Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

2.5 mîlyon bêwarên Iraqî vegeriyane malên xwe

Xalid Ta'î

Malbatine bêwar ji parêzgeha Nînewayê xwe amade dikin daku ji kampan derkevin, cihê ku wan ji ber "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) weke penaberan xwe lê girt, û vedigerin malên xwe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin].

Malbatine bêwar ji parêzgeha Nînewayê xwe amade dikin daku ji kampan derkevin, cihê ku wan ji ber "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) weke penaberan xwe lê girt, û vedigerin malên xwe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin].

Komîteyeke Hikûmî ya armanc dike ku kesên di welatê xwe de bêwar bûne vegerîne warên wan ên resen heta aniha wê kariye 2.5 mîlyon Iraqî bişîne malên wan, berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Teqrîben ev nîvê hejmara kesên ku zor li wan hat ku birevin ji nîvê sala 2014an ve, dema "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girte ser ruberine mezin ji welat.

Di van her sê salên dawî de, DAIŞ bû sedema bêwarbûna 5.4 mîlyon kesên Iraqî, NY di 11ê Cotmehê de ragihand.

Çareserkirina bêwarîyê yek ji berîtîyên hikûmetê yên herî girîng e, li gorî Musîr Mihemed Salih, şêwirmendê aborî yê Serokwezîr Heyder Ibadî.

Heta anîha, wî ji Diyaruna re got, hikûmet bi ser ketiye û 2.5 mîlyon bêwar vegerandine malên wan û komîteyeke xwedî asteke berz barê dabînkirina xizmetên bingehîn ji bo careke din wan bi cih bike girte ser milên xwe.

Proseya vegerandinê "gava yekem e ji plana hikûmetê ya tevgir û çavê wê lê ye ku ew hemû bajarên ji alîyê terorîzmê ve hatin zirarkirin careke din ehlîyet bike", Salih got.

Komîte bi desthilatdarîya xwecihî re kar dike daku elektrîkê û ava vexwarinê vegerînin û parên xwarinê, perwerde û xizmetên guhdana tendirustî dabîn bikin daku jîngeheke guncan çêkin ji bo ku destpêkirina bi jîyana normal, wî anî ziman.

Herwiha hewldanên hikûmetê bo nûavakirinê dê nûavakirin û sazkirina siwênkarên zirarkirî mîna pir û stasyonên enerjîyê di nav xwe de bihewînin.

Alîkarîya nîştimanî û navdewletî

Pêşbînî heye ku konferenseke mezin bo donoran li Kiwêtê hebe daku nûavakirinê temwîl bikin, konferensa biryar heye ku Şibata sala 2018an were lidarxistin,alîkarîyê di derçûn û berhengarîyên nûavakirina deverên ku ji alîyê DAIŞ hatin wêrankirin bike.

"Me vekolîn û lêkolînine tevgir çêkirin daku em pêşkêşî beşdaran bikin ji bo ew karibin nerîneke hûr li ser asta ziyanê li welatê me wergirin," Salih got.

Wî pêşbînî kir ku dê rêbazek ji du astan bo beşdarbûnê ji alîyê welatên beşdar ve hebe, hin weke dayîn û deyn ji Iraqê re daku alîkarîyê di derçûna nûavakirinê de bikin.

Beşdarbûnên din dê weke projeyên weberanînê yên hevbeş bin di navbera sektoran de yên ber bi pêşxistinê ve diçin, ew jî dê bihêlin welatîyên Iraqî di hewldanên nûavakirinê de li deverên rizgarkirî beşdar bibin û rewşa xwe pêş bixin.

Gelekî girîng e ku em piştgirîya aborîya bajarên rizgarkirî bikin, aborînas Majid Suwarî ji Diyaruna re got.

"Divê çareserkirina doza bêwarîyê bibe beşek ji hewldanên niştimanî yên mezin yên dibe ku pêşketineke tevgir û jiyandinbar di bajaran de pêk bîn -- bi taybet yên ku bi terorîzmê bi bandor bûne," wî got.

Ji bo cîbicîkirina vê armancê divê em giranîyê bidin weberanîn û bikaranîna çalak ji materyal û rîsorsên mirovî re, wî anî ziman, herwiha divê em şerê hemû şêweyên gendelîyê bikin û sîstemekî birêveberîyê yê çalak ava bikin.

"Em bi pêş ve diçin"

Wezareta Koç û Koçberan kar dikir ji bo kesên bêwar han bide ku bi awayekî xwebexş vegerin deverên rizgarkirî, Setar Nuruz, serokê şirketin têkildarî wezaretê, got

"Wezaret bi wezaretên din re alîkarîyê dike daku hemû pêdivîyên girîng bo vegera wan dabin bikin," wî ji Diyaruna re got. "Em kar dikin ji bo em bêwaran ji kampan derxin û wan vegerînin malên wan."

"Em pêş dikevin," wî an ziman, wî not kir ku ew malbatên vedigerin bi parên xwarinê û pêdivîyên mal û halî yên bingehîn tên zêdekirin.

"Hejmara kesên vedigerin gelekî bilind e û bi lez zêde dibe," wî got.

Li parêzgeha Nînewayê bêtir ji 300,000 ji eslê mîlyonek kesên bêwar vegeriyane malên xwe ji dawîya sala 2016an ve.

Başûrê Mûsilê, başûr rojhilatê parêzgeha Nînewayê û Teleferê hejmara herî mezin a bêwarên ku vedigerin dîtin, Nuruz got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500