Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Niştecîyên gundewarê Idlibê li dijî Tehrîr el-Şam xwepêşandanekê li dar dixin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwepêşandanekê jixweber li orta Cisr Şixûrê li bajarokê parêzgeha Idlibê roja Şemîyê (9ê Kanûna Yekem) dest pê kir piştî dikaneke veguhestina pereyan ji alîyê komeke çekdar ve hat dizîn . [Wêne ji Navenda Medyayê ya Cisr Şixûrê hatiye wergirtin]

Xwepêşandanekê jixweber li orta Cisr Şixûrê li bajarokê parêzgeha Idlibê roja Şemîyê (9ê Kanûna Yekem) dest pê kir piştî dikaneke veguhestina pereyan ji alîyê komeke çekdar ve hat dizîn . [Wêne ji Navenda Medyayê ya Cisr Şixûrê hatiye wergirtin]

Niştecîyên bajareke li gundewarê başûr rojavayê Idlibê xwepêşandanekê roja Yekşemê (10 Kanûna Yekem) li dar xistin daku nerazibûna li ser bêqanûnîyê ku li devera wan belav bûye diyar bikin, devera ku li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, hevbendîyeke tund e ya bi serwerîya Enîya Nusrayê (ANF) ya berî bû.

Gelek çalakîyên talankirin, revandin û kuştinê li Cisr Şixûrê belav bûn bêma ku endamên Tehrîr el-Şam "heta tilîya xwe hildin daku hedekî ji van bipêkirinan re deynin", çalakvanê medyayê li bajarokê Idlibê Heysem Idlibî got.

"Pêjna yekîneyên ewlekarîyê yên rêxistinê li bajar nayê," Idlibî, yê ku kodnavekî ji ber sedemên ewlekarî bikar tîne , ji Diyaruna re got.

"Dibe ku Tehrîr el-Şam dihêle ku ev bêqanûnî pêk werin weke şêweyekî ji cezayê neyeker li ser deverê ferz kiriye ji ber ew rêxistinê eşkere red dikin," wî got.

Xalên pêşkinînê yên Tehrîr el-Şam li deverin dûr hatine danîn, wî got. wî anî ziman tedbîrên ewlekarîyê yên xemsar hişt ku kiryarên lalankirin û dizîyê bi awayekî berfereh belav heta bi rojê.

Komeke çekdar roja Şemîyê girte ser dikaneke veguhestina pereyan li Sewmeayê meydana (Silo) li orta bajar û hemû pereyên di gecîneyê de dizîn piştî wan êrîşî xwedîyê wê Mistefa Miliş kir, ê ku weke Ebû Rida Miliş tê naskirin.

"Xwepêşandaneke jixweber hat lidarxistin daku nerazîbûna xwe li ser rewşa bêqanûnîyê piştî vê bûyerê diyar bikin û xwepêşanderan li hev kir ku xwepêşandanekê mezin roja din [Yekşemê] li dar bixin," Idlibî got.

wî got ku kom xwedîyên dikanên zêr, veguhestina û raguhestina pereyan û niştecîyên dewlemend dikin armanc.

"Destên wan di revandinên bû fidyeyê de heye, revandinên ku gelek caran gelek pereyan dixwazin, pereyên ku malbata yê qurbanî nikare bide" wî got, wî anî ziman ku hejmarek ji kesên revandî bi rastî hatin kuştin dema fidya wan nedihat dan.

Idlibî got ku erkên ku yekîneyên Tehrîr el-Şam pê radibe tenê di warê şopandin û girtina dijberên rêxistinê ne, hem sivîl û hem endamên rêxistinên çekdar ên ku dijî hukmê Tehrîr Şam li ser herêma Idlibê.

Di nûçeyên din de, endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji parêzgeha Idlibê hatin derxistin, piştî du rojan ji êrîşa wan li ser herêmê, AFP îro Duşemê ragihand.

Çekdarên DAIŞ di dawîya hefteyê de dest nadîne ser gundê Başkûnê yê Idlibê piştî şerên bi Tehrîr Şam re.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku piştî şerên dijwar, Tehrîr el-Şam DAIŞ ji Idlibê der xist.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500