Terorîzm

Zêrevan: "Xilafeta DAIŞê" li Sûriyê ji hev ket

AFP

image

Mêr li rojhilatê bajarê Sûrî Dêrezorê li biskilêtekî siwar tên di operesyoneke serbazî de ya ji alîyê hêzên hikûmetê ve li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Stringer/AFP]

Hebûna Rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûriyê heta asteke mezin kêm bûye, çekdaên wê yan direvin yan dorpêçkirîne û yan ne çalak in.

Roja Şemîyê, hikûmeta Iraqê îlan kir ku hewldanên serbazî yên mezin bi dawî bûn hewldanên ku hêzên Iraqî her beşekî piçûk ji sêyekê ji welat bi zehmetî vegerand, ya ku berî sê salan rêxistina tund kontrola wê dikir.

Alîyê Sûrî ji "xîlafetê" ya ku DAIŞê di sala 2014an de îlan kir hate jihevxistin, aniha çendek çekdar êrîşên kurt dikin yan komên piçûk çêdikin cihê ku ew tê de dorpêçkirî ne

Nema DAIŞ kontrola bajarokekî li Sûriyê dike lê dibe ku hîn çend hezar çekdar di nava refên wê de mabin, zêrevan pêşbîn dikin ku Şam serkeftina xwe ya dawî berî dawîya salê îlan bike.

Roja Yekşemê, Serokê Ferensî Emmanuel Macron got hîn em nikarin vê yekê bêjin û wî pêşbin kir ku "operesyonên serbazî li dijî DAIŞê li Sûriyê dê heta nêvî yan dawîya Şibatê berdewam bikin".

Ramî Ebdil Rehman, yê ku serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov e, got DAIŞ heta asteke bilind bê semyan û ew yekîneyên mayî ne jî ew xwe diparêzin.

"Fermandarîyeke navendî ya ku emiran dide nema ye. DAIŞ bûye komin belawela li seranserî Sûriyê" Ebdil Rehman got.

Çekdarên rêxistinê bêtir li rojavayê parêzgeha Dêrezorê çalak in, cihê ku ew berevanîya deverên dawî yên ku berê beşek ji erda "xîlafeta" wan bû dikin.

Hîn çend sed çekdarek li wê parêzgehê bi tenê ne, ew têrê nakin daku vegereke jînwarî herêmî plan bikin lê ew têr dikin daku bibin sedema zererê dê rêya êrîşên gerlîla de.

Li gor Ebdil Rehman, 23 ji hêzên alîgirê hikûmetê roja Duşemê di êrîşekê de nêzîkî Bo kemalê, hatin kuştin, bajarokê mezin ê dawî ku bi temamî li jêr kontrola DAIŞê berî ew di Mijdarê de ji destên wê here.

Bermayîyên xîlafetê

Hî 18 gund li rojhilatê çemê Feratê li parêzgeha Dêrezorê li jêr destên DAIŞê ne, li gorî Rewangehê.

Ew kontrola deverin piçûk li bakur rojhilatê Hesekê dike û herwiha deverin dûr ji parêzgeha Humsê ya navendî li jêr destên wê ne, herî gelek du kom yên pêşbînî heye ku rêjîm nêzîk wan vegerîne.

Herwiha çekdarên DAIŞê beşekî piçûk e li parêzgeha Hemayê, li bakur, cihê ku ew şerê tundrewan ji rêxistineke dijber dikin.

Herwiha ew li kampa Yermûkê ya penaberên Filestînî jî hene, li Şamê, lê ev çend sal in çekdarên DAIŞê li wê derê dorpêçkirî ne.

Çeperin qayim ên rêxistinê li du deverên din li başûrê Şam, Hecer Eswed û Tedamunê hene.

Herwiha li başûrê parêzgeha Deraayê, çekdarên girêdayî DAIŞê bi awayekî piçûk hene.

Hevgirtin nîne

"Dibe ku em nêzîk dawîya DAIŞê weke hêzeke li ser erdê bibînin, lê ew dê di rêya şanên razayî de bimîne," Ebdil Rehman got.

Ji ber ku hejmareke mezin ji hêzên li dijî tundrewan erd ji DAIŞê di van her sê salên dawî de vegerandin, bawerî heye ku bi hezaran tundrewên birêvekirî çûne biyabanê yan vegeriyan jiyana sivîl.

"[DAIŞ] hewl daye ku hukim biparêze cihê ku ew bi awayekî fermî û tam kontrolê dike, lê aniha ew weke rêxistineke rikeber kar dike," Eymen Cewad Temîmî, akadîmîyek û pisporeke derbarê rêxistinên tundrew.

Cih û asta tevlîbûna serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî ne diyar e. Navenda rêxistinê ya diyar nema heye û mîkanîzma propegandayê ji gelekî qels e.

"Ez piştrast im hin zincîrek ji fermandarîyê heye lê dibe ku heykela giştî ne hevgirtî ye weke berê," Temîmî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500