ditirse ku were girtin eger vegere Iraqê, heta niha li bakurê Sûriyê asê maye û dibe ku biçe Turkiyê.

Eşref Nasir, 24 salî, got ku ew amade ye ku careka din bibe endamekî aktîv di civakî de ku DAIŞ berê terorîze kiribû.

"Ez beşekî sereke ji civakê me -- ez ne ji jêr kevirekî yan jî ji Marsê hatime, tevî ku ez tevlî DAIŞ jî bûm," wî got.

Pirsgirêk, Nasir got, ew e ku gelo "çawa civak dê me qebûl bike".

Çûna bo malê dê zehmetir be ji biyaniyan re weke Muslim Gadzîmîtov.

Welatiyê Ukranî di 2016an de ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bû daku tevlî DAIŞ bibe û destpêka îsal ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve hat girtin.

Gadzîmîtov got ku wî biryar da ku ji DAIŞ cuda bibe dema ku bi kiryarên hovane bihîst ku DAIŞ li dijî Misilmanên din pêk tîne.

"Ez ji ber vê yekê xwe sûcdar dibînim," wî got.

"Helbet ez dixwazim ku tevlî civakê bibim û wisa, ez dikarim vegerim jiyana sivîl. Ev jiyan ji min re bûye xewn."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500